Sofîtî
Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko peristina Xwedê, û xwedûrgirtina ji gunehan û terikandina xirabiyan û evîna dinyayê rêyekê ber bi Xudê û niyasîna wî bibîne. Ew dibê nefsa xwe bi peristinê û terikandina gunehan û xweşîyên cihanê pakij bike ko Xudê û mezinahî û bedewî ya Wî di dilê rêvîngê rêya sofîtiyê da eşkira bibe.
Di nav Îslamê da, nemaze di sedsala 20ê û 21ê da, bi giştî piştî serdestbûna baweriyên selefîtiyê di nav misilmanan da, baweriyeka weha heye ko sofîtî varrêbûn û derkevtina ji Îslamê ye. Her çend e, berî wê jî kes hebûne ko digot sofîtî ne ji Îslamê ye. Lê koma zanayên Îslamê, bi giregire yên mîna Şêx Muhyedîn îbn Erebî, Îmam Mehmedê Xezalî, Mewlana Celaledînê Rûmî û gelekên dî ji wan in.
Ji aliyê baweriya kelamî ve, pirraniya sofiyan ji sunniyan in, lê sofiyên şîe jî hene û hebûne.
Peyva Sofî
biguhêreGengeşe û lihevnehatineka mezin li ser koka peyva "sofî" di Îslamê da heye. Bawerîya herî belav ew e ko ew peyv ji peyva "sewf" (bi erebî: صوف) ya erebî hatiye ko mehnaya wê "hirî" ye. Sedema vê bawerîyê ew e ko pirranîya sofiyan ji ber terikandina dinyayê kincên nedirûtî yên ji hiriyê çêkirî li xwe dikirin ji wan ra sofî dihat gotin, anko "hirîpoş". Yek ji kesên ko li ser vê baweriyê ye Îbn Xeldûn e.
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî Îslamê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |