Agirî (parêzgeh)
Agirî (bi tirkî: Ağrı) yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye. Navenda îdarî ya parêzgehê bajarê Agirî ye
Parêzgeha Agiriyê | |
Koda parêzgehê: 04 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Qerekose |
Walî | Musa Işın |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2015) - Gelhê bajaran - Gelhê gundan |
549.435 kes 299.628 kes 249.807 kes |
Rûerd | 11.376 km2 |
Berbelavî | 46,7 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 8 navçe |
Hejmara bajarokan | 12 bajarok |
Hejmara gundan | 566 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
Parêzgehek li rojhilat bi Îranê, li bakur bi Qers, li bakurrojavayê bi Erziromê, li başûrrojavayê bi Mûş û Bitlîsê, li başûr bi Wanê û li bakur-rojhilatê bi Îdirê ve cîran e. Rûbera wê 11.099 km2 û nifûsa wê 510.626 (2022) ye.[1] Paytextê parêzgehê Agirî li ser deşteke 1650 metre (5410 ft) bilind e. Bazîd heta sala 1946an navenda parêzgehê bû.
Nav
biguhêreDi serdema Osmaniyan de jê re digotin Şarbulak/Şarbilax, ku tê wateya "cîhê avî, an jî çavkaniya avê". Di sala 1927an de navê Qerekose lê hate dayîn. Ji sala 1946an vir ve bajar û parêzgeh navê xwe yê îroyîn ji Çiyayê Araratê digire.
Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê çiya, yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûh" yanî çiyayê Nûh bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Kurd ji vî çiyayî re Grîdax jî dibêjin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî çîyayekî etunîye yanî berê volkanek bû . Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.
Bajarê Agirî li ser Deşta zêdka, li rex çemên Mûrad û Sînegê, li jêra Girê Qijik Tabo ava bûye. Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. Hin kal û pîrên herêmê ji vî bajarî re Çolereş jî dibêjin.
Erdnîgarî
biguhêreNîvê rûerdê parêzgeha Agiriyê ji çiyayan pêk tê. Parêzgeha Agiriyê ji aliyê bakûr ve bi çiyayên Arasê û li aliyê başûr çiyayên mîrgemîr dorpêçkirî ye.[2] Bi bilindahiya 5137 m, Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind ê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Her sal ji aliyê pir çiyageran tê hilkişandin û ji Azerbaycanê, Îranê, Gurcistanê û Ermenistanê ve tê dîtin. Bajarê herî nêzîkê vî çiyayî Bazîd e. Çiyayê Agirî ê piçûk (3925 m) jî li kêlaka agiriya mezin, li aliye rojhelata başûr cîh digre. Çiyayên din ên bilind çiyayê Sîpan (4058 m), Mîrê Çiyan (3433 m), Aşağı Dağı (3270 m), Karadağ Dağı (3243 m) û Aladağ Dağı (3250 m) ne. Gola Agiriyê ya herî girîng Gola Masiyan e, bilindahiya wê ji ruyê deryayê 2245 m û kûrahiya wê a mezintirîn 37 m ye.
Deştên herêmê bi bereket in, di nav depoyên volkanîk de ne û ji bo çandina dexl û çêrandinê têne bikar anîn. Çemê Mûratê (ku paşê diherike nav ava Firatê) ji herêmê diherikin û van deştan av didin. Mêrgên bilind ji bo çêrandinê tên bikaranîn.
Zivistan sar, havîn germ in. Germahiya navîn a zivistanê li dora -10 °C (14 °F) ye û quntarên çiya bi giranî tazî ne. Di nav çiyayan re çend rêyên girîng hene.
Navçe
biguhêre- Qerekose, Qerekilîs, Qerekîs, Qereysî (Ağrı): Qerekose an Qerekilîse, Çemê Çeto, Zîro
- Giyadîn (Diyadin): Giyadîn
- Bazîd, Kurdava (Bayazıt): Bazîd, Mûsûn
- Zêtka (Eleşkirt)(tr: Eleşkirt): Zêtka, Dahar (Xalyaz)
- Xamûr (Hamur): Xamûr an jî Hewaran an xanwêran
- Patnos (Patnos): Patnos, Dedelî
- Avkevir (Taşlıçay): Avkevir
- Dutax (Tutak): Dutax
Dîrok
biguhêreKronolojî
biguhêreBerî Îsa (Zayîn)
- 1340 - 1200 Dema hûriyan
- 1200 - 600 Medeniyeta Ûrartûyan
- 678 - 549 Dema Mediyan
- 331 Dema Mekodoniyan
Pishtî Îsa(Zayîn)
- 339 Dema Bîzansiyan
- 750 Dema Ebasiyan
- 990 Dema Merwanîyan
- 1102 Dema Selçûkiyan
- 1355 Dema Mîreketîya Zirqanî
- 1560 Dema Osmaniyan
- 1835 Dema Mîreketîya Bayezîd
- 1860 Dema Osmaniyan
- 1912 Dema Rûs
- 1920 Dema Osmaniyan
- 1923 Dema Tirkiye
Asîmîlasyon û tirkkirin
biguhêreJi bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[3], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[4] Bi vî havî Agirî di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
Erdnîgarî
biguhêreBajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
biguhêrePîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.
Av Uhewa
biguhêreLi heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.
Deşt û Zozan
biguhêreDeşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî Deşta Patnos û Giyadînê ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agiriyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.
Çiya
biguhêreÇiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.
Çem û gol
biguhêreÇemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.
Gola Masiyan
biguhêreGola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), gelê herêmê Gola Kuştiyan jî dibêje. Gol, 60 kîlometre li aliyê Bakurê Rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çê bûye ye.[1]
Ragihandin
biguhêreGola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.
Babetên heywanan
biguhêreLi Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.
Serjimar (2015) û navçeyên bajar
biguhêre- Navend; 146.007
- Gihadîn; 44.693, pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
- Bazîd; 121.112, kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km²ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ehmedê Xanî li vir e.
- Zêtka; 37.744, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
- Xamûr; 20.364, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
- Panos; 125.324, pîvana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
- Avkevir; 21.611, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - Îranê ye
- Dutax; 32.580, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.
Tevahiya ya serjimara herêmê (tevli gundan) 549.435 e. Pir serjimarekî giran ji bajarên din koçberî kirin hatin. (neziki 500.000 mirov bajaren din dijî)
Aborî
biguhêreCiyên turîstîk û germavên herêmê
biguhêreJi welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê zêwî kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê zêwî kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.
Serwetên bin erdê
biguhêreLi Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.
Çand û huner
biguhêreDîn û civak
biguhêreSerjimara bajar tevahiya Misilman in, hejmara Xiristiyanan pir kêm in. Piraniya serjimarê ji kurdan pêk tê, Azerî jî wek ciwaka duyem li herêmê hene.
Xwarinên herêmê
biguhêreXwarina herî meşhûr qelî ye. Kufteya Evdîgor, xîngel, mertoxe, xaşîl, savara bigoşt, helîse, karêberg, keşk û girar xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
biguhêreZilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.
Navdarên Bajêr
biguhêre- Hozan Serhad
- Sema Yüce
- Leyla Îşxan
- Biroyê Heskî Têlî (Biroyê Hesikê Têlî)
- Şêx Evdilqadir
- Xalis Begê Sipkî
- Nacî Kutlay
- Reşîdê Baso
- Wezîrê Eşo
- Yilmaz Çamlibel
- Xelîfe Ûsiv
- Urfan Alpaslan (Serdar Ararat)
- Huseyîn Yilmaz
- Îbrahîm Rojhilat
- Cesîm Bager
- Evdalê Zeynikê
- Sêwî Silo
- Şakiro
- Dengbêj Gulê
- Nizamettin Ariç
- Dengbêj Nûroyê Agirî
- Reşo Zîlan
- Mele Mehmûdê Bazîdî
- Kismet Yildiz
- Dengbêj Keremê Kor
- Yûsûf Çetîn - Şoreş (Fîlmkêş)
- Çarnewa Silêman
- Yildiz Gultekîn (kewê)
- Dengbêj Nîhatê Agirî
- Bekir Kaya (Şaredarê Wan ê)
- Zahîr Kayan (nivîskar û helbestvan)
- Yaşar Eroglu (Gazî û nivîskar)
- Murad Celalî (nivîskar)
- Kor Hisên Paşa
- Memo Beg
- Nadir Beg
- Edoyê Azîzî
- Nurettîn Basût
Êl û Eşîrên Herêma Agirî
biguhêreRastî li navenda Agiriyê û navçeyên mîna Bazîd û Dutaxê zêde eşîrtî tune ye. Gelek kes nizanin ku ji kîjan êlê ne jî. Lê navçeyên mîna Panos, Giyadîn, Avkevir û Hewaran (Xamûr) eşîrtî gelekî zêde ye û gelek caran şer di navbera êlan de jî dertên.
- Redkî (Redkan)
- Kurdikan (Kurdkan)
- Cemaldînî
- Dilxêrî
- Şemskî
- Geltûrî
- Pîrebadî
- Êlî (Êlya)
- Bekiran
- Celalî
- Xelikî (yek ji 3 milên celaliyan e)
- Bilxikî (yek ji 3 milên celaliyan e)
- Sakî (yek ji 3 milên celaliyan e)
- Heyderî (Heyderan)
- Brûkan (Birûkan)
- Giravî
- Sîpkî (Sîpkan)
- Xelesinî (milekî sipkî ye)
- Birîmî (milekî sipkî ye)
- Etmankî (Edmanekî)
- Nezoyî
- Pîlekî
- Mikaîlî (Mikaîlan)
- Hemoyî (Hemoya, hemoî)
- Memanî (Meman)
- Quricî (Qurica)
- Azîzan (Azîzan)
- Pinaşiya (pinaşya)
- Seyîda (seyîdan)
- Berazî (berezan)
- Berjêrî
- Asî
Navên Gund û Bajarokên Bajarê Agirî
biguhêrenavên rastî (kurdî) û navên tirkî
- Ehmedbeg (ahmetbey)
- Axadevê Jêrê (aşağı ağadeve)
- Aşqele (Aşkale)
- Hecîhano (ağılbaşı)
- Keşîşê Elîbegê (akbulgur)
- Tûjo (akçay)
- Dodo (altınçayır)
- Mele osman (anakaya)
- Kasor (arakonak)
- Dormeliya Jêrê (aşağı drmeli)
- Exta Jêrê (aşağı kent)
- Kopqiranê Ecema (aşağı küpkıran)
- Wêretega Jêrê (aşağı saklıca)
- Darebiya Jêrê (aşağı yoldüzü)
- Qaziyê Mirtiva, qaziyê zêtka (aslan gazi)
- Badilya (badıllı)
- Ava Masiya (baliksu)
- Kanîsitrî (balkaynak)
- Qezer (ballıbostan)
- Keşîş (baloluk)
- Şeko (başçavuş)
- Exta Jorê (başkent)
- KanîSpî (beşbulak)
- Kanîsor (beşiktepe)
- Bezirxane (bezirhane)
- Bilûbaşî (bölükbaşı)
- Xanereşk (boztoprak)
- Sofyan (çakıroba)
- Çamûrlî (çamurlu)
- Çata elî paşa (çatalipaşa)
- Qasê (çayırköy)
- Goma Dawo (çoban beyi)
- Hêliksan (çukuralan)
- Yekmal (çukurçayır)
- ÇemêÇeto (cumaçay)
- Dede Mexsût (dedemaksut)
- Girekol (doğutepe)
- Elomilo (dönerdere)
- Gezgez (Gezgezik) (dumanlı)
- Zado (eğribelen)
- Navîk (eliaçık)
- Botî (esenköy)
- Boşîk (yolugüzel)
- Oncelî (yoncalı)
- Birûkan (özbaşı)
- Qerenewê (özveren)
- Sabûncî (sabuncu)
- Kevirê Kerr (sağırtaş)
- Sarê (sarıca)
- Poxana (sarıdoğan)
- Açme (sarı harman)
- Kevirê Gezo (Sarıtaş)
- Soxana (soğanköy)
- Qere cehennem (söğütlü)
- Demizxan (suçatağı)
- Hemzikan (taştekne)
- Qisqanca (taypınar)
- Cimka (tellipınar)
- Amad (tezeren)
- Curuh (uçarkaya)
- Ûzinmalî (uzunveli)
- Şêrwêran (yakınca)
- Abûzer (yalnızkonak)
- Babî (yaylaköy)
- Yaçî (yazıcı)
- Mengeser (yazılı)
- Yixnîtape (yığıntepe)
- Gijmînik(Gijmiik) (yorgun söğüt)
- Dormeliyê Jorê(Dormeliya Jorîn) (yukarı dürmeli)
- Kopqiranê Eyup Paşa(Kobqirana Jorîn) (yukarı küpkıran)
- Abûzeyitê Jorê (yukarı pamuktaş)
- Wêretega Jorê (yukarı saklıca)
- Darebiyê Jorê (yukarı yoldüzü)
- Mîrenga (yurtpınar)
- Fêra (ziyaret)
- Gevirgewrk (eskiharman)
- Gerger (geçitalan)
- Sirdo (gümüşyazı)
- Xerbegul (güneysu)
- Ezraîl (güvendik)
- Şebo (güvenli)
- HecîSefer (hacısefer)
- Qerê (hanoba)
- Xidir (hıdır)
- Qelender (kalender)
- Qeresû (karasu)
- Walîerep (kavacık)
- Qewax (kavakköy)
- Qeyabeg (kayabey)
- Qazî (kazlı)
- Kevirgewrk (kocataş)
- Gundik (koçbaşı)
- Bavina (konuktepe)
- Hecîdodo (kovancık)
- Cimka (kumlugeçit)
- Rebena (mollaali)
- Gomik (mollaosman)
- Zîro (murat)
- Mûratxan (murathan)
- Korko (oğlaklı)
- Extê (ortakent)
- Qoto (ortayokuş)
- Mezra(Mezre) (otlubayır)
- Êranos (ozanlar)
Çavkanî
biguhêre- ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ www.agri.edu.tr https://www.agri.edu.tr/detail.aspx?id=278&bid=1&tid=7. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
- ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
Bîblîografî
biguhêre- http://www.nufusu.com/il/agri-nufusu
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.
- Bajarê Agirî: http://ararat-welat.blogspot.com/
Girêdanên derve
biguhêre- Lîsteya gundên Agiriyê bi kurdî Girêdana arşîvê 2014-08-18 li ser Wayback Machine