Peymana Sykes–Picot
Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê, Fransayê û Rûsyayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Picot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê (Mandateriya Iraqê), Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.
Deverên Kurdistanî jî wiha hatin parvekirin [1]
- Rûsan rêvebirina Erzîrom, Trapezon, Wan xeta Mûş, Sêrt, Cizîr, Amêdiyê heta hidûdê Îranê bidest xist
- Fransayê rêvebirina Dîlok, Mêrdîn û hemî parêzgeha Mûsilê ku Kerkûk, Silêmanî jî tê da bidest xist
- Brîtanyayê di destpêkê de çi cih bidest nexist ê rêvebirina Mûsilê li gel Fransayê parve kir
Ev peyman di navbera dîplomatên van dewletan Mark Sykes, François Georges-Picot, û Sergei Sazonov de hatibû destnîsan kirin. Peyman navê xwe ji van dîplomtan werdigire.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:334
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |