Guneh di tevnax anko konteksteka dînî da, binpêkirin an pêşêlkirina qanûneka xwedayî ye. Wer weha, guneh dikare her hizir an kiryarek be ko havilî û peywendiya dilxwaz û îdeal di navbera Xûdê û kitekesî da xerab bike an wekî varrêbûneka ji jiyana îdeala mirovan be. Her weha, guneh dikare wekî binpêkirina binemayên exlaqî jî bihêt dîtin.

Guneh li gorî dînên cuda biguhêre

Koka peyvê biguhêre

Peyva "guneh" an gunahê di zimanê kurdî da ji peyva zimanê pehlevî "winah/winas"ê hatîye[çavkanî hewce ye]. Ew di zimanê farisî da bûye "gunah". Lê forma "winas"-a wê jî di kurdîyê da maye û bûye "binas", ko ev form di zimanê farisî da nemaye. Her çend e ko mehnaya binas û gunehê êdî ne yek e. Guneh di tevnaxeka dînî/exlaqî da dihêt bikarînan û binas di tevnaxeka civakî/mentiqî/zanistî da. Ji bo mînakê kurd dibêjin, "Binasên te bûn ez dereng mam"[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre