Ferzende Beg

Serhildêrên kurd

Ferzende Beg, Bavê Elfesya, Siwarê Eznawir, Ferzendê Emer (jdb sala. 1889/1892 Xinûs - m. sala 1933 di zindanê Qasrê qacarî li Tehran, Îran) leşker, fermandar û şoreşvanekî kurd e.

Ferzende Beg
Wêneyê Ferzende
Jidayikbûn1889/1892
Mirin1933
Îran
Sedema mirinêJehrkirin
EsilKurd
Hevwelatî Komara Agiriyê
PîşePêşawa
SerdemSedsala 19an û 20an
BandorbarŞêx Seîd
DînÎslam
ZarokElfesya
Dê û bav
  • Silêmanê Ehmed (bav)
  • Asya Xanim (dê)
MalbatHesenan
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

 

Lawê Silêmanê Ehmed e. Navê diya wî Asya Xanim e. Ji êla Hesenan e. Di dema Osmanîyan de qeymeqamiya Milazgir a Mûşê dikir.[1] Bi damezrandina Komara Romê (Komara Tirkiyeyê) û dest pê kirina siyaseta qir kirina kurdan ve, dest ji qeymeqamiyê vedikişîne û tevlî serhildanên gelê xwe dibe. Ew yek ji pêşawayên Serhildana Agiriyê ye.

Li Dûtaxê, Panos, Çiyayê Kurtik, Xinûs, Kop, Milazgir û Çewlîgê bi hêza pêşmergeyên xwe ve derbeyên mezin li artêşa Tirkan dixe. Di Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de bi tevî eşîra xwe cih digire.

Miroveke nûjen, ciwanmerd û zana bûye. Li yekîtiya eşîran geriyaye, xwestiye tevayiya êlên kurd li dijî zordariya Komara Romê bi rêxistin bike. Piştgiririya xizanan dike, piraniya erd û milkên malbata xwe di nava xizanan de parve dike. Diya wî Asya Xanim ji êla Sipkan, keça Hecî Yûsif Paşa ye.[2]

Di serhildana Agiriyê de piştî Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskî Têlî (Brahîm Paşa), ew tê. Ew bi lehengên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Huseyîn Paşa), Keremê Qolaxasî, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa re hevaltiyê dike, bi wan re li artêşên Romê (Tirk) û Farisan dixe.

Derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin biguhêre

Pistî şikestina hêza Serhildana Şêx Seîd bi tevî pêşmergeyên xwe yên siwarî tevlî Serhildana Agiriyê dibe. Di bin fermandariya Îhsan Nûrî Paşa de, li Tirkan dixin. Heya Ezirganê seferan dikin û li baregehên didin. Şerê gerîlla dimeşînin.

Bi têkçûna Serhildana Agiriyê ve îcar jî derbasî Îranê dibin ku bi tevî Kurdên Îranê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Lê, artêşa Îranê jî, li ser daxwaza Tirkan li benda wê ne. Wekî her carê, dewletên dagirker dîsa alîkariya hevûdu dikirin. Dewleta Îranê jê daxwaza teslîmbûnê dikin ku rûmeta wan bişkîne. Pêşmergeyên Kurd bi tundî viya red dikin.

Di nava hêzên Farisan û pêşmergeyên Kurd de, şerên dijwarî û têr xwînî pêk tên. Bi texmînî hêza artêşa Îranê 6-7 hezar leşker e. Fermandarê wan jî Kelb Elîxan Nexşîwan bûye.

Hejmara peşmergeyan ku Biroyê Heskî Têlî û Keremê Qolaxasî jî di nava wan de ne, li dora 800 kesî ye ku ji wan jî qismekê ne biçek in, sîvîl û birîndar in. Gorî hin çavkaniyan bes 150-200 şervan in, ên din jin-zarokên ji ber komkujiya Tirkan direvin in.

Ji pêşmergeyan bavê Ferzende Beg Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî, Ebdilbaqî, Şemsedînê Xalid û li dora 150 sîvîl û pêşmergeyên temenciwan şehîd dikevin. Ferzende Beg jî birîndar dibe.

Pêşmergeyên sax dimînin li dijî farisan taktîkên nûjen ên şer diceribînin û ziyanên mezin didin artêşa farisan. Xwe digihînin Simko Axayê Şikakî. Bi texmînî heya ku xwe dispêrin Simko, 700-800 eskerên farisan, gelek sîvîl û 50-60 jî pêşmerge jiyana xwe jidest didin.

"Ferzende tu li kû yî?!" biguhêre

Ferzende Beg bi du yan sê guleyan birîndar e. Bi şikestina Simko jî tê dîlgirtin. Dewleta Îranê wî davêje zîndanê. Ew li zîndanê jî ji Kurdan re dibe pişt. Bi fermana Şah bi jehrê tê kujtin. Dixwazin bêjin "Ferzende Beg ji qelsiyan jehr xwariye, xwe kujtiye".

