Heleb
Heleb (bi erebî حلب, Halab; ji bo ewropiyan weke Aleppo tê naskirin; bi ermenî Հալէպ, Haleb; aramî Hadad an Halab) parêzgeh û yek ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye û yek ji bajarên herî kevnar e li herêmê. Ev bajar dikeve bakur-rojavayê wî welatî, nêzîka 360 km ji Şamê bi dûr dikeve.
Heleb Halab | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | ![]() |
Dûgel | ![]() |
Parêzgeh | Heleb |
Demografî | |
Gelhe | 1.959.515 (2012) |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 190 km² |
Bilindayî | 379 |
Koordînat | 36°12′0″Bk 37°9′47″Rh / 36.20000°Bk 37.16306°Rh |
Nexşe | |
Nexşeya parêzgehê
|
Biguhêre
Ji xeynî navê Heleb, bi zimanê erebî, wek Leqeb û Heleb eş-Şehbe, ango "Heleba gewr" jê re tê gotin. Akkadiyan jî jê re digotin Halab an Halap (û wisa jî Hallaba, Halba, Halbi, Halpa hatî nivîsandin[çavkanî hewce ye]. Di jêderên kevne-misriyan de, bajar bi navê hlp dihat nasîn. Bi ûgarîtî û aramî jî wek hlb dihat nasîn[çavkanî hewce ye].
DîrokBiguhêre
Yek ji cihên dîrokî, ku li Helebê herî zêde tê naskirin Kelheya Helebê ye. Ev kelhe pir kevin e û bi şêweyê xwe yê îro ji aliyê eyubiyan ve hatiye avakirin.
Rûniştvanên HelebêBiguhêre
Piraniya helebiyan erebên sunî ne, lê hejmareke mezin ji niştîvanên bajarê Helebê û navçeyên wê kurd in. Her wekî din, ermeni, turkman, sûryanî, çerkez, çêçan û ernewût jî li wir bi cî dibin. Dor 15-20% ji helebiyan mesihî ne.
Biguhêre
Vaye demek dirêj e (ji sedsala 7'an de) ku li Helebê sabûn tê çêkirin û firotan. Sabûna Helebê, ê ku ji zeytê zeytûnan û zeytê xarê tê kelandin, netenê li rojhilatê, lê belê li seranserî cîhanê deng vedayî. Piraniya zeytê ji navçeya Kurdaxê (Efrîn), a ku dor 40 km li bakur-rojavayê Helebê dikeve, tê anîn. Îro, li Helebê nêzîka 60 sabûn-karxane yên biçûk hene û piraniya wan bi dest malbetan de ne.
GalerîBiguhêre
Girêdanên derveBiguhêre
Heleb, bi hiyeroglîfan | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|
Chalba ẖrb3 Heleb |
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |