Elkê (bi tirkî: Beytüşşebap) navçeyeke Şirnexê ye. Hejmara niştecihên bajêr 6586 û ya navçeyê jî 19.462 kes e.

Elkê
Beytüşşebap
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Serbajar Elkê

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 30 gund

Gelhe (2008) 19.462[1] kes
Rûerd 1.657[2] km2
Berbelavî 11,7 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 6.586 kes
Koordînat 37°34′14″Bk 43°10′0″Rh / 37.57056°Bk 43.16667°Rh / 37.57056; 43.16667
Bilindayî 1.545 m
Koda postayê 73800
Koda telefonê (+90) 486
Elkê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Elkê
Elkê
Elkê (Tirkiye)

Nav biguhêre

Elkê di nav berhemên klasîk ên Îslamî de wek Elqîy (أٌلقِي9 derbas dibe. Taybetî di berhema Yâqût el-Hamevî, Mu'cemul-Bûldan de wek Elkê derbas dibêje ;Kela Elkê girêdayî nahiyeya ez-Zevzana girêdayî hikûmdarê Mûsilê[3]. Navê Bêşebap jî di çavkaniyên Osmaniyan de peyda dibin[4]. Her çend bi wateya Erebî mala ciwanan bête zanîn jî îdîyek heye ku dibêje ji Beth Şabatha Aramî ye.

Dîrok biguhêre

Elkê di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Hurrî, Mîtanî, Asurî û Urartuyî li vê derê di dîrokê de desthilat bûn. Ev herêm di navbera Persan û Bzansiyan de bû. Dema hatina Îslamiyetê de ev herêm di bin desthilata Sasaniyan de bû. Di dema xelîfe Omer de ket bin destê mislimanan. Paşî ket bin destê Emewiyan û Ebbasiyan. Her wisa şaristanên Eyyubiyan, Selcukiyan, Mongolan jî dît. Di dema Osmaniyan de girêdayî sencaqa Hekarî bû. Piştî Osmaniyan jî, di dema dewleta Tirk de Hekarî sala 1936ê de bû parêzgeh û Elkê jî bû navçeya Hekariyê. Sala 1990ê de jî piştî parezgehabûna Şirnexê, bû qezaya Şirnexê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
  3. ^ Seyfettin Çetin, YÂKÛT el-HAMEVÎ’NİN MU‘CEMÜ’l-BÜLDÂN ADLI ESERİNDE KÜRTLER,r:83
  4. ^ Hüseyin Güneş,Beytüşşebap Tarihi Üzerine Bazı Notlar,r:30

Girêdanên derve biguhêre