Sunîtî

mezhebek îslamê
(Ji Sunnîtî hat beralîkirin)

Sunîtî, sunî, sinet an jî Ehlê Sune (bi erebî: أهل السنة والجماعة‎) tê wateya "tevgera wekî Muhemmed" an jî "di kevneşopa Muhemmed de". Piştî wefata pêxember Muhemmed, ola îslamê dikeve nav siyasetê. Li ser textê xelîfetiyê pevçûn derdikevin. Herwekî di tevgera rojane, ibadet û tixûbên feylesofiya îslamê de nakokî destpêdikin. Çendîn şax û dibistanên ku gorî xwe ola îslamê şîrove dikin derdikevin. Hêdî hêdî ev dibistan xwe birêxistin dikin û di navbera hev de şerên têr bi xwîn lidardixin.

Sunîtî (rengê kesk); şiîtî (rengê heşîn) li cîhanê.

Gorî suniyan di ola îslamê de çar dibistan yan mezhebên rast hene: yê Henîfî (an jî Henefî), yê Şafiî, yê Malikî û yê Henbelî. Sunî, mezhebê şia yê ku Ceferê Sadiq bingeha wê daniye, napejirînin.

Di dîroka Kurdistanê de bi navê "Şêrê 100 salî" hatina artêşên ereb-îslaman tê binavkirin. Kurdan berê bi pirranî ola zerdeştî dihebûne. Hatina îslamê bi xwîn, komkujî û azaran bûye. Di nava kurdan û ereb-îslaman de 100 salî şer domiye. Kurd bi pirranî mezhebê Şafiî dihebînin. Herwekî yên Henîfî û şia jî hene. Hinek kurdan wê gavê bi nîvanîv îslam pejirandine û bi navê elewî formeke îslamê pêk hatiye.