Şêx Fethullahê Werqanisî
Şêx Fethullahê Werqanisî (1847 Bidlîs - 1900 Bidlîs) alim û nivîskarê kurd e. 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, bi jiyekî gênc çûye ber dilovaniya Xwedê.[1][2]
Şêx Fethullah Werqanisî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1847 |
Mirin | 1900 Bidlîs |
Perwerde | Medreseyên Kurdistanê |
Destûrname | Hecî Teyîb Efendî |
Pîşe | Alim, Nivîskar |
Serdem | Sedsala 19'an |
Bandorker | Şêx Ebdurehmanê Taxî, Seîdê Nûrsî |
Zarok | 5 Kur û 4 keç. Şêx Eladîn, Şêx Me‘rûf, Şêx Muhemed Cuneyd, Şêx Qutbedîn |
Dê û bav |
|
biguhêre |
Şêx Fethullahê Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dev bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Ebdurehmanê kurê Mele Ebdullahê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendiye. Herweha li ba Şêx Xalidê Orekî yê ku xelîfê Xewsê Hîzanê bû xwendiye. Piştre li ba Mele Ebdurehmanê Melekendî xwendiye. Mele Ebdurehman, destûrnama xwendinê ji Mele Mistefayê kurê dersdarê mezin gorbihişt Mele Xelîlê Sêrtî wergirtiye. Piştre Şêx Fethullah çûye li ba Hecî Teyîb Efendî yê Mûşî xwendiye heta ku destûrname jê wergirtiye. Hecî Teyîb jî destûrnama xwendinê, ji Hecî Hesen Efendî yê Mûşî wergirtiye. Hecî Hesen jî destûrnama xwendinê, ji dersdarê bi navûdeng Mele Xelîlê Sêrtî wergirtiye.
Werqanisî piştî ku destûrname wergirtiye, bi nasnavê ellametiyê hatiye binavkirin, ango zanayê bi her tiştî. Ew, ji ber hindê bi daxwaza parêzvanê Bedlîsê Emer Paşa û Serbazê Firqa wê demê Elî Paşa li Norşênê dersdartî kiriye û piştî demekê çûye li Bedlîsê dersdartî kiriye û li wirê domandiye heta ku çûye ber dilovaniya Xwedê. Li Bedlîsê gora wî li taxa Mermerê dimîne ku bi tirkî jê re dibêjin Taş Mahallesi.
Werqanisî gelek pirtûk nivîsîne, hinek ji wan bi kurdî û hinek jî bi erebî ne. Niha sê berhemên wî yên bi zimanê kurdî ku destnivîs in, li ba min in. Lê me wek lîste nepeyitand ku tevek çend in û di kîjan salan de hatine nivîsandin.
Gorbihîşt Werqanisî, bavê pênc kur û çar keçan bûye. Kurê wî yê mezin Şêx Eladîn e ku zanayekî menşûr bûye, çend pirtûk nivîsîne û hinek ji wan bi kurdî ne. Kurê wî yê diduyan, Şêx Me‘rûf e ku di zanatiya olî de gelekî menşûr bûye. Kurê wî yê sisiyan, Şêx Mihemed Cuneyd e ku di zanîna Tefsîrê de ango zanistiya Qurana pîroz de gelekî şareza û tîjîfehm bûye. Kurê wî yê çaran, Şêx Qutbedîn e ku di zanistiya tesewufê de bi navûdeng bûye û yê pêncan jî Behaedîn e ku ew berî zewacê kurdûnde çûye ber dilovaniya Xwedê. Her çar keçên wî jî ev bûne: Belqîze, Hemîde, Fatîme û Ummugulsûm.
Şêx Fethullah kurê Şêx Ebdurehîm e. Şêx Ebdurehîm kurê Şêx Ebdurehman e. Şêx Ebdurehman kurê Şêx Yûsif e. Şêx Yûsif kurê Şêx Huseyn e. Şêx Huseyn kurê Şêx Mûsa ye. Şêx Mûsa kurê Şêx Nasir e. Şêx Nasir kurê Şêx Elî ye. Şêx Elî kurê Şêx Ebûbekir e. Şêx Ebûbekir kurê Şêx Îbrahîm e. Şêx Îbrahîm kurê Şêx Ehmed e. Şêx Ehmed kurê Şêx Xidir e. Şêx Xidir kurê Şêx Îsa ye. Şêx Îsa kurê Şêx Hesen e. Şêx Hesen kurê Şêx Mihemed e. Şêx Mihemed kurê Siltan Şêxmûsê Zûlî ye.
