Îdir

bajarekî Tirkiye

Îdir an jî Reşqelas[2] (bi tirkî: Iğdır) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û bajarê navenda a Parêzgeha Îdirê ye.[3] Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 101.700 kes e.

Îdir
Reşqelas
Bajar
Iğdır
Dîmenek ji bajêr û Çiyayê Agiriyê
Îdir li ser nexşeya Îdir nîşan dide
Îdir
Îdir
Îdir li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Îdir
Îdir
Koordînat: 39°55′12″Bk 44°2′37″Rh / 39.92000°Bk 44.04361°Rh / 39.92000; 44.04361
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehÎdir (parêzgeh)
SerbajarÎdir
Hejmara bajarokan4 bajarok
Hejmara gundan40 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.431 km2 (553 sq mi)
Bilindahî
860 m (2820 ft)
Nifûs
 (2009)
122.780[1]
 • Berbelavî85,8/km2 (222/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
76.950
Koda postayê
76500
Koda telefonê(+90) 476
Map
biguhêreBelge

Dîroka kevnar

biguhêre

Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku li Îdirê hatine kirin nîşan didin ku li herêmê ji mêj ve jiyan dest pê kiriye û herêmê malavaniya gelek şaristaniyan kiriye. Lêkolîn nîşan didin ku bicihbûnên yekem ên li herêmê ji serdema paleolîtîk û mezolîtîkê vedigere.[4]

Piştî ku Hûrî di navbera 5000 û 4000 salên berî zayînê de li herêmê bi cih dibin piştre gelên wekî Mîttanî, Hîtît, Asûrî, Kimerî, Med, Pers, Sumer û Sûbayî li herêmê bi cih bûne.

Herêm li dora 700 û 550 salê berî zayînê de ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin.

Dîroka nûjen

biguhêre

Îdir, an jî Îdir, piştî têkçûna wê ya paşîn di Şerê Rûs û Farisan ên (1826-1828) de ji aliyê Împaratoriya Rûsyayê ve ji Farisan tê standin. Piştê demekê dirêj ê dagirkirina rûsan bajêr di sala 1840an de bûye beşek ji herêma Îmeretiyaya Gurcistanê

Beriya Serhildanên Agiriyê îdir girêdayî bajarê Agirî bû. Piştî têk çûyîna Serhildana Agirî, Îdir bi Qersê ve hatiye girêdan û heya 1992an yek ji navçeyên parêzgeha Qersê maye. Di sala 1992an parêzgeha Îdirê hatiye damezrandin û bajêr dibe rêveberiya parêzgeha Îdirê.

Erdnîgarî

biguhêre

Bajarê Îdirê li bakurê Çiyayê Agiriyê li ser deşteke ku li gorî herêmên din ên derdora deşteke nizm e hatiye avakirin.

Îdir xwedî avhewaya parzemînî ya nîvziwa (Köppen: BSk, Trewartha: BS) ku di mehên havînan de germ û ziwa ye û di mehên zivistanan de sar û bi berf e.

Di mehên havînan de germahiya bajêr dike heya 33 °C bilind bibe û di mehên zivistanan de germahiya heya -6.7 °C ê dikeve.[5]

Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Îdirê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 2,4 6,5 14,0 20,0 24,7 30,2 33,8 33,7 29,1 21,8 12,9 4,6 Ø 19,5
Nimztirîn germahî (°C) −6,7 −4,1 1,8 7,2 11,6 15,9 19,5 19,0 13,9 7,7 0,7 −4,1 Ø 6,9
Germahî (°C) −2,7 0,7 7,6 13,4 17,9 22,9 26,5 26,2 21,1 14,0 6,0 −0,3 Ø 12,8
Barîn (mm) 13,3 14,7 21,4 42,0 50,1 30,0 14,9 9,4 12,1 24,1 19,5 14,3 Σ 265,8
G
e
r
m
a
h
î
2,4
−6,7
6,5
−4,1
14,0
1,8
20,0
7,2
24,7
11,6
30,2
15,9
33,8
19,5
33,7
19,0
29,1
13,9
21,8
7,7
12,9
0,7
4,6
−4,1
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
13,3
14,7
21,4
42,0
50,1
30,0
14,9
9,4
12,1
24,1
19,5
14,3
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Pêşketina nifûsê

biguhêre
Pêşketina niştecihan
Sal 1955 1960 1970 1980 1985 1990 1997 2000 2007
Niştecih 17.585 14.670 29.542 24.352 29.460 35.858 45.941 59.880 75.927

Dîmenên Îdirê

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "TÜİK, 2009". Ji orîjînalê di 17 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2011.
  2. ^ İbrahim Sediyani (2009). "Adını Arayan Coğrafya", Özedönüş Yayınevi, İstanbul. ISBN 9786054296002
  3. ^ Sediyani, İbrahim (2009). Adını arayan coğrafya. İstanbul: Özedönüş. ISBN 978-605-4296-00-2.
  4. ^ "Tarihçe". igdir.ktb.gov.tr. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  5. ^ "Statîstîkên avhewaya Îdirê".

Girêdanên derve

biguhêre