Pêşmerge
Pêşmerge, hêzên leşkerî ya kurd e ku berpirsê ewlekariya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ye. Hêzên Pêşmerge li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, berpirsê ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ye.[2][3][4] Li gorî yasayên Iraqê ya niha qedexe ye ku hêzên çekdar ên Iraqê derbasê herêma ewlehiya berpirs a hêzên pêşmerge (Herêma Kurdistanê) bibin.
Pêşmerge | |
---|---|
Damezrandin | Ji salên 1920an heta niha |
Welat | başûrê Kurdistanê |
Cure | Artêş |
Mezinahî | 390.000[1] |
Dîroka Pêşmerge vedigere sedsala 18an ku di bin destê Osmanî û Safewiyan de weke hêzeke tund-eşîretî dest pê kir û paşê di sedsala 19an de guherî hêzeke gerîlayî ya bi dîsîplîn û perwerdekirî. Di sedsala 20an de hêzên pêşmerge wekî artêşeke nîzamî berpirsyariya ewlekariya Başûrê Kurdistanê girtiye ser xwe.
Etîmolojî
biguhêrePeyva "Pêşmerge" tê wateya "pêş girtina mirinê".[5][6] Valentine diyar dike ku ev nav yekem car ji aliyê Qazî Mihemed ve di dema Komara Mehabadê de (1946-1947) hatiye bikaranîn.
Dîrok
biguhêreKevneşopiya serhildanê ya şervanên Kurd bi hezar salan li gel daxwazên serxwebûnê heye û şervanên Kurd ên destpêkê li dijî Împeratoriyên farisî, Împeratoriya Osmanî û Împaratoriya Brîtanyayê şer kirine.[7]
Di dîrokê de Pêşmerge cara yekem wekî rêxistineke gerîlayî hebûn lê di bin Komara Kurdistanê a Mehabadê ya xweser (1946-1947) de, hêzên Pêşmerge bi serokatiya Mistefa Barzanî bû artêşa fermî ya komarê. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê a Mehabadê û bidarvekirin serokê komarê Qazî Mihemed, hêzên Pêşmerge dîsa wek rêxistineke gerîlayî derketiye holê.[8]
Li Başûrê Kurdistanê piraniya Pêşmergeyan bi serokatiya Mistefa Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê dihate birêvebirin.[9] Di sala 1975an de Pêşmerge di şerê duyem ê Iraq û Kurdistanê de têk çû. Endamê serkirdayetiya PDKê Celal Talebanî di heman salê de ji bo zindîkirina berxwedanê derket û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand. Ev bûyer dibe bingehek ji bo nerazîbûna siyasî di navbera PDK û YNKê de ku heta îro hêzên Pêşmerge û piraniya civaka Kurdistanê ku li Kurdistanê parçe bûye.[10][11]
Piştî mirina Mistefa Barzanî di sala 1979an de kurê wî Mesûd Barzanî cihê wî girt.[12] Ji ber ku alozî di navbera PDK û YNKê de zêde bû, piraniya Pêşmergeyan şer kirin ku herêmekê di bin kontrola partiya xwe de bihêlin û di heman demê de li hember êrişên artêşa Iraqê jî bisekinin.
Di sala 2022an de jibo yekkirina hêzên Pêşmerge niqaş hene.[13]
Çek
biguhêrePayeyên (rutbe) leşkerî
biguhêreÎngilîzî | Kurdî |
---|---|
General | Payedar |
Lieutenant General | Salar |
Major General | Serdar |
Brigadier | Sertîp |
Colonel | Serheng |
Lieutenant Colonel | Pêşkar |
Major | Pêşrew |
Captain | Pêşeng |
First Lieutenant | Cîdarî yekem |
Second Lieutenant | Cîdar |
Çavkanî[14] |
Pêşangeha wêneyan
biguhêre-
Pêşmerge li Kerkûkê
-
Zêrevanî
-
Pêşmerge
Çavkanî
biguhêre- ^ "The Kurdistan Region of Iraq - Access, Possibility of Protection, Security and Humanitarian Situation" (PDF). r. 41. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2019.
- ^ "وزارة البيشمركة". web.archive.org. 12 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Newton-Small, Jay (31 kanûna pêşîn 2012). "Destination Kurdistan: Is This Autonomous Iraqi Region a Budding Tourist Hot Spot?". Time (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
- ^ "Rare terrorist attack in peaceful Kurdish region of Iraq kills 6". Stars and Stripes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
- ^ Koerner, Brendan (21 adar 2003). "What does the Kurdish word peshmerga mean?". Slate Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
- ^ Lyttelton, Adrian. The Hero and the People. Palgrave Macmillan.
- ^ "Diginole: FSU's Digital Repository | DigiNole". diginole.lib.fsu.edu. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
- ^ "University of Chicago Press". Wikipedia (bi îngilîzî). 17 hezîran 2022.
- ^ "Kurdistan Regional Government". Wikipedia (bi îngilîzî). 30 hezîran 2022.
- ^ van Bruinessen, Martin (1986). "The Kurds between Iran and Iraq". MERIP Middle East Report (141): 14–27. doi:10.2307/3011925. ISSN 0888-0328.
- ^ "Getting Peshmerga Reform Right: Helping the Iraqi Kurds to Help Themselves in Post-ISIS Iraq - Foreign Policy Research Institute". www.fpri.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
- ^ "Gobierno Regional del Kurdistán | President" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
- ^ "Peşmerge'nin birleşmesi siyasi uzlaşıya bağlı - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
- ^ http://kurdistanskyscrapers.com/topic/9346414/1/
Girêdanên derve
biguhêre- Bîranîna 23 saliya tomarkirina destana Xwakurk Girêdana arşîvê 2011-07-30 li ser Wayback Machine
- Strana Şivan Perwer ya bi navê Pêşmerge
- Strana Ciwan Haco ya bi navê Pêşmerge
- Hevpeyvîneke Sefer Yusif Mîrxan, Bîranîna 23 saliya tomarkirina destana Xwakurk
- Pêşmerge Girêdana arşîvê 2015-10-27 li ser Wayback Machine li ser Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî
- Wêne