Keleha Wanê an jî Kela Wanê, ji kelehên ûrartûyan ya herî mirês e.

Dîtina keleha Wanê ji rexê bakur rojava.
Keleha Wanê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Keleha Wanê
Keleha Wanê

Ev kele gelek bermahiyên ûrartûyan digihînîne roja me ya îro. Ji bermahiyên ûrartûyan ya herî sereke Keleha Wanê ye. Keleha Wanê piştî Arzaşkûnê serbajariya duyem ya ûrartûyan kiriye. Keleh ji aliyê Sardûrê kurê Lûtîprî ve di salên 840- 825’an a berî zayînê de hatiye çêkirin.

Keleh ji du beşan pêk tê. Ji van yek kela hundirîn a din jî kela ji der ve ye. Di keleha hundirîn de berhemên herî girîng Birca Sardûr, dîwarên sûrê, gorên keyên ûrartûyan, pêpelûka hezaryekê ya ku digihîje sarinca sûrê, perestgeha li derve û du nîşên perestgehê cih digire. Berhemeke kelê ya girîng jî gora kevirî ya Key Manû û Argiştî Yekem e. Li ber vê gorê nivîska bi navê “Nivîskên Horhor” yên ku herî dirêj ên ûrartûyan cih digire.

Wêne biguhêre

Dîmenin ji keleha Wanê

Çavkanî biguhêre