Xanedana Merwaniyan

Xanedana kurdan
Xanedana Merwaniyan

Hemdaniyan
PZ 983 — PZ 1096
Selçûqî



Firehbûna xanedana Merwaniyan
Firehbûna xanedana Merwaniyan

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Monarşî
 Paytext Miyafarqîn (îro Farqîn)
 Ziman Kurdî
 Dîn
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   
 960-991 Bazê Dostikî
 990 - 997 Hesenê kurê Merwan
 997 - 1011 Seîdê kurê Merwan
 1011 - 1061 Ehmedê Merwan
 1061 - 1079 {{{serokA5}}}
 1079 - 1085 Mensûrê kurê Nesr
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Xanedana HemdaniyanXanedana Hemdaniyan
SelçûqîSelçûqî

Xanedana Merwaniyan an jî Dustakiyan (bi erebî: ‏مروانيون, Marwānīyūn) xanedaneke kurd e,[1][2][3][4][5][6] ku ji salan 983an heya 1096an wekî welatekî serbixwe li derdora Amedê serwerî kiriye.[7]

Damezrandina dewleta Dostikî

biguhêre

Dewleta Dostikî an jî Dewleta Merwanî di sala 982'an zayînî de hatiye damezirandin. Damezrênerê vê dewletê Bazê Dostikî bû (1). Baz jî, di wexta xwe de, bi mêranî û cegerdarî û bi bîrtûjî û şarezayiyê hatibû naskirin. Elî ibn el-Esîr di pirtûka xwe de ya bi navê El-kamil fî l-tarî de dibêje ko xelîfeyê Ebasiyan Udetê Dewle (bi erebî: 'Uddat al-Dawla) wexta bi Bazê Dostikî re civiya, bi dizî ji wezîrê xwe re gotiye ko ev zilam mirovan ditirsîne. Wa dixuye ko Baz bi xwe jî di çavên xelîfê de hin tişt xwendibûn, lewra şiya ligel siwar û leşkerên xwe ji qesrê bireve û xwe ji tora xelîfe û leşkerên wî rizgar bike.

Piştî wê dest bi avakirina dewleta xwe ya di çeşnê stiraneke kurdî de, dike. Di destpêkê de êrîşa xwe dibe ser Ardîş (2) û yeko yeko piştî hinartina nameyan, keleh û bajarên kurdan dergehên xwe bê xwîn rijandin li ber wî vedikin. Bi vî awayî navûdengê Baz belav dibe û dewletên cîran ji tirsa xwe re, bi taybetî dewleta Biweyhî û xîlafeta Ebasî dest bi amadekirina hêz û betalyonên xwe dikin da ko li bermberî destkeftin û berfirehkirina dewlata wî rawestin. Gelek caran hewl dane ko wî bikujin. Di êrîşa xwe ya li ser Mûsilê de, Baz vê carê bi rastî têt kuştin.

Rawestana li ser şexsiyeta Baz pêdiviyî lêkolîneke taybetî ye digel ko jiyana wî tarî û di çavkaniyên dîrokî de ne ewqasî zelal e.

Navê wî Husênê Ebdulahê Dostikî ye, ji kurdên Harbexî ye ji mîrên Botan e. Piştî Mirina Baz, Ebasiyan û Biweyhiyan û romê wa texmîn kirin ko êdî ji tirsnakiya dewleta dostikiyan xelas bûn, lê belê berevajî gumana wan, cîgir û mîratgirên Bazî, bi taybetî Ebû Elî kurê Merwanî, di demeke kurt de şiya bajarên xwe ji nû ve asê bike û hêza xwe jî careke dî berhev û tundtir bike.

Îbn Kesîr vê yekê bêtir zelal dike: "xelîfeyê Fatimiyan şandeyeke giranbuha digel diyarî û entîkeyan hinartibû cem Mîr Ebû Elî û hebûna dewletê pejirandibû, herwilo xelîfeyê Ebasiyan û Împeratoriya Bîzantiyan jî her yekî ji milê xwe ve daxwaza hevalbendî û sînorbendiyeke hêja jê dixwestin"

Firehbûna dewleta Dostikî

biguhêre

Destnîşankirina firehî û zemîna ko dewlet li ser ava bûbû, hinekî aloz e. Lê eger em navçe û herêmên di bin destê dewletê de bi sînor bikin renge em bikaribin di vî warî de wêneyekê di hişê xwe de ji berfirehiya wê dewletê re dirust bikin (3): Miyafarqîn (paytext), Diyarbekir, Ardîş, Nisêbîn, Mêrdîn, Riha (Urfa), Mûş, Wan, Heskîf, Xarpêt, Botan, Qamişlo, Amûde, Serêkaniyê û Dêrikê.

 
Navçeya konfederasyona eşîrên kurd di sala 960 (bi şîn)

Diyare ko hemî xaka kurdan neketibû bin destê Dostikiyan. Lewra ji bo ko em wêneya giştî ya vê dewletê bizanibin gerek nexşeya siyasî ya wê serdemê li ber dest be, gerek em bişên nakokiyên siyasî û hêzên leşkerî û rengên pevçnê, binasin, û em bikaribin çawatiya danûstendina Dostikiyan bi xwe bi wan rûdan û bûyeran re, têbigihêjin.

Dewleta Biweyhiyan û xîlafeta Ebasî wê wextê li Bexdayê bûn, û xîlafeta Fatimî jî li Misrê bû, di navbera wan de her û her li ser serkêşiya Misulmanan pevçûn ranediwestiya. Li milê dî, Împeratotiya Bîzantî jî fileh diparastin û di navbera van hersê dewlatan de, berî hatina Selçûqiyan (4), pevçûna ji bo daqurtandina dewletên biçûk li dar bû.

Digel ko Mîrên Dostikiyan carcaran diyarî ji pîzantayê re, lê ne wek Hemedaniyên Helebê di şûna bacê de, dişandin. Herweha peywendiyên wan ên siyasî û aborî wek ko çawan ligel Ebasiyan hebûn wisa jî ligel Fatimiyan berdewam bûn.

Vê siyaseta bê alîgirî hiştiye ko dewleta Dostikî, hem cihekî taybetî di herêmê de ji xwe re qezenc bike û hem jî dewleta xwe ji şer û pevçûna bi cîranan re biparêze. Lewra wextekî pir hêja ji bo avakirin û pêşvebirina dewletê bi destxistibûn, bûbû penageha hemî perîşan û renckêşên navçeyê.

 
Sedsala 12'an da, ji pirtûka destnivîsa gerokekî Rojava ve wêneyê serokê dewleta Dostkî Emîr Ebû Nesr

Di qûmistana dorhêlê de dewleta Dostikiyan ji ber geşbûn û lêewlebûnê bûbû bazargeha bikaranînîna sermiyanên bazirganên herêmê, tenê li wê dewletê dikarîbûn bê rêbirr û pêxwas û bêyî tawankariyan bazirganiya xwe berdewam bikirana.

Îbn Kesîr di vî warî de wisa dibêje: "Kurê Nebhan ê bazirgan di rojekê de 500 dînarên bîzantî qezenc dikir ".

Îbn el-Fariqî jî dibêje ko, Dewleta Dostikî li rada desthilata xwe sermiyanê tu kesî ji wan nedistend, ji bilî mirovekî Ereb ko çek di mala wî de dîtibûn, wek nokerekî ji bo welatekî dî hatibû nav wan dixebitî.

Dîroknasên ko li ser qonaxa dîrokî ya navçeyê radiwestin didin xuyanîkirin ko (Nesirê Dewle) Mîrê Dostikiyan, mirovekî siyasî, şareza û hişmendekî bê hempa bû.

