Medreseya kurdî ew sazî ye ku ders lê tê dayîn. Ew sazî ye ku bi sed salan e li Kurdistanê zarokên kurdan û gelek jî yên biyanî tê de dixwînin û dixwendin.[1]

Dîmenek ji Medreseya Sor a Cizîra Botan.

Medrese li ba kurdan pir zêde bi rûmet e. Lewra medrese ji saziya xwendinê zêdetir, ji bo kurdan devera dadgehtî û çareserkirina gelşên wan jî bûye û hemû heyînên kurdewarî pê hatine parastin.

Medreseya kurdî, ji bo kurdan hem dibistan, hem xwendegeh û hem jî zanîngeh bûye; ji her kesî re vekirî bûye û berambertiya tê de rê nedaye ku niheqî û zordestî di nava xelkê de bête domandin.

Medrese devera pêbawerî û piştrastkirinê, herweha li gund û bajaran şênîka civatê bûye. Zimanê Medresê yê fermî kurdî bûye, lê piraniya pirtûkên tê de ku dihatin xwendin bi zimanê erebî û hinek jî farisî bûne. Çendî ku pirtûkên bi zimanê erebî ku dihatin xwendin jî, lê wergera wan tevek ji xwendevanan re bi zimanê kurdî dihate kirin. Îcar ev yeka han dibû sedem ku zimanê kurdî bi pêş ve here û xurttir bibe.

Şaxên zanistiya erebî ku di medreseya kurdî de dihatin xwendin, ev bûne: Şerîet, Hedîs, Tefsîr û Eqîde, Serf û Nehw, Mentiq, Istî‘are, Mûnazere, Usûl û hin şaxên fenê din.

Ew sazgeha zanistiyê, di sedsalên 11-12yan de li Kurdistanê derketine holê û jiyana xwe domandiye ta salên şêstî yên Sedsala Bîstî.

Medreseya kurdî di demeke pir kin de berambertiya xwe bi zanîngehên miletên pêşketî yên wan deman re daye meşandin. Wek mînak: Berî pêncsed salî, li Medreseya Sor a li Cizîra Botanê projeya sîbernetîk û robota ku Rojavayî di dawiya sedsala 20an de dest bi çêkirina wê kirine, hatiye çêkirin. Ji xwe zanayên weke Mewlana Xalidê Nexşebendî yê kurdî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Fethulah Werqanisi û pir kesên wisa ku mora xwe li mêjuya pêşketinê xistine, zêdetir giranbihatî û pîroztiya medreseya kurdî nîşan didin. Herweha lehengên mîna Selahedînê Eyûbî yê kurdî jî, heta yên vê serdema niha jî, tev berê adana Medreseya Kurdî bûne.[2]

biguhêre

Medreseya kurdî bi naveroka xwe, ji destpêkê heta dawiyê, weha xwe bi rêkûpêk dikir:

  • Destpêka xwendinê.
  • Destpêka feqetiyê.
  • Cudatiya medreseyê ji mizgeftê.
  • Meletî û berpirsyartiya medresê
  • Serbildindiya xelkê bi medreseyê.
  • Domandina xwendinê û rewşa wê.
  • Xwendina rêzê.
  • Xwendina 89 pirtûkên cuda.
  • Muzakere.
  • Disiplîna medresê.
  • Melê heftilmî.
  • Melê duwazdehilmî.
  • Destûrnameya medresê.

Di medreseya kurdî de şaxên zanistiyê

biguhêre

Ew saziya bi navê Medreseya Kurdî ku hetanî nîvê sedsala 20an jî hebûna xwe diparast, lê xasma jî piştî Cunta Leşkerî ya 1980yî li Bakûrê Kurdistanê hema bêje bi temamî ji holê hate rakirin, li ser bingeheke pir xurt hatibû damezirandin û tê de gelek şaxên zanistiyê yên cuda dihatin xwendin.

Îcar ji xwe diyar e ku ev sedsala 20an sedsaleke reş bû ku di ser kurdan re bihurî. Piraniya zana û pisporên kurd ên vê sedsalê jî, di xwendegeh û zanîngehên biyaniyan de kame bûne. Bi gotineke din, ji wan kêm kes bi zimanê kurdî xwendiye. Ew berhemên kurdî yên ku ji medreseyên kurdî afirîne, bi her awe û tewran, bi kurdewarî hatine afirandin û li ser bingehê toreya kurdî lengerên xwe berdane erdê.

Mirov ji berhemên ku ji medreseya kurdî derketine, dibîne ku 19-20 şaxên zanistiyê yên cuda di medreseya kurdî de hebûne. Bi piranî jî giraniya xwendinê li ser şaxên wek felsefe, mentiq, leşsaxî, rûhiyet, siyaset, astronomî, matematîk, teknîk, civaknasî, leşkerî, aborî, ferhengî, siruştî, Xwedanasî, hiqûqnasî, ajalnasî û hwd bûye. Ev gotina ku di nava kurdan de ”Melê Heftilmî” û ”Melê Dozdeilmî” jî rastiya vê meselê derdixîne holê. Lengerekî medreseya kurdî li ser felsefeya grekiyan bûye, heta ku pirtûka bi navê Netaîc el-Efkar ji felsefa yunanî hatiye wergerandin û di cîhana îslamî de tenê medreseya kurdî xwedîtî lê kiriye.[3]

Ji xwe dema ku mirov dîwana [4] Melayê Cizîrî şirove dike, çi tiştê ku mirov bixwaze, tê de tê dîtin. Ji vê zêdetir jî, di beşa felsefeya melê de, gelek tiştên ku mirov lê şaş dimîne têne ber çavan û navê gelek zanayên cîhanî hene.

Niha çi dema ku behsa robotan jî tê kirin, disa herkes radiweste û guhdarî dike û disêwire ka kê projeya robotan afirandiye? Lê diyar e ku projeya robotan li Cizîra Botan û di Medresa Sor de hatiye çêkirin. Îcar kêm-zêde 400 sal piştre, piraniya welatên Rojavayê bi xêra Medreseya Kurdî li gor wê projeyê robot çêkirine û niha di karên giran û xeter de ji bo xwe bi kar tînin. Herweha derketina Internetê jî, gelo wê ne naveroka çîroka Folklora Kurdî ya Zebeş be? Ku di navê de bajarekî mezin hatiye avakirin!

Dema mirov Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî şirove dike, tê de bi dehan şaxên zanistiyê û navên bûjen, amûre û tiştên ku niha pir nûjen in têne dîtin.

Herweha Rêçika Nexşebendî jî, şaxek ji şaxên medreseya kurdî bûye. Piştre dema ku fikra komonîstiyê derketiye holê, desthelatiya Yekîtiya Sovyetan, ji xwe re eynî sîstema rêxistina nexşebendîtiyê girtiye û pê eynî mîna wê xwe bi rêxistin kiriye.

Rola medreseya kurdî

biguhêre

Medreseya kurdî gelek mirovên zana, bîrewer û pêşbîn afirandine. Dilqê wan zanayên kurd di pêşveçûna her tiştên kurdewariyê de jî, pir mezin bûye. Kesên ku ji wê medreseyê derketine, hertim xwe berpirsyar dîtine, dibînin û berpirsyariya xwe bi cih anîne û tînin.

Îro çaxê em li mêjuya miletê kurd dinerin, bi hêsanî em dibînin ku ev dewlemendiya ziman, çand û berpiryartiya doza pîroz, bi piranî ji aliyê zanayên ku ji medreseya kurdî rabûne ve hatine bermalkirin.

Pirsa ku xwediyê welat û xwediyê milet kîjan çîn e jî, bi hêsanî em dibînin ku li piraniya welatên dinyayê, heta li van welatên Ewropayê ku hewqas bi pêş ve jî çûne, xwediyê welat û dewletê, çîna wan a burjuwa bûye. Yanî şêxên wan, axe, maqûl, beg, mîr, pitrik, papas, keşe û kesên dewlemend in. Helbet ev yeka hanê bo kurdan jî wisan bûye û dê wisan jî bibe. Ha ji ber hindê ye ku ev e ji 1803an ve ye heta niha, piraniya rêberên babeta rewşenbîrî, bizava neteweyî, ew kes in ku ji medreseya kurdî hatine û berpirsyariya xwe bi cih anîne.

Ez bi xwe di vî warî de dîdevanê pir tiştan im û rêveçûna jiyanê jî bi me gişan daye nîşandan ku kurdên bakur jiyana xwe, ziman, tore û hebûna xwe bi du tiştan heta îro parastine, yek jê desthelatiya feodalî, ya din jî Medreseya Kurdî bûye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ http://www.azadiyawelat.info/?p=20029[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://sivildusunce.com/m/news.php?id=6589[girêdan daimî miriye]
  4. ^ http://hem.bredband.net/serkay/Doc/Pirtuk/pirtuk-b/Nr-1.htm[girêdan daimî miriye]