Wan

bajarekî Tirkiye

Wan, yek ji bajarên herî mezinên Bakurê Kurdistanê ye ku li ser perava Gola Wanê hatiye avakirin.

Wan
Van
Bajarê Wanê, dîmenek ji kela Wanê de
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Wan (parêzgeh)
Serbajar Wan

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 91 gund

Rûerd 20.921 km2
Berbelavî 53 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2022) 1.141.015 kes
Koordînat 38°30′13″Bk 43°23′44″Rh / 38.50361°Bk 43.39556°Rh / 38.50361; 43.39556
Bilindayî 1.725 m
Koda postayê 65xxx
Koda telefonê (+90) 432
Wan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Wan
Wan
Wan (Bakurê Kurdistanê)
Wan li ser nexşeya Wan nîşan dide
Wan
Wan
Wan (Wan)
Wan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Wan
Wan
Wan (Tirkiye)

Mirov ji Wanê ji ser rêya Payîzava û Elbakê re xwe digihine Gever û Colemêrgê. Her wiha ji ser rêya Geverê ya dewletê re jî mirov dikare xwe bigihîne Îranê. Termînala otobûsan bi qasî 4 km’yan dûrî navendê ye. Çûyîn û hatin bi rêya mînîbûsan pêk tê.

Îstgeha trênê bi qasî 5 km’yan ji bajêr dûr e. Çûyîn û hatina ji bo trênê bi mînîbusan pêk tê. Balafirgeh jî 7 km’yan ji navenda bajêr dûr e. Çûyîn û hatin bi mînîbûsan û serwîsa saziya THY’ê pêk tê.

Nav biguhêre

 
Bajarê Wanê

Ewliya Çelebî di seyahatnameya xwe de diyar dike ku Îskenderê Mezin navê mabedeke di Kela Wanê Vankê li bajêr dike. Li gorî rîwayeteke din: Ji ber ku Wan bajarekî gelekî kevn e di salên 1900’an ên berî zayînê de Semîramîsa keybanûya asûrî bi navê Kurd Meryem Şah bi nav kiriye. Piştre di dema dawiya keyaniyan waliyekî bi navê Wan ji ber ku bajar fireh û xweş kiriye ji vê rêveberî pê ve navê bajar wek Wan hatiye binavkirin. Di derheqê navê Wanê de nêrîna ku nêzî zanistê bî ûrartûyî Biane an jî Viane derketiye. Di hemû çavkaniyên dîrokê de ûrartûyan ji xwe re Bianî gotine û di dema ûrartûyan ya xurt de di bin navê Biate de gelek bajar û civak di herême Wanê de civiyan e.

Li gorî rîwayeteke din bajarê Wanê di salên 1800’an ên berî zayînê de ji aliyê keybanûya asûrî Semîramîs ve hatiye avakirin. Semîramîs, li herêma Mezrabotana jor jiyaye û keybanûya asûran e. Semîramîs desthilatdara welatekî mezin û gelekî hêzdar û bedew e. Semîramîs heta wê demê ji xwe re dildarekî li gorî dilê xwe nedîtiye. Dema ku derdikeve sefera xwe ya li ser Bargiriya navçeya Wanê dil dide desthilatdarê vê herêmê yê bi navê Ara. Semîramîsa bedew û bihêz nikare vê raza xwe ji kesî re bibêje. Şer didome. Hêzên Semîramîsê bi êrişeke dawî herêmê dikine bin destê xwe. Lê belê di vê êrişê de desthilatdar Ara jî tê kuştin. Dema Semîramîs xebera kuştina Ara dibihîse evîna xwe ya ji bo Ara di dilê xwe de vedişêre û fermana vegerê dide.

Semîramîs û artêşa wê di vegerê de têne Wanê. Semîramîs gola Wanê zehf diecibîne. Herî dawî hêşinahiya Wanê xweşa Semîramîsê tê. Bala Semîramîsê zinarekî li dora gola Wanê dikişîne û Semîranîs biryar dide ji bo bîranîna Arayî li ser vî zinarî keleyekî ava dike. Di demeke nêz de kele tê avakirin û li dora kelê jî bajarekî mezin tê avakirin. Navê bajêr jî Şamrangerd tê danîn. Di ser de gelek dem derbas dibe Semîramîs ji ber êşa dil a Arayî zêde nikare li ber xwe bide. Biryar dide ku vegere welatê xwe. Keybanû Semîramîs kel û bajarê ku avakiriye ji fermandarekî xwe yê bi navê Wan re dihêle û vedigere welatê xwe. Tê gotin ku navê Wanê ji vî fermandarî tê.

