Şêx Seîd
Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (jdb. 1865 li Qollhêsara-Xinûsê, Erzîrom − m. 29ê hezîrana 1925an li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925an de li bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd da dest pê kirin.
Şêx Seîdê Pîran | |
---|---|
![]() Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Şerîf, Bînbaşî Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Celaledinê Çanê, Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Ebdilahê Malekan, Şêx Seîd (1925) | |
Jidayikbûn | 1865 |
Mirin | 29ê hezîrana 1925an (60 salî) Amed |
Cihê goristanê | Ne Kifş e |
Esil | Kurd |
Bernav |
|
Hevwelatî | ![]() |
Perwerde | Medreseyên Kurdî |
Pîşe | Tefsîrzan, Hedîsvan û Fiqihzan |
Xebat | Serhildana Şêx Seîd |
Bandorbar | Mewlana Xalidê Kurdî |
Zarok |
|
Dê û bav |
|
biguhêre![]() |
Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê sibata 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.
Di 10ê gulana 1925an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29ê hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.[1]
Mijarên têkildar Biguhêre
Çavkanî Biguhêre
Girêdanên derve Biguhêre
Ev gotara ji bo zanyarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |