Ertemêtan
Ertemêtan[4] (1928: ادرميد / "Edrémid" (Edremîd)[5]) an Artemêt[çavkanî hewce ye] an Erdêmed[çavkanî hewce ye] an Erdmed[çavkanî hewce ye] an jî Aretmêt[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Edremit) yek ji navçeyên Wanê ye. Bingeha navçeyê di dema Medan de hatiye avêtin. Di qeydên dîrokî de wekî Erdêmed, Aretmêt, Ardmad, Erdmad, Erdemîd[çavkanî hewce ye] derbasdibe. Lê niha ev der bi kurdî Artemêt tê bilêvkirin. Artemêt 18 km ji Wanê dûr e. Di sala 1990'î de bûye navçe. Rûber 600 km², bilindahî ji rûyê deryayê 1.846 m ye. 12 gund û 18 mezre girêdayî navçeyê ne. Dewleta Tirk tenê 1 mezreyê dihesibîne û bi fermî nasdike. Hejmara niştecihên navendê 4.509 û bi giştî jî 15.696 e. Di statîstîkên fermî de şik hene. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî turîzm jî navdar e.
Artemêt Edremit | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan (parêzgeh) |
Serbajar | Artemêt |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 12 gund |
Gelhe (2008) | 24.463[1] kes |
Rûerd | 270[2] an jî 142[3] km2 |
Berbelavî | 90,6 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 12.541 kes |
Koordînat | 38°25′31″Bk 43°15′28″Rh / 38.42528°Bk 43.25778°Rh |
Bilindayî | 1.670 m |
Koda postayê | 65170 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
Artemêt xwedî dîrokeke dewlemend e. Gelek bermayiyên ji ûrartû, med, mîrîtiyên kurd hwd hene.
Çavkanî biguhêre
- ^ tuik, 2008
- ^ http://www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
- ^ Yerelnet, Parêzgeha Wanê
- ^ Dr.Abdullah Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.