Gora Siltan Şêxmûs, gelekî bi navûdeng e û piraniya zana û bîrewerên Kurdistanê ji nêz ve wî dinasin. Ew gora pîrpoz niha li navbera Amed û Mêrdînê dimîne, ji hingê ve bûye devera seredana xelkê û wargeha pejirandina hêvî û daxwazan. Çaxê serdana gora pîroz bi taybetî ji 20ê Nîsanê heta 20ê Gulanê dilqekî xwe yê taybetî heye; ¨
Kurê Siltan Şêxmûs ê mezin Şêx Mihemed, ji bo belavkirina Rêçika Zûlî çûye herêma Xerzan û li gundek bi navê Werqanis cîwar bûye û heta ku çûye ber dilovaniya Xwedê jî her li wirê maye. Gora Şêx Mihemedê kurê Siltan Şêxmûs jî niha li Werqanisê ye û bi Quba Xaniyê Reş navdar e, bûye devera seredana xelkê herêmê, ji xelkê re gelekî bûye û xweşîgir e.
Ev azbat ji Şêx Mihemed û berjêr heta digîje Şêx Fethullahê Werqanisî, tev akinciyê vî gundê Werqanisê bûne. Ew gund niha girêdayê bi navçeya Hawêlê (Baykan) û parêzgeha Sêrtê ve ye. Lê piştre zarûkên wî ber bi bakûrê Kurdistanê ve çûne û li çend gundan bi cih bûne, gundê herî navdar Oxîn e. Ji wê hingê ve heta niha ango ji Sultan Şêxmûsê Zûlî hetanî Şêx Fethullahê Werqanisî, ew bab û bapîr tev bi zanistiyê ve lipikîne, çi di medreseyên xwe yên taybetî de û çi jî di medreseyên herêmê yên din de be dersdarî kirine; bi hezaran destûrname dane şagirdên xwe yên Kurd û yên ji neteweyên cînarên Kurdistanê weke Ereb, Faris û Tirkan...
Sê payedarên navdar ên Kurd ku li ba Şêx Fethullah Werqanisî xwendine ev bûn:
Şêx Fethullahê Werqanisî ji bo wergirtina xelîfetiya Rêçika Neqşebendî, emel li ba Xewsê Ervasî kiriye. Lê berî ku xelîfetiyê werbigire Xews çûye ber dilovaniya Xwedê û ew jî çûye ba Şêx Ebdurehmanê Taxî û xelîfetî jê wergirtiye. Xelîfeyên Şêx Fethullahê Werqanisî jî şeş kes bûne:
- Seyîd Hesen kurê Xewsê Hîzanê.
- Hezret Norşênî.
- Seyîd Ebdulxefar, biraziyê Xewsê Hîzanê.
- Mele Ehmed Qerekoyî.
- Mele Hesen Heyderî.
- Hecî Emer Hîzanî.
Berhem
biguhêreGelek berhemên Şêx Fethulah Werqanisî hene. Sê ji wan bi kurdî ne. Ew hersê ev in:
- El Hemaîlu Fî Emaîlî
- Rîsalet-ul Kufrî wel Kebaîrî
- Eqîdeya Îmanê
Pirtûka El hemaîlu Fîşşemaîlî ji 5.529 malikên durêzî hatiye afirandin. Malikên wê bi yazdeh kiteyan dikişin û qafiyeya her du rêzên malikekê jî yek e, kêşa wê herwekî Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî didome.
Ev hersê pirtêkên Şêx Fethulah Werqanisî, ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve ji alfabeya erebî hatine veguhaztin bi alfabeya latini û di 1998an de li Swêdê ji aliy’ weşanxaneya Pencinarê ve hatine çapkirin.
Ev e çend malik ji helbestên Şêx Fethulah Werqanisî: ...
Qelem rabe meqsed ji bo me bibêj Û xûta dilê xwe ji bo me birêj Tu reyhana Xanî bûyayî bira Qesem dê serê te min ê jê kira we yan jî tu qamûşa Aqtepî yî bûyayî, dê bikrama bedbextiyê
................
Lîsanê di kurdan riha kem ji teyh Heye yek bibê rehmetullah eleyh
...
Me defter, burader, gehişte xîtam We ger çendî dûr û diraz e meram Welê qetrekî çend ji deryayê pur We lêkin ji qe‘rê binî ne û durr Ji ermûşê saçax e ew ta be ta Di goşan da yasax e nakem ‘eta Ji Durê şemail me kir gerdenî Me kir yek Hemail ji wê ez benî Be kurmancî badaye, honaye wan Ji bo tuhfe bit bo cemî‘ê biran Me umîd e cem wan ku meqbûl-i bî Ji husna wê Nûrî ne mesûl-i bî Îlahî tu meqsed dizanî bes e Bila kes bi qesda mi qet nehese