Reşoyê Silo xelkê herêma geliyê Zîlan e.Ji 'eşîra Hemoyî ye.Rojekî ku leşkerên tirk tên û zextê li gundiyan dikin Reşo li hember wan derdikeve û bi wan re şer dike û li ser vê yekê dibe firar û diçe çiyayê Agiriyê û tevlî serhidana Agiriyê dibe û dibe yek ji fermandarên wê serhilanê. Reşoyê Silo her di wê serhildanê de bi Zeyno ra ku gundiya wî bûye dizewice. Piştî ku serhildan têk diçe, Reşo vedigere geliyê Zîlan û tevî Zeyno bi tirkên dagirker ra şer dike, lê dema zivistanê ku ew di şikeftekê da bûne îxbariya wan dikin û leşker tên û Reşo ku hefteyekê di nav berfê da birçî mabûye û ji serma va hişk bûye dixwazin ku teslîm bibe lê Reşo teslîm nane û di şer da wî dikujin lê di wê demê da ku Zeyno ji bo xwerinê ji şikefrtê derketibûye ku xwerinê bîne, leşker wê jî digirin û fermandarê leşkeran ji wê ra dibêje ku "min Roşo kuşt û wî li min nikaribû", Zeyno jî ji wî ra dibêje ku"devê xwe yê qirêj bigire, eger Reşo di nav sermayê da neba, wî dê tu jî bikuşta". Wê demê esker Zeyno jî dikujin û ser herdû şehîdan jêdikin û dibin bajarê Agirî û li ber çavê gel li ser deriyê qereqolê va dikin.