Xalis Begê Sipkî

Serhildêrên kurd

Xalis Begê Sipkî (bi fermî Halis Öztürk), * 1899 li Dutax, bakurê Kurdistanê; m. 24ê îlona 1977an) yek ji pêşmergeyên sereke yên serhildana Agiriyê bû.

Xalis Begê Sipkî
Navê rastî
Halis Öztürk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1899 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin24 îlon 1977 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Democrat Party Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Fermandarên kurd di serhildana Agiriyê de. Ji rastê: Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende Beg

Dewleta Romê (Tirkiye) ji bo heqaretkirinê paşnava Öztürk (tirkê xas) dide malbata wî. Piştî şikestina serhildanê û komkujiya Geliyê Zîlanê, dikeve siyasetê.

Bavê wî (Abdulmecîd Begê Sipkî) fermandarekî Hemîdiye (Hamidiye Alaylari) yên ku osmaniyan li dijî Îranê avakiribûn bû. Yek ji giregirên serhildana Agiriyê û Komara Agiriyê bû. Li ser navê komara kurd, bi dewleta Tirkiyeyê re ketiye hevdîtinan.

Bi alîkariya Îran, YKSS û Brîtanyayê serhildana Agiriyê têk diçe. Xalis Beg dîl tê girtin lê ji destê tirkan difilite diçe rojhilatê Kurdistanê.

Dewleta Romê efûyê dertîne û vedixwîne

biguhêre

Wê demê siyaseta dewletê ew bû ku hinekê bi nermî têkiliyan bi beg û axayên Kurdistanê re dayne, wan li Kurdistanê bike desteser û bi destê wan jî kurdan kontrol bike. Gelek axayên kurdan ketin vê têkiliyê.

Demokrat Parti (DP) ya ku hinekê li dijî partiya Mustafa Kemal Atatürk CHP bû, bi zanîn an nezanîn bûbû navenda demokratan. Kê ji sazûmaniya kemalîst ne memnûn bû, xwe dispart Demokrat Partiyê. Xalis Beg jî sê caran wekî parlamenterê DPyê di meclîsa tirkan de cih digire.

Bi tirkî nizane

biguhêre

Xalis Beg baş bi tirkî nedizanî û nedixwest jî. Ji ber wê pirr tevlî siyaseta navxweyî tirkan nedibû. Li derfetên biçûk digeriya ku bi wan alîkariya kurdan bike, birînên wan bikewîne.

Di 27ê gulana 1960an de leşker tên ser text. Wekî tevayiya giregirên DPyê, Xalis Beg jî digirin, didarizînin. Di darizandinan de ji ber ku ew nikare bi tirkî derdê xwe bêje, herçendî zimanê kurdî qedexe bû jî, dadger îfadeyên wî bi alîkariya wergerekî digire. Dadgeh 10 salan lê ceza dibirre.

Mirovekî pirr zîrek û henekhez bûye. Hestên wî yên welatparêziyê gelek mezin bûye, dixwestiye di nava sîstema heyî de doza kurdan biparêze.

Sê caran marî bûye (zewiciye), 13 keç, 7 kurên wî bûne.

Çavkanî

biguhêre