Şirnex

Bajarekî Tirkiye

Şirnex bajarekî li bakurê Kurdistanê li Botanê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî parêzgeha Şirnexê ye. Wate ya wî navê "Bajarê Nûh" e [3]. Bajarê Şirnexê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirkî bi temamî wêran bûye.

Navçeya Şirnexê
Şırnak
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Serbajar Şirnex

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 4 bajarok
Hejmara gundan 14 gund

Gelhe (2013) 87.187[1] kes
Rûerd 1.864[2] km2
Berbelavî 44,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2013) 87.187 kes
Koordînat 37°31′11″Bk 42°27′34″Rh / 37.51972°Bk 42.45944°Rh / 37.51972; 42.45944
Bilindayî 1.385 m
Koda postayê 73000
Koda telefonê (+90) 486
Şirnex li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Şirnex
Şirnex
Şirnex (Tirkiye)
Şirnex li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Şirnex
Şirnex
Şirnex (Bakurê Kurdistanê)
Şirnex li ser nexşeya Şirnex nîşan dide
Şirnex
Şirnex
Şirnex (Şirnex)

Nav biguhêre

Di ser wateya navê Şirnex de fikrên cuda hene. Gora fikrê ku xelk bawer dike, navê Şirnex ji Şehr-î Nûh (bi erebî: Bajarê Nûh) tê.[4] Gora fikrê din, navê eşîrek bûye navê bajar jî.[5]

Kronolojiya bajêr biguhêre

Berî Zayînê:

Piştî Zayînê:

Erdnîgarî û sînorên bajêr biguhêre

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Taybetiyên çanda erda bajêr biguhêre

Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botan genim, kuncî, genimê şamî û pambû te çandin. Li Şirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjîr, gûz, tirî, hirmî, qeysî û xox qasi têra hêremê tê çandin û li gundên ser qonaxa çîyayê Cûdî zeytûn jî tê çandin.

Avhewa biguhêre

Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.

Çiyayên herêmê biguhêre

Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, gelîyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, gelîyê Botan û hwd.,kelê mêmo(qilaban,1924

Deştên Silopî û Cizîrê biguhêre

Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.

Çem û gol biguhêre

Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.

Babetên ajalan biguhêre

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.

Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013) biguhêre

Tevahiya sermijarî herêmê (tevî gundan) 475.255 e.

Bajarok biguhêre

Aborî biguhêre

Dewlemendiya binerdê biguhêre

Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.

Ciyên turîstîk, tarixî û gerê biguhêre

Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin

Çand û huner biguhêre

Ol û civak biguhêre

Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.

Xwarinên herêmê biguhêre

Keşkek, penîr û Sîrik xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarinên germ ên tam xweş jî ji bîr neke. Ser u pê, gutilk, serbidew, suryaz xwarnen herêmê ye cihegiringin.

Kincên heremê biguhêre

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.

Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.

Şer û wêranbûna Şirnexê, 2016 biguhêre

Di 13ê adara 2016an de li Şirnaxê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û dorpêç û êrîşên li dijî Şirnexê dest pê kirin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirkî piştî 246 rojan taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Bahçelîevler bi temamî wêran dikin[6].

Navdarên Bajêr biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2008, ji orîjînalê di 17 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 îlon 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ kerkuk-kurdistan.com, ji orîjînalê di 25 nîsan 2007 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 adar 2007
  4. ^ Parêzgariya Şirnex. "Dîrok" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 20 hezîran 2022 de hat arşîvkirin.
  5. ^ Ensîklopediya Îslamê ya TDV. "Şirnex" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 22 tebax 2021 de hat arşîvkirin.
  6. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)