Lîwa, tîp, brîgad navê yekîneyeke leşkerî ye. Ji firqeyan (dîvîzya) biçûktir e. Ji hengan (alayan) pêk tê. Fermandarê wê generalên lîwayan e. Ji wan re brîgadgeneral jî tê gotin. Generalê lîwayan ji aliyê rutbeyan ve ji generalê major nizmtir e.

Ji 1.500 - 5.000 eskeran pêk tê. Di tevahiya cureyên artêşê de tên sazkirin. Ji bo bikaranîna cureyên çekan ti astengiya wan nîne. Ji aliyê generalekî payenizm ve tê îdarekirin, generalê lîvayan.

Alman, swêdî, fransî û brîtaniyan brîgad ava kirine, bipêş xistine. Pirranî girêdayî cureyên artêşê ne. Bo mînak girêdayî artêşa esmanî, artêşa bejayî, deryayî ne. Dikarin parçeyek ji firqeyên parartêşek bin an dikarin serbixwe jî bin. Ji ber ku şer bi taktîkan dibe, carnan artêşekê dikare gorî pêdiviyan awayê rêxistiniya xwe biguherîne.