Stratovolkan
Stratovolkan an jî volkana kompozît, volkaneke konîk e ku ji hêla gelek tebeqeyên lavan û piroklastên hişkbûyî ve hatiye çêkirin.[1] Her çend hin ji wan xwedî kraterên lûtkeyê yên hilweşandî ne ku jê re kaldera tên gotin, berevajiya volkanên mertalî, stratovolkan bi profîleke asê ya ku bi kratereke lûtkeyî û bi navberên demkî yên rijîna lavê ya teqîndar û rijîna lavê ya herikbar (efuzîv) ve hatine karekterîzekirin. Lava ku ji stratovolkanan diherike bi gelemperî ji ber vîskozîteya bilind berî ku dûr belav bibe sar dibe û pê re hişk dibe. Magmaya ku vê lavê çêdike, bi gelemperî felksîk e ku xwedan astên silikayên bilind û heta navîn e (wek riyolît, dasît, yan jî andesît) û bi mêjerên kêmtir magmaya mafîk û kêmvîskoz vedigire.[2] Herikîna lava felsîk a berfireh ne asayî ye lê hatiye dîtin ku heta 15 kîlomêtreyan herikiye.[3]
Sê stratovolkanên herî mezin ên Kurdistanê Çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê û Çiyayê Nemrûda Bidlîsê ye ku her sê stratovolkan li Bakurê Kurdistanê ne. Çiyayê Sîpanê heyamek dem dirêj e ku razandî ye. Herî dawî di sala 1840an de li Çiyayê Agiriyê û di sala 1692an de jî li Çiyayê Nemrûda Bidlîsê çalakiyên volkanîk hatine tomarkirin.[4][5]
Ji ber ku awayiya wan ê tebeqeyek pêkve ku ji rijandinên li dû hev ên madeyên teqandinê pêk tê, stratovolkan carinan wekî volkanên pêkhatî têne binav kirin. Berevajiya volkanên mertalî yên ku ne zêde ne, stratovolkan di nav celebên herî gelemperî yên volkanan de ne.[6] Du mînakên navdar ên stratovolkanan ev in ku yek ji van Krakatoaya li Endonezyayê ku ji bo teqîna xwe ya mezin di 1883an de tê naskirin û yekî din Stratovolkana Vesuviusa li Îtalyayê ye ku bi teqîneke mezin di sala 79an a p.z. de bajarên romayî yên Pompeii û Herculaneum binax kirine. Bi van her du teqînên mezin bi hezaran kes mirine.
Di serdemên nûjen de Çiyayê St. Helens ê li eyaleta Washington, DYAyê û Çiyayê Pinatubo li Fîlîpînê bi awayekî bifelaket teqiyan lê mirin zêde çênebûn.
Hebûna stratovolkanan li ser cîsmên din ên Pergala Rojê bi rengekî berbiçav nehatiye tespîtkirin.[7] Îstîsnayeke gengaz hebûna hinek girseyên veqetandî yên li Behramê ye ku wekê Zephyria Tholus hatiye binavkirin.[8]
Çêbûn
biguhêreStratovolkan li herêmên binavbûyî gelemperî ne. Çêkirina zincîr û koman li ser sînorên tektonîk ên plakaya ku qaşilê okyanûsê di binê qalika parzemînê de tê kişandin (volkanîzma kemera parzemînê, mînakî Qascade Range, Andes, Campania) yan jî tebeqeya okyanûsê ya din (volkanîzma kevan a giravê, mînak Japonya, Fîlîpîn, Giravên Eleutî). Magmaya ku stratovolkanan pêk tîne, dema ku ava ku hem di mîneralên hîdrokirî û hem jî di kevirê bazaltê yê porzê yê qaşilê okyanûsê yê jorîn de tê girtin, di zinara mantoyê ya astenosper a li jora plakaya okyanûsê ya binavbûyî de tê berdan.[9] Ava ku ji zinar tê azad kirin, xala helînê ya zinara mantoyê ya sergirtî dadixe xwarê ku dûv re di bin helîna qismî de ye û ji ber ziravbûna wê ya sivik li gorî zinara mantoyê ya derdorê, bilind dibe û bi demkî li binê lîtosferê dihewîne.[10] Piştre re magma di nav qaşilê de ku kevirê qaşilê ku sîlîkaya dewlemend vedihewîne hildiweşe û dibe sedema pêkhatinek navendî ya dawî. Dema ku magma nêzîkî rûxara jorîn dibe, ew di nav joreyek magmayê de di nav qalika di binê stratovolkanê de kom dibe.[9][9]
Pêvajoyên ku teqînên dawîn çêdikin wekî mijarek lêkolînê dimîne. Mekanîzmayên gengaz ev in:
- Cudabûna Magma ku di beşa herî jor a magmayê de magmaya herî sivik, herî dewlemenda silîka û herikbarên mîna av, halolîn û sulfur dîoksît ku kom dibin. Ev yek dikare bi awayekî dramatîk zextan zêde bike.[9]
- Krîstalîzasyona fraksîyonela ya magma. Dema ku mîneralên bêhîd ên wekî feldspar ji magmayê krîstal dibin, ew van volatîlan di şilava mayî de kom dikin ku dibe sedema kelîna duyemîn û dibe sedema ku qonaxek gazê (karbondîoksît an av) ji magmaya şil veqete û zextên odeya magmayê bilind bike.[11]
- Enjektekirin a magmaya nû di joreya magmayê de magmaya sartir a heyî ku tevlihev dike û germ dike, ev dikare zorê bide maddeyên firoke yên ji herikînê û dendika magmaya sar kêm dike û zextê zêde dike. Berîya ku gelek teqînên mezin pêk bên, di lavaya silisîk a ku nû hatiya teqandin da, tevî kristalên olîvîyên magnezyûmê yên ku nû hatine teqandin, delîlên mezin hene ku rîmeka reaksiyonê nîşan nade. Dibe ku ev çêbibe, lav di cih de piştî tevlihevbûnê ji ber ku olîvîn zû bi magma sîlîsîk re bertek nîşan dide ku rimek piroksên ava bike.[9]
Xetereyên stratovolkanan
biguhêreDi dîroka tomarkirî de, teqînên teqemenî yên li volkanên herêma binavbûnê (bihevre-sînor) xetera herî mezin ji şaristaniyan re çêkirine. Stratovolkanên herêma binavbûyî, wek Çiyayê St. Helens, Çiyayê Etna û Çiyayê Pinatubo, jiber xwedî magmayên pir hişk in destûrê nadin gazên di hindur de, bi gelemperî bi hêzeke xurt teqînên wan pêk hatine. Wekî encamek, zextên hundurîn ên mezin ên gazên volkanîkî yên girtî dimînin û di magmaya rûn de tevlihev dibin. Piştî şikandina helînê û vekirina kraterê, magma bi awayekî teqemenî diqelişe. Bi vî qelaştinê magma û gaz bi lez û bezek mezin diteqin.
Ji sala 1600an vir ve nêzîkî 300.000 mirov ji ber teqînên volkanîk hatine kuştin. Piraniya mirinan ji ber herikînên piroklastîk û laharan pêk hatine. Metirsiyên kujer ên ku bi gelemperî bi teqînên teqîner ên stratovolkanên herêma binavbûnê re têkildar in. Herikîna pîroklastîkan wekî herikêna aşîtan bi lez û bez li erdê diherike. Tevliheviyên agirên bermahiyên volkanîk ên germ, axek hûr, lava perçebûyî û gazên pir germkirî ne ku dikarin bi leza 160 km/s ber bi jêr ve biherikin. Nêzîkî 30.000 kes ji ber herikîna piroklastîkê ku di sala 1902an de di dema teqîna Çiyayê Pelée de li girava Martinique ya li Deryaya Karibik pêk hatibû, hatin kuştin. Di adara sala 1982an de, sê teqînên teqîner ên El Chichón li eyaleta Chiapasê ku li başûrê rojhilatê Meksîkê ye, bû sedema xirabtirîn karesata volkanîkî ya di dîroka welatê de. Gundên ku 8 km dûrî volkanê bûn ji ber herikîna piroklastîkan hatin hilweşandin û zêdetirî 2000 kes jiyana xwe jidest didin.