Dîrok biguhêre

 
Nivîsen dema ûrartûyan

Bajarê Wanê ji ûrartûyên kalikên kurdan maye. Wan paytexta ûrartûyan bû û di wê demê de navê wê Tuşpa bû. Dîroka Wanê heta sala 7000'î ya beriya zayînê diçe. Di kolanên Girê Rovî (bi tirkî: Tilkitepe) yên 6 km dûrî kela Wanê de gorên Ernîsê de bermahiyên serdema neolîtîk û serdemên bronz û hesinî hatine dîtin.

Hûrî di salên 2000’an ên berî zayînê de ji Gola Wanê heta Rûbarê Sor, Rûbarê Kesk (Yeşilirmakê) û heta Deryaya Reş di vê herêmê de desthilatdarî kirine. Di sedsala 13’an a berî zayînê de hevkariya siyasî ya hûrî û mîtaniyan lewaz bûye û mîrekî pêk hatine. Keyên asûriyan xwestine van mîrekiyan bikine bin destên xwe û di vê navberê de jî derdora Gola Wanê heta rojavaya Îranê di navbera dewletên Nairî û Ûrartû û asûriyan de têkoşînan dest pê kiriye. Têkoşîna ûrartû û asûriyan heta nîveka sedsala nehan ajotiye. Asûriyan ev herêma çiyayî û asê kirine bin desthilatdariya xwe.

Kesa ku bajarê ewil ava kiriye keybanûya asûrî Semîramîs e. Di wê herêmê de cara ewil hûrî bi cih bûne. Piştre ûrartû, medî, persî, makedonî (Îskenderê Mezin), partî, sasanî, bizansî, selçûqî û paşê jî îlhanî, celahîroglû, qereqoyunî, aqoyunî û sefewiyan li vê herêmê desthilatdarî kirine.

Navê kevn yê bajar di dema ûrartûyan de Tûşpa bû. Piştre ûrartûyan navê herêmê Bianî (Wainî), asuriyan jî Nairi kirin. Li gorî çend çavkaniyan navê Wanê ji gotina Wainî[çavkanî hewce ye]. Li gorî gotinek din jî navê bajar ji kesekê bi navê Wan tê, yê ku li gorî vê gotinê bajar ava kiriye[çavkanî hewce ye].

Kronolojî biguhêre

 
Qela Wanê

Berî zayînê

  • 2000 - 1250 dema hûriyan
  • 1250 - 850 yekîtiya ûrartûyan û nairiyan
  • 850 - 600 dema ûrartûyan
  • 600 - 550 dema medan
  • 550- 332 dema persan
  • 332 - 301 dema makedoniyan

Piştî zayînê

Dema Osmanî û Komarî:

 
Bermahiyên Wana dîrokî

Di sala 1534 û 1535'an sefera Îranê de navendên girîng yên mîna Bexda, Tewrêz û Wanê dikeve bin rêveberiya osmaniyan. Lê belê dema tekoşîna navbera osmanî û macaran dest pê dike gelek cihên ku osmaniyan feth kiriye dîsa dikeve destê safewiyan.

Di 25’ê tebaxa 1548’an de Kela Wanê dikeve destê osmaniyan. Piştî fetihkirinê Kela Wanê rêvebiriya herêmê Defterdarê Anatoliyayê Îskender Paşa dike. Di vê navberê de Westan, Erçîş, Elcewaz û Xelat dîsa dikeve destê osmaniyan.

Di rêveberiya osmaniyan de bajarê Wanê bi statûta Eyaletê hatiye rêvebirin. Di navbera salên 1568-1574'an de Wan bi navê lîwa xwediyê 12 senceqan bû. Ev senceq ji Wan (senceqa Paşa), Elcewaz, Bedlîs, Mûş, Bêrgirî, Erdîş, Kerger, Kesan, Ispayrid, Agakîs, Nisfî, Şirvî, Vadî-î Kotur in[çavkanî hewce ye].

Ji ber ku bajarê Wanê di sînorê Îranê de bûye her tim bûye navenda artêşê û şeran û rêvebiriya Wanê car caran hatiye guhertin. Gelek cihên ku di şerî de hatine bi dest xistin jî tevî rêveberiye eyaleta Wanê bûye. Ji ber vê yekê senceqên ku beriya niha hejmara wan 12 bûn di sala 1578 û 1588'an de gihîştiye 27'an.

Di şerê cîhanî yê yekem de bajarekî ku bi qasî Wanê bibe xirbe û gelekî ku bi qasî gelê Wanê êş û elem kişan dibe pir kêm e. Beriya şerê cîhanê gelheya Wanê dora 70.000'an bûye û piştî şer ev ev gelhe di nîsana 1919'an de daketiye 10.000-15.000'an. Bajar jî bi serdanpê bûye xirbe û ev tek jî bûye sedem ku cihê navenda bajar bê guhertin.

Piştî şerê cîhanê yê yekem bajarê Wanê hêdî hêdî bi ser xwe de hatiye û niha 11 navçeyên Wanê hene. Navçeyên Wanê ji Qerqelî, Bêrgirî, Mehmûdî, Erdîş, Elbak, Miks, Bazîdaxa, Westan, Ertemêtan, Payizava û Şaxê pêk tên.

Kelheya Wanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Kela Wanê
 
Kela Wanê

Ji kelheyên ûrartûyan ya herî mirês Kela Wanê ye. Ev kele gelek bermahiyên ûrartûyan digihînîne roja me ya îro.

Ji bermahiyên ûrartûyan ya herî sereke Kelheya Wanê ye. Kela Wanê piştî Arzaşkûnê serbajariya duyem ya ûrartûyan kiriye. Kelhe ji aliyê Sardûrê kurê Lûtîprî ve di salên 840-825'an ên berî zayînê de hatiye çêkirin.

Kelhe ji du beşan pêk tê. Ji van yek kelheya hundirîn a din jî kelheya ji der ve ye. Di kelheya hundirîn de berhemên herî girîng Birca Sardûr, dîwarên sûrê, gorên keyên ûrartûyan, pêpelûka hezaryekê ya ku digihîje sarinca sûrê, perestgeha li derve û du nîşên perestgehê cih digire. Berhemeke kelê ya girîng jî gora kevirî ya Key Manû û Argiştê Yekem e. Li ber vê gorê nivîska bi navê Nivîskên Horhor yên ku herî dirêj ên ûrartûyan cih digire.

Pirên Wanê biguhêre

Mizgeft û tirbên Wanê biguhêre

 
Mizgefta Hezretî Omer

Mizgeftên ten diyarkirin mizgeftên Wanê yên dîrokî û girîng in.

Ji bilî van mizgeftan em dikarin behsa van mizgeftan jî bikin: Mizgefta Sînaniyê, Mizgefta Sor, Mizgefta Ebas Axa, Mizgefta Leşkerî, Mizgefta Îskeleyê û Mizgefta Qazî Evdirehmanî.

Navên hinek tirbeyan jî ev in:

  • Tirbeya Paşayê Xusrev: Tirbe navê xwe ji mizgefta kêleka xwe de ya bi heman navî ye digire. Li gorî nivîstekên tirbeyê ev tirbe ya Paşayê Xusrev e. Mîmarê wê jî Evdilahê Mêrdinî ye.
  • Tirbeya Qazî Şêx Evdirehman: Di rojhilatê bakûra kela Wanê de ye. Tirbeya ku restorekirî ji her roja pencşemê ji bo ku gel ziyaret bike tê vekirin. Qazî Evdirehman yek ji mezinên ola Îslamê bû.
  • Tirbeya Bab Sofî: Di goristana pişta mizgefta Bab Sofî de ye. Piranî di rojên pencşemê tê ziyaretkirin.

Erdnîgarî biguhêre

Avhewa biguhêre

Li herêmê klîmayek reşayî serdest e. Lê ji ber ava gola Wanê herêm wek bajarên cîranê xwe yên din, zivistanan pir sar derbas nabe. Havînan jî hênik e.

