Open main menu

Wîkîpediya β

Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî (z. 1570, Cizîr – m. 1640, Cizîr) yek ji helbestvan û nivîskarekî mezin yên kurd e.

Melayê Cizîrî
Navê rastî Ehmed
Zayîn 1570
Şirnex / Cizîr
Mirin 1640
Cizîr
Hemwelatî Kurdistan
Esil  Kurd
Bav Mihemed
Dibistan Medreseya Sor,
Medreseya Strabadê
Destûrname Mele Taha
Serdem Sedsala 16'an u 17'an
Pîşe Helbestvan û Nivîskar
Bandorker Ehmedê Xanî, Şêx Memdûh Birîfkanî, Seîdê Nûrsî, Hejar
biguherîneBelge
Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî, li Cizîra Botan.

Naverok

JiyanBiguherîne

Melayê Cizîrî zanyarekî kurd e ku di 1570 û wan de hatiye dinê. Weke ku tê gotin, di sala 1640 wan de çûya li ser dilovaniya xwe. Ku mirov behsa Melayê Cizîrî bike, divêt hinekî mezin behsa wî bikê. Zîra ew, mirovekî mezin bû. Bi hizra xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin.

Bi hizir û ramana ji xwe re ji mezin bû. Dema xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde nehatin dema me. Gelek hê jî winda ne. Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 15'an wan de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ewçend jî rastiya wî û pêşketinên ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bêne dîtin.

Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe.

Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dijlê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê rê, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman.

Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîn û mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wî re. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan ji heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve.

Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew ji digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew ji dixweze ku xwe bigihinê wanderan.

Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê ji, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê neke û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew te wan herêmên Kurdistanê yên ku navê wan hene û di wan de zanist wan ji hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene de ji, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.

Li wir wir ji li cem Şêx Hisên dimene. Demeke dirêj ji li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimen, êdî piştre tê Amede, Li amede di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe rê mirovekî ku pir mezine û bizane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî ji weke demekê dimene. Li wir ji xwe bi pêş dixe. Pir dixwene. Pir eşqa xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di ilmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî mele Taha qiyantê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqîyan. Ew ji ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew ji bidilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.

Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre careke di tê Amedê û li wir hinekî di ji li Civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê. Piştî ku tê wîr êdî li wir ji, wê carê ji demekê dimen. Piştre ku demeke dimen, piştre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibinê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe.

Meleyê Cizîrî, piştî ku vegerihê ji, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîre Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de ji di nivîsene. Biqasî ku em zanin. Wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gahana roja ma. Lê gelek ji wan ji, yên ku gahana roja ma bidev gahana roja me. Haya dawiya umrê xwe li cizîre botan dimene. Li wir li Medresa Sor ji, demeke mezin seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqîyên wî ji, dibine zanistvanên mazina, piştre. Piştre heya ku digihê dilovaniya xwe li wir dimen. Piştre ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqîyan û şîret li mirovan dikirin, na vaqatênin. Mezele wî li wî medrese sor têt çêkirin û ew li wir têt bicihkirin.

Hê ji, haya iroj mezele wî li wire û haya iroj ji dimene.

BerhemBiguherîne

Pirtûkên wî
  • Dîwana Melayê Cizîrî, Dîwan 114 beş in.

Pirtûk ji aliyê nivîskar Celaleddin Yöyler ve bi navê "Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî" hatiye neşrkirin.

Pêşangeha wêneyanBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  • Çapa Diwana Ciziri[1] ya latînî, ji aliyê Zeynelabidin Zinar û Emin N. ve hatiye kirin û di 1987an de li Stockholmê ji aliyê Roja Nû ve hatiye çapkirin. Ev çap 560 rûpel e.