Li Kurdistanê yek ji çiyayên stratovolkan Çiyayê Agiriyê ku yek ji çiyayên herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye. Stratovolkana Çiyayê Agirî di dîrokên cûrbicûr de çalak bûye. Li gorî lêkolînên arkeolojîk çalak bûnên herî kevn ên Çiyayê Agiriyê di navbera salên 2500, 2400 û 550yê b.z. de pêk hatiye. Di dîrokên p.z. de di salên 1450 û 1783an û di 1840an de carek din dîsa çalak bûye. Li gorî delîlên arkeolojîk, herikînên pîroklastîk ên ji milê bakurê rojavayê Çiyayê Agiriyê, herî kêm yek ji wargeha çandê ya Kura–Araxes rûxandiye û binax kiriye.[12][13]
Teqîna herî kujer a volkanîk ku li Kurdistanê qewimiye di 2ê tîrmeha sala 1840an de teqîna Çiyayê Agirî ye ku teqînek avî ya binê erdê pêk hatiye û ji ber şikestinên radyal ên li aliyê jorîn a bakurê çiyê herikîna piroklastik pêk hatiye. Di teqînê de erdhejek bi mezinahiya 7.4 pêkve qewimiye û tê pêşkêşkirin ku di vî erdhejê de 10 hezar mirov jiyana xwe jidest dane.[12][14]
Xwelî
biguhêreXetereya ewrên xweliyê ji xeynî ku dibe bandorê li ser avhewa bike. Ewrên toz ên volkanîkî yên piştî teqînên volkanîkî xetereyek tewa ji bo ewlehiya trafîka hewayî çêdike.[15] Mînak, di dema teqîna Galunggung ya sala 1982an de li Javayê, Balafira British Airways 9 di nav ewrê tozê de, rastî xirabûna motorê ya demkî û zirara mekanîkî hat. Di van 20 salên borî de, zêdetirî 60 firokeyên ku piranîya wan firokeyên bazirganî ne, ji ber rûbirûbûna hewaya volkanîkî di dema firînê de zirar dîtine. Hinek ji van bûyeran bûne sedema windabûna hêzê ya hemî motoran ku hewcedariya daketinên ecele ya erdê pêk hatiye. Xweşbextaneyeke ku heta îro firokên jet di nav ewrên volkanîk de firiyane, ti ketina xwarê çênebûye.[15]
Lav
biguhêreJi ber ku lavên pir visskoz bi qasî hêdî hêdî diherike ku mirov yan jî ajal dikarin jiber herikînê birevin, herikîna lavên ji stratovolkanan bi gelemperî ji bo mirov û ajalan xetereyek girîng nîn e. Lê nêzîkî wargehan gun an bajar dibe ku jibo mal û milkê mirovan zirareke ziyanî bide. Li gel vî yekê hemî stratovolkan lavên vîskozên hevgirtî napekênîn. Nîyragongo pir xeternak e ji ber ku magmaya wê xwedî naveroka sîlîka ya kêm e ku ew pir lavê şil dike û bi awayekî anormal herikîna lavê bileztir dike. Lavên herikoyî bi gelemperî bi çêbûna volkanên mertalî berfereh ên mîna yên Hawaii re têkildar in lê Nîyragongo xwedan lûtkeyên pir asê ye ku lav dikare bi leza 100 km/s biherike. Herikîna lavan dibe ku qeşa û cemedên ku li kratera volkanan û qûntarên jorîn kom bûne bihelînin û herikînên lahar ên mezin derxînin holê.
Bombeyên volkanîk
biguhêreBombên volkanîk kevirên magmayê ji i agir in ku ji mezinahiya pirtûkan bigire heya mezinahiya otomobîlên piçûk e ku di qonaxên teqînên bi hêz de ji stratovolkanan bi teqemeniyê re têne pekandin. Bombeyên volkanîk dikarin qederê 20 kîlomêtreyan ji volkanê (cihê ku jê dipeke) dûr dikeve û xetereyan ji bo avahî û ji bo mirovan çêdikin.
Stratovolkanên Kurdistanê
biguhêreErdnîgariya Kurdistanê bi taybetî erdnîgariya Bakurê Kurdistanê xwedî çiyayên stratovolkanî ne. Çiyayên stratovolkanên Kurdistan ku li Bakurê Kurdistanê ne Çiyayê Agiriyê, Çiyayê Sîpanê û Çiyayê Nemrûd a Bitlîsê ye. Çiyayê Nemrûd a Bitlîsê di sala 700.000ê b.z.[16] û herî dawî di sala 1692an de çalak bûye.[12] Çalakiyên volkanîkî yên Çiyayê Agiriyê di navbera salên 2500, 2400 û 550yê b.z. û di salên p.z. de jî di salên 1450, 1783an û di sala 1840an de çalak bûye.[12][17] Stratovolkan a Kurdistanê ya herî ku demekê demdirêj e razandiye Çiyayê Sîpanê (Sîpanê Xelatê) ye ku herî dawî di sala 8050an ê b.z. de çalak bûye.[18] Her sê çiyayên stratovolkanî yên Kurdistanê li heman herêmê ne û nêzîkî hev in.
Lîsteya stratovolkanên Kurdistanê
biguhêreÇiya | Bilindahî (mêtre) | Parêzgeh | Herêm | Cih (koordînat) | Çalakiyên herî dawî |
---|---|---|---|---|---|
Çiyayê Agirî | 5137 | Agirî | Bakurê Kurdistanê | 39°42′7″Bk 44°17′50″Rh / 39.70194°Bk 44.29722°Rh | Sala 1840ê p.z. |
Sîpanê Xelatê (Çiyayê Sîpanê) | 4049 | Bidlîs | Bakurê Kurdistanê | 38°55′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.91667°Bk 42.81667°Rh | Sala 8050yê b.z. |
Çiyayê Nemrûdê | 2948 | Bidlîs | Bakurê Kurdistanê | 38°37′0″Bk 42°14′0″Rh / 38.61667°Bk 42.23333°Rh | Sala 1692ê p.z. |
Çavkanî
biguhêre- ^ "Copyrights and Credits | U.S. Geological Survey". www.usgs.gov. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2022.
