Çiyayê Agirî

Çiyayê Agirî an Grîdax an Glîdax, lê belê bi rastiya xwe Koşaxî an Çiyayê Şaxî (bi ermenî, Մասիս Masîs an Արարատ Ararat), çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ya beşa Bakurê Kurdistanê ye û dikevê sînorê Tirkiye. Bilindiya wî 5137 m ye û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê û komara Tirkiye ye. bi Çiyayê agirî ê biçû re bi rastî digotin şaxî biçûk bi ê mezin re digotin şaxê mezin.

Çiyayê Agirî
Արարատ Ararat
Mount Ararat from Artashat (28mm).jpg
Çiyayê Agirî,çiyayê şaxî,koşaxî
Bilindayî          5137 m
Cih Bazîd, Agirî, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
Zincîreçiya Qefqaz
Koordînat 39°42′7″Bk 44°17′50″Rh / 39.70194°Bk 44.29722°Rh / 39.70194; 44.29722
Nexşeya cihan Tirkiye
Çiyayê Agirî is located in Tirkiye
Çiyayê Agirî
Çiyayê Agirî
Cure Stratovolkan
Çalakbûna dawî Tîrmeha 1840

Serê wî jî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanîk hene. Çiyayê Agiriyê biçûk ku nêzîkê Agiriyê mezin e, 3896 m bilind e.

Etîmolojiya navBiguherîne

Ji serdema navîn a dawî ve navên Çiyayê Agirî tê bikaranîn. Navê çiyayê di kevneşopiya kurdî de bi navê Koşaxî an jî Çiyayê Şaxî hatiye bi navkirin. Navê çiyê di kurdî ya îro de Çiyayê Agirî ye. Ev nav tê wateya "çiyayê bi agir" yan jî "çiyayê agrîn". Navê kevneşopî ya farisiyê de navê Çiyayê Agirî bi (Farsî: کوه نوح) bi Kūh-e Nuh hatiye binavkirin. Ev nav di farisî de tê wateya "Çiyayê Nûh".

Navê Ararat guherînek Yewnanî ya peyva אֲרָרָט ('RRṬ) e, ku di zimanê Îbranî de ji bo Urartiyan ku di demên kevnar de li zozanê ku Ermenî lê hebûn dihat bikar anîn. Her çend çiya li cîhanê bi gelemperî bi vî navî tê nas kirin jî, tu mirovên herêmî ev nav ji bo çiya bikar neanîne. Di Kevnariya Klasîk de, di xebata Geographica ya Strabo de, lûtkeyên Çiyayê Agirî wekî βος (Abos) û Νίβαρος (Nibaros) di Grekiya Kevn de hatiye bikaranîn.

Çiyayê Agirî bi di kevneşopî ya zimanê ermenî de Masis Մասիս Masis be jî lê navên Ararat û Masis li Ermenîstana îro wekhev tên bikaranîn. Tê fikirîn ku ev nav ji peyva farisî ya navîn masist (mezintirîn) an ji "mns" ku di Proto-Hindo-Ewropî de tê wateya çiya. Li gorî arkeologê ermenî Petrosyan, navê Çiyayê Māšu, di Destana Gilgamêş de derbas dibe, navê çiyayê Māšu ji wir de maye.

Taybetmendiyên erdnîgarîBiguherîne

 
Simulasyona Çiyayê Agirî

Çiyayê agiriyê, lûtkeya herî bilind a Kurdistanê û Ewropayê ye. Heya 4000 metre bazalt taybetmendiyên çiyayek volkanî ku ji Lavên Andezîtê pêk tê û taybetmendiyên çiyayê volkanîk girtiye. Li serê çiyê rûerdeke qeşagirtî heye. Li rûyê rojhilat bi bilindahiya 3896 mîtroya Çiyayê Agirî ya Piçûk cîwarbûye. Di bilindahiya çiyayê agiriyê de xuyangên cihêreng heye. Mêrgên ku heya sînorê berfê tê, mêrgên kulîlkên cihêreng û rengîn û bi mêrgên çiyayî ve xwedanê dîmenek balkêş e.[1]

Bi tevahî 11 şaxên qeşagirtî yên ji serma qeşayê daliqandiye hene. Ev şaxên qeşayê di navbera 1 û 2.5 km de diguhezin. Daliqandina qeşayê li kêlekên başûrê çiya heta 3900 mîtro, li kêlekên bakur heta 4200 mîtro, berjêr bûye. Ji van şaxên qeşayê ya herî mezin li geliyê bakurê rojhilatê kraterê tê dîtin. Ji ber şepola zêde, qeşayên ku car bi car berjêr ve şiqitîne bû sedema çêbûna qeşagirtek mirî (qeşaya nûvekirî) di bilindahiya 2370 mîtro ya de li deverên jêrîn ên geliyê pêçaye.

 
Di demsala payîzê de dîmenek ji Çiyayê Agirî

Di lîteratûra dîn deBiguherîne

Çiyayê herî mezin ê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê li gor Încîlê pîştî tofanê , keştiya Hz. Nûh li serê Çiyayê Agirî daniye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin.

Li gorî baweriyek din ve jî, di Peyamana Kevin de, di nivîsa Tekvin hatiye nivîsandin ku Keştiya Nuh li çiyayê roniştiye. Lêbelê, di Quranê de tê gotin ku Keştiya Nûh "li ser Çiyayê Cûdî rûniştiye". Di salên 1950an de, di wêneyên hewayî de şeklên mîna keştiyê wekî hebûna keştiya Nûh hate şîrove kirin, lê piştra derket ku ew bê bingeh in.

Çiyayê Agirî ku di pirtûkên pîroz de jî derbas dibe. Di zimanên cûda de gelek navên Çiyayê Agiriyê hene. Navên sereke ku zêde têne bikaranîn ev in; Ararat, Kuh-i Nuh, Cebel'ûl û Haris in.

Kronolojiya çalakbûnêBiguherîne

Kronolojiya çalakiya volkanîk ya Holocene ya ku bi Çiyayê Agiriyê ve têkildar e an ji aliyê vekolînên arkeolojîk, dîroka devkî, tomarên dîrokî, an jî kombînasyona van daneyan ve tê tomarkirin kirin, ku ev delîl dide teqînên volkanî yên Çiyayê Agiriyê di navbera salên 2500–2400an, Berê Zayîna Îsa de (BZ) di sala 550an de, Pîştî Zayîna Îsa de di salên 1450 û 1783an, û di 1840an de çalak bûye. Delîlên arkeolojîk destnîşan dikin ku teqînên teqîner û herikînên pîroklastîk ên ji milê bakurê rojavayê Çiyayê Araratê, herî kêm yek ji wargeha çandê ya Kura – Araxes rûxandiye û binax kiriye. Di salên 2500–2400 de bûye sedema gelek kuştina mirovan. Dîrokên devkî diyar kir ku teqînek girîng a mezinahiya nediyar di 550 Berî Zayînî de qewimiye û teqînên piçûk ên xwezaya nediyar dibe ku di 1450 û 1783an de pêk hatibin. [2][3][4]

Li gorî şîrovekirina daneyên dîrokî û arkeolojîk, erdhejên bihêz ên ku bi teqînên volkanî re têkildar nabin jî di salên Berê Zayînê 139, 368, 851-893 û 1319an de çêbûye. Erdheja sala 139an û şimitoka ku di sala 1840an de ji lûtkeya Çiyayê Agiriyê herikî bû sedema qurbaniya gelek kes an.[5][6]

Di 2ê Tîrmeha 1840an de li Çiyayê Agiriyê teqînek avî ya binê erdê çêbû û ji şikestinên radyal ên li aliyê jorîn ê bakurê çiyê herikîna piroklastik pêk hat û di teqînê de erdhejek bi mezinahiya 7.4 pêkve qewimiye. Di vê erdhejê de 10 hezar kes mirin û ziyanek mezin çêbû.[7][8]

Galeriya wêneyanBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. "Ağrı Dağı". www.dogubayazittso.tobb.org.tr. Roja wergirtinê: 2020-12-21.
  2. Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (2002-03-15). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 113 (1): 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
  3. Karakhanian, Arkady S.; Trifonov, Vladimir G.; Philip, Herve; Avagyan, Ara; Hessami, Khaled; Jamali, Farshad; Salih Bayraktutan, M.; Bagdassarian, H.; Arakelian, S. (2004-03). "Active faulting and natural hazards in Armenia, eastern Turkey and northwestern Iran". Tectonophysics (bi îngilîzî). 380: 189–219. doi:10.1016/j.tecto.2003.09.020. ISSN 0040-1951. Dîroka di vê parametreyê de kontrol bike: |date= (alîkarî)
  4. Hayastani Gitowt'yownneri Azgayin Akademia (1993). "Hayastani Hanrapetowt'yan Gitowt'yownneri Azgayin Akademiayi teġekagir = Izvestija Nacional'noj Akademii Nauk Respubliki Armenija = Proceedings of the National Academy of Sciences of the Republic of Armenia". Hayastani Hanrapetowt'yan Gitowt'yownneri Azgayin Akademiayi teġekagir = Izvestija Nacional'noj Akademii Nauk Respubliki Armenija = Proceedings of the National Academy of Sciences of the Republic of Armenia (bi English). ISSN 0515-961X. OCLC 986781852.CS1 maint: Unrecognized language (link)
  5. Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (2002-03-01). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 113: 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
  6. Karakhanian, Arkady S.; Trifonov, Vladimir G.; Philip, Herve; Avagyan, Ara; Hessami, Khaled; Jamali, Farshad; Salih Bayraktutan, M.; Bagdassarian, H.; Arakelian, S. (2004-03-01). "Active faulting and natural hazards in Armenia, eastern Turkey and northwestern Iran". Tectonophysics. 380: 189–219. doi:10.1016/j.tecto.2003.09.020. ISSN 0040-1951.
  7. Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (2002-03-15). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 113 (1): 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
  8. Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (2002-03-01). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 113: 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.