Hevjîna wî Besra Xanim çend caran tê dîtina Ferzende Beg lê wê jî qedexe dikin. Bi fermanekê nahêlin Besra Xanim vegere Kurdistana Bakur, nav xizmên xwe. Li Îranê bê pere û bê kes dimîne. Parsê dike û pere ji Ferzende Beg re dişîne zîndanê. Piştre hişê xwe winda dike û tenê gotina "Ferzende tu li kû yî?!" dide ser zimanê xwe.

Aqûbeta Besra Xanimê nayê zanîn. Derbareyê wê û sîvîlên ku xwe ji komkujiyên Tirkan difilitînin û dispêrin Kurdên Îranê de hemî agahî di arşîvên Dewleta Îranê de ne. Mixabin ew jî wekî Dewleta Tirk an wan îmha dikin, an jî dernaxin ronahiyê.

Agahiyên di destên me de hene ji gotin û şahîdiyan, ji nivîsên Îhsan Nûrî Paşa, ji Simko, ji helbestvan Osman Sebrî û stranên dengbêjan in.

Nivîskar: Êlxan Penaber

Strana dengbêjiyê wiha behs dike biguhêre

Versiyona ku dengbêj Resoyê Gopalan gotiye biguhêre

Asyayê bi sê denga bang dikir, digot:

Lê lê Besrayê, rebenê, sibe ye
Şerek li me qewimî
Li ber sûr û bedena Selîm Begê
Li hewşa kafirê Emirtûman
Ji êvara Xwedê de

Asyayê digot lê lê Besrayê
Agirê Helebê bi derê mala bavê te ketê
Tu here li ber çoka Ferzende rûnê
Bêje Ferzende, mala te xirab be
Mala min jî pê re
Te digot, " Ez Ferzende me
Ez bavê Elfesya, siyarê Eznawir
Xwedanê çapilya piçûk im
Li welatê Tirk û Farisan de
Mêr li ser min re qet tune ye."

Ferzende digot Besê,
Bila agirê kulê bi derê te keve
Li pêşiya me leşkerê Kelb kurê dêlan e (navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexsîwan e)
Ecem e bê dîn û bê îman e
Li ser serê me gurmîniya topan e
Giregira tomotîkên makîneliyan e
Nade me molet û ti eman e
Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im
Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e
Ne şerê duwanzde bavê eşîran e
Ev şer, şerê tev Kurdan e.
Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im
Destê min tetika Modoliyê nagire
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wî heyfî
Çar zabitê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim standin Modoliyê

De lêxin bavê bavê min o lêxin
Sûslemeyan ji stûyên xwe bînin
Qûndaxên Martelî û Çapeliyan li erdê xin
Em hene ji berê û paş de dijminê Romê
Qaçax û fîrarê dewletê ne
Berxê mala Emer in
Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne
Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)

Le belê ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweş tê
Dengê gula topê li me sil kir
Sewtêna mîrata vê boriyê
Gule û barûdê vî kafirî
Li me dibare dayê mînanî
Tevana gelo li ber taviyê
Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê
Li ser serê me Kurdan re digerîne
Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de
Mêr di ser min re qet tune ne
Eva ne şerê Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e
Eva ecem e ‘bêşincî mezheb’ e
Ne dîn e ne îman e
Li qarşî şerîeta Muhemmed
Li hember me disekine
Ji me re dixwîne meydan û ferman e

Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêş miqabilî çavê min e
Ezê bi sê gulê tometîka vî kafirî
Birîndar im
Destê min têtikê mîrata modoliyê
Modoliyê nagire dayê rebenê
Pêçîka min a şahidê li min nagere
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tixayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin
Dixistin tifinga Modoliyê

Le Axao wele nabe bîle nabe
Îşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
Îşev sê şev û sê roja
Li kavila Îranê digere nagere der nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî

Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim
Bi şêr û pilingên gurxwar re heval bim
Evî kafirê li bira qesr û qonaxê me girtine
Ji wekî me gurxwaran re
Ji maleke wekî mala Emerê Gulîxwur re
Dibên tivingên destên xwe daynin

Hela binêre li van tixa û qancarên Eceman
Li van sêrbaz û bêsinc û papaxgeniyan
Li vê Feleka malikmîrat a şaşdêran
Ecem bûye mêr û dibêje tifingên xwe daynin
Teslîmê çelengên me bin

De lêxin bavê bavê min o lêxin
Sûslema ji stûyê xwe daynin
Qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin
Em hene ji berê û paş de dijminê Romê
Qaçax û fîrarê dewletê ne
Berxê mala Emer in
Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne
Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)

Malper biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Susan Meiselas, Martin van Bruinessen, Kurdistan: in the shadow of history, Random House, 1997, p. 142. (bi inglîzî)
  2. ^ Uğur Mumcu, Kürt Dosyası, Tekin Yayınevi, 1993, p. 140. (bi tirkî)