- ^ Teide Volcano (bi îngilîzî).
- ^ "Garibaldi volcanic belt: Garibaldi Lake volcanic field". Catalogue of Canadian volcanoes. Geological Survey of Canada. 1 nîsan 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2009. Roja gihiştinê 27 hezîran 2010.
{{cite web}}
: CS1 maint: unfit URL (lînk) - ^ Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (15 adar 2002). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 113 (1): 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
- ^ Aydar, Erkan; Gourgaud, Alain; Ulusoy, Inan; Digonnet, Fabrice; Labazuy, Philippe; Sen, Erdal; Bayhan, Hasan; Kurttas, Turker; Tolluoglu, Arif Umit (1 gulan 2003). "Morphological analysis of active Mount Nemrut stratovolcano, eastern Turkey: evidences and possible impact areas of future eruption". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 123 (3): 301–312. doi:10.1016/S0377-0273(03)00002-7. ISSN 0377-0273.
- ^ Schmincke, Hans-Ulrich (2003). Volcanism. Berlin: Springer. ISBN 3-540-43650-2. OCLC 52622848.
- ^ Barlow, Nadine G. (2008). Mars : an introduction to its interior, surface and atmosphere. Cambridge, UK: Cambridge University Press. ISBN 978-0-511-39451-5. OCLC 232551466.
- ^ Stewart, Emily M.; Head, James W. (25 tebax 2001). "Ancient Martian volcanoes in the Aeolis region: New evidence from MOLA data". Journal of Geophysical Research: Planets (bi îngilîzî). 106 (E8): 17505–17513. doi:10.1029/2000JE001322.
- ^ a b c d e Schmincke, Christian (2003). Das Fibromyalgiesyndrom und die chinesische Medizin. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 199–211. ISBN 978-3-540-44194-6.
- ^ Schmidt, A.; Rüpke, L. H.; Morgan, J. P.; Hort, M. (1 kanûna pêşîn 2001). "How Large a Feedback Effect Does Slab Dewatering Have on Itself ?". 2001: T41C–0871.
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya|journal=
hewce ye (alîkarî) - ^ Wech, Aaron G.; Thelen, Weston A.; Thomas, Amanda M. (1 gulan 2020). "Deep long-period earthquakes generated by second boiling beneath Mauna Kea volcano". Science. 368: 775–779. doi:10.1126/science.aba4798. ISSN 0036-8075.
- ^ a b c d Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (15 adar 2002). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 113 (1): 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
- ^ "Hayastani Hanrapetowt'yan Gitowt'yownneri Azgayin Akademiayi teġekagir = Izvestija Nacional'noj Akademii Nauk Respubliki Armenija = Proceedings of the National Academy of Sciences of the Republic of Armenia Gitowt'yownner erkri masin. = Nauki o zemle = Earth sciences | WorldCat.org". www.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2022.
- ^ Karakhanian, A.; Djrbashian, R.; Trifonov, V.; Philip, H.; Arakelian, S.; Avagian, A. (1 adar 2002). "Holocene-historical volcanism and active faults as natural risk factors for Armenia and adjacent countries". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 113: 319–344. doi:10.1016/S0377-0273(01)00264-5. ISSN 0377-0273.
- ^ a b "Copyrights and Credits | U.S. Geological Survey". www.usgs.gov. Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2022.
- ^ Pearce, J. A.; Bender, J. F.; De Long, S. E.; Kidd, W. S. F.; Low, P. J.; Güner, Y.; Saroglu, F.; Yilmaz, Y.; Moorbath, S. (20 kanûna pêşîn 1990). "Genesis of collision volcanism in Eastern Anatolia, Turkey". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 44 (1): 189–229. doi:10.1016/0377-0273(90)90018-B. ISSN 0377-0273.
- ^ "Hayastani Hanrapetowt'yan Gitowt'yownneri Azgayin Akademiayi teġekagir = Izvestija Nacional'noj Akademii Nauk Respubliki Armenija = Proceedings of the National Academy of Sciences of the Republic of Armenia Gitowt'yownner erkri masin. = Nauki o zemle = Earth sciences | WorldCat.org". www.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Global Volcanism Program | Süphan Dagi". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2022.