Selefîtî an jî tevgera selefî tevgereke navbera mislimanên sunî de ku navê xwe ji Selef (yên berê an jî bavûkalên wan) wergirtiye, anku mislimanên kevntirîn ku li ser praktîkên îslamî fikirî ne.

Xwenîşanderên cîhadiyên selefî li Mexribê.

Ev tevger gelek caran tê tarîf kirin wek têkildar an jî sînonîmek li gel wehabîtî, lê gelek selefîst difikirin ku peyva wehabîtî rezîl e, bêkêr e. Wek din selefîtî wek tevlîheviya wehabîtî û tevgerên din tê dîtin ji 1960an heta niha. Selefîtî li gel nêrînên lîteralîst girêdayî û purîten yên îslamî têkildar hatiye dîtin li Rojava li gel cîhadiyên selefî yên ku tundiya li dijî sivîlan wek wezîfeyeke îslamî diparêzin. Çend ku zanayên selefî şermezar bikin jî van êrîşan, her hene ev êrîş. Her wisa ew selefiyên van êrîşan dipejirînin gelek kêm in[çavkanî hewce ye].

Zana û dîroknas bikartînin vê peyva da ku nîşan bidin xwendingaheke ramanê ye ku reaksiyoneke li dijî belavbûna ramanên ewropayî di nîva duyem ya sedsala 19an de û dixwazin rehên modernîteyê ya di nava şaristana mislimanî yê derbivin holê. Her wiha selefiyên nûjen rêya lîteral û gelêrî... û qanûnên nivîsên pîroz teqîp dikin, anku li dû şopa Ibn Teymiye ne, ne li dû şopên fîgûrên sedsala 19an wek Muhemmed Abduh û Cemal el-Din el-Afgani û Reşîd Rida ne.

Divê selefîtî di gel mezheba Ehlî-Hedîs ya li nîvgirava Hindistanê neyê tevlîhev kirin. Selefî di bin kontrola zanistiya mezhebê de ye, bo mînak gelek dewletên ereb girêdayî qanûnên mezheba henbelî ne. Selefîtî li Kurdistanê

Jêderk biguhêre