Herîkîna piroklastîk

Herîkîna piroklastîk, herikîna bilez a gaza germ û madeyên volkanîk e (ku hemî bi hev re wekî Tephra tê binavkirin) ku bi leza navînî 100 km/s ji volkanekî li erdê diherike û dikare bigihîje leza 700 km/s ê.[1] Germahiya vî gaz û tephrayê dikarin bigihîjin germahiya bi qasî 1000 °C e.

Herikîna piroklastîk ku di sala 1984an de ji Volkana Mayonê li Fîlîpînê diherikin.

Herikîna piroklastîk ji hemû xetereyên volkanîkî, xetereyên herî kujer in û di encama reşandina bi teqînan re çêdibin ku bi awayekî normal digihîje erdê û bi berjêra erdê ve diherike yan jî bi paralela gravîtasyonê (hilkişîna erdê) ve tê belavkirin.

Etîmolojî

biguhêre

Peyva piroklastîk ji peyvên zimanê yewnanî πῦρ (pýr), tê ku tê wateya "agir" û ji peyva κλαστός (klastós), ku tê wateya "perçe perçe" hatiye wergirtin.[2]

Herikîna piroklastîk celebek herikîna gravîtê ye ku di wêjeya zanistî de carinan ew bi kurteya îngilîzî Pyroclastic Density Current (PDC) tê binavkirin ku tê wateya herikîna zêde ya piroklastîkê.

Mekanîzmayên curbicurên ku dikarin herikîna piroklastîk çêbikin hene:

  • Hilweşîna jêdera stûnek teqînê ya ji teqînek Plinian (mînak, Çiyayê Vesuvius ku dibe hilweşandina Herculaneum û Pompeii ku di sala 79 p.z. de pêk hatiye). Di teqînek wiha de, maddeya ku bi zorê ji jêderê tê derxistin hewaya derdorê germ dike û tevliheviya serobin re bi kîlomêtreyan bi reşandin re bilind dibe.
  • Hilweşîna jêdera stûnek teqînê ya ku bi teqînek volkanîkî ve girêdayî ye (mînak, Volkana Soufrière Hills a Montserrat ku gelek ji van herikîn û pêlên piroklastîk ên kujer pêk aniye). Ji gaz û teqînan ewrekî ku ji ewrên derdorê stûrtir e pêk tîne û vediguhere herikîna pîroklastîkê.
  • Di dema bêgazkirina lava derketî de kef di devê jêderê de çêdibe. Ev kef jî dibe sedema hilberîna kevira bi navê ignimbriteê.
  • Hilweşîna gravîtasyonî ya qubeyek lavê yan jî koma lavê, digel herikîna berza asê (mînak, Volkana Montserrat's Soufrière Hills, ku di sala 1997an de bûye sedema nozdeh mirinan).
  • Teqîna arasteyî (yan jet) dema ku beşek ji volqanekê hilweşe yan jî biteqe, (mînak, teqîna Çiyayê St. Helens ku di 18ê gulana 1980an de pêk hatiye) her ku dûrbûna ji volkanê zêde dibe, ev bi lez vediguhere herikîna gravîtasyonî.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "MSH Pyroclastic flow [USGS]". pubs.usgs.gov. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ Jukes, J. Beete (Joseph Beete) (1862). The student's manual of geology. Library of Catalonia. Edinburgh : Adam and Charles Black.