Feqiyê Teyran

wêjevanê kurd

Feqiyê Teyran (z. 1590 Colemêrg − m. 1632[1] Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yên mezin û klasîk e.[2]

Feqiyê Teyran
Navê rastî Muhemmed
Bernavk Feqiyê Teyran, Feqiyê Gerok, Mîr Mihê, Miksî, Mîn û Hê
Zayîn 1590
Miks, Colemêrg
Mirin 1632
Xîzan, Bidlîs
Hemwelatî  Kurdistan
Esil  Kurd
Dîn Îslam
Bav Şêx Ebdullah
Dibistan Medrese
Destûrname Melayê Cizîrî
Pîşe Helbestvan, Çîroknivîs û Fîlozof
Bandorker Ehmedê Xanî, Şêx Memdûhê Birîfkanî
biguherîneBelge
Tirbeya Feqiyê Teyran li gundê Werezûzê (Miks)
Gora Feqiyê Teyran

JînenîgarîBiguherîne

Feqiyê Teyran, li gor hin dîrokzanan, di 1590'an de hatiye dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.

Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde pirtûkên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an jî du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe, hizre xwe aniye ser ziman.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayîk bûye, ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Muhemmed" (Mîr Muhemmed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîriye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs).

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.

BerhemBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

BîblîografîBiguherîne

  • Kovara W, 29, sermawez-berfanbar 2009, r. 36-58. (Dosyayeke Feqiyê Teyran tê da heye)
  • Mele Xalidê Sadînî (2000). Feqiyê Teyran (jiyan, helbest û berhemên wî). Nûbihar, Stenbol.
  • Abdusamet Yigit, Feqiyê Teyran, roman, 2009, Han, berlin. ISBN: 978-3-94040997-34-0