Wan
Diyagrama avûhewa
RRAAGPTGRKSB
 
 
30
 
2
−8
 
 
31
 
3
−7
 
 
46
 
7
−2
 
 
52
 
13
3
 
 
49
 
18
7
 
 
19
 
24
11
 
 
6.9
 
28
15
 
 
6.5
 
28
15
 
 
16
 
24
11
 
 
43
 
17
6
 
 
52
 
10
0
 
 
38
 
4
−5
Germahî bi °C, Barîn bi mm
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Wanê (1975-2010)
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 1,7 2,6 6,8 12,8 18,1 23,7 27,9 28,0 24,0 17,3 9,9 4,3 Ø 14,8
Nimztirîn germahî (°C) −7,7 −6,8 −2,4 3,1 7,3 11,2 15,0 14,9 11,2 6,0 0,3 −4,5 Ø 4
Germahî (°C) −3,6 −2,7 1,7 7,9 13,1 18,3 22,3 21,9 17,4 10,9 4,2 −0,8 Ø 9,2
Barîn (mm) 30,4 31,1 46,0 52,3 49,1 19,0 6,9 6,5 15,9 43,0 51,8 38,3 Σ 390,3
Saetên bi tavik (st/r) 4,7 5,3 6,2 7,2 9,3 11,7 12,2 11,7 10,2 7,4 5,7 4,4 Ø 8
Rojên bi baran (r) 10,2 10,0 12,0 12,7 11,7 6,0 2,5 2,8 3,2 8,3 9,3 9,9 Σ 98,6
G
e
r
m
a
h
î
1,7
−7,7
2,6
−6,8
6,8
−2,4
12,8
3,1
18,1
7,3
23,7
11,2
27,9
15,0
28,0
14,9
24,0
11,2
17,3
6,0
9,9
0,3
4,3
−4,5
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
30,4
31,1
46,0
52,3
49,1
19,0
6,9
6,5
15,9
43,0
51,8
38,3
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

Çem û gol biguhêre

Gola Wanê an jî Behra Wanê, gola herî mezin ya Kurdistanê ye (3.713 km²). Golê din yê herêmê Erçek, Qazgol, Sorgol, Siphan, Keşîş û Xidirmenteş in.

Gola Wanê biguhêre

 
Gola Wanê

Ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Tirkiye û cîhanê ye. Di nava golê de çar girav hene. Navên van giravan ev in: Girava Axtamarê, Girava Lîmê, Girava Çarpanaxê û Girava Artiyê. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Nari, Behra Jorîn û Deryaçe (bi wateya "deryaya biçûk", "gol") hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.

Rêwitiya di navbera Wan û Tetwanê ya bi trênê, di navbera îstgeha Wan û Tetwanê de bi riya ferîbotê çêdibe. Di navbera van her du lengergehan de seferên vagon, bar, erebe û rêwiyan tê kirin. Ev rêwitiya bi ferîbotê bi qasî çar seatan didome. Di heman demê de li ser Gola Wanê bi armanca geştiyariyê rêwitiya ji bo giravan jî çêdibe.

Ji bo werzîşên avî Gola Wanê pir kêr hatiye. Pêşbirka keştiyên bixêlî, spora berik kişandinê, kano, pêlsiwarî (sorf) û kaşûna avê yek ji şaxên spora avî ne.

Derdora golê di mehên biharê de bi rengên pir xweş ve tê niximîn. Gulebûk, leylank, baxên laleyan û berfa spî ya çiyayan dîmeneke xweş derdixe holê. Di herême de gulmexîn çîçeka endemîk a herî girîng e.

Babetên heywanan biguhêre

 
Pisîka Wanê

Li herêmê heywanên wek kewroşk, bizinên ser çiya, gur, û beraz, teyrên kovî jî wek qertel, baz û werdek hene. Pisîka Wanê li cîhanê bi nav û deng e. Çavên pisîkê yek şîn, yê din jî kesk in.

Aborî biguhêre

Cihên turîstîk, dîrokî û seyranê biguhêre

Artemeta 20 km’yan ji dûrî Wanê ye bi plajên xwezayî û hêşinahiya xwe ve xwediyê dîmeneke taybet e . Westan cihekî hêşinahî ye û bi plajên wê yên xwezeyî û gelek cihên wê yên geşt û seyranê hene. Navçeya Şaxê 80 km’yan dûrî navendê ye. Ligel gelî, daristan û çeman cihekî pir xweş e. Yek ji cîhên bi nav û deng ji Amîk e û 40 km’yan dûrî navendê ye. Li hemberî çiyayê Sîpan û qeraxa Gola Wanê de plajên wê yên xwezayî û baxên wê yên fêkiyan hene.

Germavên herêmê jî dengdar in.

Meriv dikare li ser Girê Kûrûbaşê û li navçeya Westanê di navenda kaşûnbaziyê dê kêfa kaşûnê bike.

Çand û huner biguhêre

Mirovên nas yên ji Wanê biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre