Elcewaz (bi tirkî: Adilcevaz) yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûber 812km², bilindahî ji rûyê avê 1.650 m ye. Di qeydên dîrokî yên beriya hatina Ereban de navê wê wekî Arcîgeh derbas dibe. Bi hatina artêşên Ereban ve di qeydên Erebî de navê wê wekî Wad el-Cawz (ango "herêma bi gûz") an Zal el-Cawz derbas dibe. Bi rastî jî herêm ji aliyê gûzan ve dewlemend e. Piştre navê Kurdî yê Arcîgeh tê jibîrkirin û ji ber ku Osmaniyan jî navê Elcewaz bikaranîne, êdî wisa maye. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye.

Elcewaz
Adilcevaz
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bidlîs (parêzgeh)
Serbajar Elcewaz

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 29 gund

Gelhe (2008) 35.274[1] kes
Rûerd 812 km2
Berbelavî 43,4 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 17.458 kes
Koordînat 38°48′15″Bk 42°44′4″Rh / 38.80417°Bk 42.73444°Rh / 38.80417; 42.73444
Bilindayî 1.670 m
Koda postayê 13500
Koda telefonê (+90) 434
Elcewaz li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Elcewaz
Elcewaz
Elcewaz (Bakurê Kurdistanê)
Elcewaz li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Elcewaz
Elcewaz
Elcewaz (Bidlîs)
Elcewaz li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Elcewaz
Elcewaz
Elcewaz (Tirkiye)

Arcîgeh 94 km ji Bedlîsê dûr dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000´î bi giştî hejmara niştecihan 34.171 e. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e.

Çavkanî biguhêre