Di têgihiştina hunera desthilatdariya dewletê de dûrbîn bû, lewra şiya gelê xwe di aşîtî û xweşiyê de bihêle. Li seranserî 53 ê salan bi hiştûjî danûstendin ligel dewlet û imperetorên herêmê dikir bêyî ko welatê xwe hogirî asteng û nakokiyên siyasî bike. Herweha beşdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewletên navçeyê de, dibû.

Dewleta Dostikî û hunera avahiyê

biguhêre

Jibermayî û kavil û şûnşopên hunera avahiyê yên dewleta Dostikiyan mirovan mit û mat dikin. Di wê wextê de, û di wê navçeya ko bi şer û pevçûnan mijûl bû, Dostikiyan berê xwe dabûn avakirina pêdiviyên jiyaneke xweş, hewl didan ko xwe ji ber pevçûnan bidin alî da ko xwe ji avakirina şaristaniya mirovane re û xwe ji avakirina welatekî bajarvanî û xweşkirina jiyana xelkên wî welatî re, vala bikin.

Ji nû ve tekûzkirina Keleha Amedê û ji nû ve tebûtkirina sûra wê û keleha Batmanê û sûrên Miyafarqînê û pirên asê li ser çemê Batmanê û kelehên Botan, tev, çend nimûne ne ji hunera avhiya Dostikiyên ko navên xwe û navên avahîkar û hostayên kurd li ser wan kavilan kolandine . Herwisa, Dostikiya bi awakî pir balkêş guh dabûn avakirina bazaran û kolanan û hewl dabûn ko ava paqij li hemî mal û taxan belav bikin.

Bêguman hemî avahî û eywanên ko di wexta Dostikiyan de avadibûn, wek pîşe û hunereke spehî; bi taybetmendiya giyanê kurdan ve girêdayî bûn. Lewra ji yên herêmê û ji hunera avahiya Romanî pir cihê bûn.

Rêvebir

biguhêre
  1. Bazê Dostikî (960–991)
  2. Al-Hasan ibn Marwān (991–997)
  3. Mumahhid al-Dawla Sa’īd (997–1010)
  4. Sharwin ibn Muhammad (1010-1011)
  5. Ehmedê Merwan (Nasr al-Dawla Ahmad ibn Marwān) (1011–1061)
  6. Nizām al-Dawla Nasr (1061–1079)
  7. Nasir al-Dawla Mansur (1079–1100)

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Bosworth, C.E. (1996). The New Islamic Dynasties'. Columbia University Press. rr. 89.
  2. ^ Ozoglu, Hakan (2004). Kurdish notables and the Ottoman state. Albany: State University of New York Press.
  3. ^ Gunter, Michael M. (2010). Historical Dictionary of the Kurds. Scarecrow Press. ISBN 9780810875074.
  4. ^ Ashtiany, Julia (1990). Abbasid Belles Lettres. Cambridge University Press. r. 15. ISBN 9780521240161.
  5. ^ Hillenbrand, Carole (1991). Marwanids, The Encyclopaedia of Islam. Cild Vol. VI. Brill. r. 626. {{cite book}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)
  6. ^ Kennedy, Hugh (2015). The Prophet and the Age of the Caliphates: The Islamic Near East from the Sixth to the Eleventh Century. Routledge. ISBN 9781317376392.
  7. ^ Encyclopedia of the Peoples of Africa and the Middle East. Infobase Publishing. 2009. r. 382. ISBN 9781438126760.

Bîbliyografî

biguhêre
  • Bosworth, Clifford Edmund (2004). The Islamic Dynasties - a Chronological and Genealogical Manual. Edinburgh University Press, Edinburgh.
  • Ripper, Thomas (2000). Die Marwāniden von Diyār Bakr: eine kurdische Dynastie im islamischen Mittelalter. Verlag Ergon, Würzburg.
  • Mihemed Emîn Zekî (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Avesta, Stenbol.