Open main menu
Xaneqaha Neqişbendî li bazara bajarê Seqiz

′′′Neqişbendî′′′ terîqeteka sofîtîyê ya Îslamî ye ko Bahaudîn NeqişbendîBuxarî damezrînerê wê ye. Ev terîqet bi xwe tayek ji terîqeta Xwacekanî ye ko damezrînerê wê jî Xwace Yusifê Hemedanî bû.

Di cihana Îslamî da, ev terîqet yek ji terîqetên herî berbelav yên sofîtîyê ye û nemaze li Hindistana dema desthilatdarîya mexolan da gelek belav bû. Gelek ji sofîyên Kurdistanê bi rêya Mewlana Xalidê Kurdî bûn neqişbendî.

Saloxetên wêBiguherîne

Gelek kes dibêjin ko mirov nikare bi rastî biblje ko Neqişbend damezrînerê vê terîqetê ye, ji ber ko ew her berdewamiyeka terîqeta Xwacekanî bû. Di vê terîqetê da, zikirê bi dengê bilind, xelwetkirin û sema nîne. Ev bervajî terîqeta Qadirî ye ko têda sema heye û bi dengê bilind zikir dihêt kirin.

Alîgirên wêBiguherîne

Di nav şopînerên Şêx Xalid de du kes hebûn ku di dîroka Kurdistanê de bûn sedema rolên mezin. Yek ji wan Seyîd Evdilayê Nehrî bû yê din jî damezrînerê malbata Barzaniyan Şêx Tacedîn bû[1]

Behauddînê damezrînerê vê terîqetê bi xwe ji mirîdên Ebdilxaliqê Xecduwanî bû. Piştî damezirandina terîqeta neqişî jî, du mirîdên wî, (Xwace Elaedînê Ettar û Xwace Mehmedê Parsa) di belavkirina terîqetê da pirr xebitîn. Ev terîqet bi rêya Mewlana Xalidê Neqişbendî yê Şehrezorî gehişt Kurdistanê jî.

ÇavkanîBiguherîne

  1. (Kürt Millyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie jwaideh, r:115


  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)