Muhemmed[1][2], Mihemed [3], Muhemmed bin Ebdullah an Muhemmed pêxember[4][5] (bi erebî: محمد بن عبد الله بن عبد المطلب بن عبد مناف بن هاشم القريشي‎, lat. Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Hashim bin Abd Manaf al-Qurayshi), rêveberek civakî, dînî û siyasiyê ereb e ku bi eslê ji eşîreta qureyşê ye. Rêgezên dînî, civakî û siyasî yên ku Muhammed bi Quranê ava kiriye bûye bingeha avakirin a Îslamê û bûye bingeha baweriya kesên ku di vê baweriyê de ne. Li gorî doktrîna îslamê, ew pêxemberek e xwedî hestên xwedayî ye ku hînkirinên yekxwedayî yên Adem, Îbrahîm, Mûsa, Îsa û pêxemberên din tesdîq bike û piştrast bike. Muhammed Erebîstanê di bin yek rêveberiyeke îslamî de yek kiriye û her wiha li gel Quranê hînkirin û tevgerên wî bingeha baweriya dînê îslamî pêk aniye.

Muhemmed
Navê Muhemmed bi zimanê erebî
Navê rastî
مُحَمَّد ٱبْن عَبْد ٱللَّٰه
Jidayikbûn
Muhemmed bin Ebdullah
(bi erebî: مُحَمَّد ٱبْن عَبْد ٱللَّٰه‎)

20ê nîsana 571ê
Meke, Hîcaz, Erebistan
Mirin8ê hezîrana 632an
Medîne, Hîcaz, Erebistan
Sedema mirinêTa
Cihê goristanêMescîda Nebewî
EsilEreb
PerwerdeÛmmî (nexwendî)
PîşeŞivan, tucar
SerdemSedsala 6an û 7an
DînÎslam
HevjînXedîce
(Bnr Zewacên Muhemmed
ZarokLaw:
Qasim
Ebdullah
Îbrahîm
Keç:
Zeyneb
Ûm Gulsim
Ruqiye
Fatime
Dê û bav
MalbatQureyş
biguhêreBelge

Muhammed di sala 570ê p.z. li Mekeyê ji dayîk bûye û kurê dêûbavê Abdullah ibn Abd al-Muttalib û Amîne e.[6] Bavê wî Ebdullah kurê serokê eşîra Qureyşiyan Ebdulmutelib bin Haşîm bû ku çend meh di beriya ji dayikbûna Muhemmed koça dawî dike. Dayika wî Amîna dema ku ew di şeş saliya xwe de ye koça dawî dike û Muhemmed di şeş saliya xwe de sêwî dimîne û di bin çavdêriya bapîrê xwe Ebdulmutalib û mamê bavê xwe Ebû Talib de mezin dibe.[7][8] Di salên borî de ew bi periyodîk di şikeftek çiyayî ya bi navê Hîra de bi çend şevan nimêjan dikir. Muhemmed ragihandiye dema ku ew temenê 40 saliya xwe de bûye Cibrayîl di şikeftê de serdana wî kiriye û yekemcar peyama Xwedê wergirtiye.[6] Muhemmed di sala 570ê de li bajarê Mekeyê hatiye dinê û di sala 632an de li Medîneyê çûye ser heqiya xwe. Li gorê bawermendên misilman Muhemmed pêxemberê Xwedê ye û pêxemberê dawîn e.[9][10]

Jiyana Muhemmed Pêxember

biguhêre

Zarokatî

biguhêre

Muhemmed li bajarê Mekeyê li Erebistana Siyûdî ê di sala Fîlî de li dû mirina bavê xwe hatiye dinê. Navê bavê wî Ebdullah û navê diya wî jî Amîne ye. Muhemmed ji malbata Haşimî û ji eşira qureyşiyan e. Di şeş saliya xwe de diya wî Emîne dimire û Muhemmed diçe ba bapîrê xwe Ebdulmutelib. Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Muhemmed diçe mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortaniya xwe de Muhemmed ji bo eşîra xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Muhemmed bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mirovan ji wî re "Muhemmedê Emîn" (bi erebî: Mûhemmed'ul Emîn) digotin. Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mirov dikare jê bawer bike, dilsoz".[11]

Xortanî û destpêka pêxemberiyê

biguhêre

Di sala 595an da Muhemmed bi jinikeke bî û dewlemend bi nav Xetice re ya ku 40 salî pê re zewicî. Xetice yek ji misilmanên yekemîn e û di sala 606an de keçek bi nav Fatime ji wan re dibe. Heta ku Xedîce dijiya pêxember Muhemmed bi qet jinekî din re nezewiciye.

Dema Muhemmed nêzikî 40 saliya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vê yekê ji gelê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekê de li ser çiyayê Hirayê li nêzikî Mekeyê derbaz dike. Bi rojan di wî Şikefta Hirayê de dimine û li ser jiyana mirovan mijûl dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekeyîyan pûtperest bûn. Di 40 saliya xwe de, li çiyayê Hirayê, wehiya yekemîn jê re hat. Wehî ji ayetên pêşîn ên sûreya bi nav "Îqre" (Bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta firişte Cibrayîl hatibû şandin. Cibrayîll milê wî girt û got: “Bixwîne!”, ewî got: “Ez çi bixwînim?”. Cibraîl cardin pirsî, û Muhemmed cardin ji serfirişteyê bihiştê re got: “Ez çi bixwînim?”. Piştî sê caran Cibraîl got: “Bi navê Xwedê yê ku merivî ji perçeke ‘’xwînê’’ çêdike, bixwîne!” (bi erebî: Îqre’ bismi Rabbik-allazî xalaq, xalaqal insane min ‘alaq). Li ser vê bûyerê Muhemmed bi heyecaneke mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Xetîceyê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Xetîceyê re bûyera ku hatibû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatibûn şandin xwend. Êdî ji hevalên xwe Ebû Bekir, Elî û Zeyd re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn misilman.[12]

Muhemmed ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wehî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê dîsa li şikeftê de bû wehiya duyemîn hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gelê Mekeyê xwest ku pê bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Muhemmed û bi wî yariyê xwe kirin. Lê ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsiyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îşkenceyan jî, Muhemmed pêxember dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistanê.

Bûyereke mezin ku yê li ser Muhemmed tê gotin jî Şeva Pîroz a Mîrac e. Di vê şevê de Muhemmed bi alîkariya Xwedê ji bajarê Mekeyê çûye bajarê Qudisê mizgefta bi navê Mescîda Eqsa û li wê derê jî bi tev firişteyan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Muhemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekeyê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Muhemmed çû Taîfê û li wê derê pêxemberiya xwe eşkere kir. Lê ta’ifiyan bi bin bandora serokên Mekeyê heqeret li wî kirin û ji bajarê xwe derxistin.[13]

Koçkirin

biguhêre
  Gotara bingehîn: Hîcret

Êdî Muhemmed biryar da ku bi hemû misilmanan koç bike here bajarê Medîneyê, wê demê navê bajêr Yesrib (bi erebî: Yathrib) bû. Dema Muhemmed çû wir êdî ji bajar re gotin Bajarê Pêxember (bi erebî: Madinat an-Nabi). Ew nav li Yesribê ma û navê wê bû Medîne (“Bajar”). Ji ber vî yekî bi çend serokên eşîrên Medîneyê, yên misilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eşîra Qureyş fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku ola Îslamê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Muhemmed bikujin. Lêbelê Muhemmed ev plana wan bihîst û bi tev heval û apê xwe Ebû Bekir, ji bajarê Mekeyê derket. Herdu bi hev re sê rojan di şikefta bi nav Şikefta Sewrê de xwe veşartin û roja 20ê îlona sala 622an gihîştin nêzikê Medîneyê gundê Qubayê. Li vê derê Muhemmed bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medîneyê yekemîn mizgefta ola Îslamê ya bi navê Mescîda Teqwa (bi erebî: Masjid at-Taqwa) çêkir.[14]

Jêdera Muhemmed

biguhêre
 
Bav û kalên Mihemed

Muhemmed pêxemberê bi koka xwe xwe digîhîje Îbrahîm pêxember.[15]

Dema Medîneyê

biguhêre

Yesrib (Medîne) ewdem di civateke ji Mekeyê cûdatir bû. Eşirên "Ews" û "Xezrec" di şerr de bûn û li wir çend malbatên cihûyan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Benû Qeynuqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hicreyê bibûn misilman jî hebûn. Ji van re digotin “alîkar” (bi erebî: ansar). Di dawiyê de jî misilmanên Mekeyê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medîneyê, “muhacîr”.

Berî her tiştî Pêxember eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medîneyê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate misilmanan “umet” û civata cihûyan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cihûyekî dewlemend ket destê misilmanan û hemû cihû ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî bi misilmanan dikirin.

Muhemmed sê caran bi pûtperestên (muşrikên) Mekeyê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li Bedrê cengek qewîn çêbû. Misilman serketin û hemû qenîmeta muşrikan ket destê wan. Di şerrê Uhudê de misilman perîşan bûn, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Muhemmed li sere çiya cîhkiribû û ji wan re gotibû: “Çi dibe bila bibe, ji cihên xwe neleqin”, dîtin ku wa misilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li misilmanan xistin. Misilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û şehîd ket, wek Hemze. Diranê Muhemmed jî di şerr de şikest. Cengeke din jî li Medîneyê çêbû. Muşrik ji Mekeyê bi rê ketin û hatin Medîneyê. Muhemmed ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha şerekî girîng çê ne bû û muşrik ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Misilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medîneyê teqîb kirin.

Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Muhemmed umeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekeyê Kabeyê tewaf kin, “ûmre”. Li Hudeybiyeyê, gundekî nêzîkê Mekeyê muşrikan rê li wan girtin. Pêxember Muhemmed nexwest şerr çêbe û bi serokên qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û misilmanan qebûl kirin:

  • Ji bo 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
  • Ewlehiya misilmanên ku wê werin Mekeyê an başûr ji bo bazirganî an tewaf û hec.
  • Ewlehiya qureyşiyên wê biçin bakûr.
  • Kolên ku bê destûra xwediyên xwe ji Mekeyê werin Medîneyê wê para bişînin.
  • Sala peymanê kes ji Medîneyê naçe Mekeyê, li di salên dû re misilmanê bikaribin biçin Mekeyê ji bo hec û umre.

Dema salên peymanê Muhemmed çû Mekeyê leşkerên bi hêz wek Xalid ibn Welîd û Emr bin Es û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekeyê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Muhemmed bajarê Mekeyê bê şerr ji muşrikan stand. Muhemmed pûtên Kebeyê bi destê xwe hilşand.

Bi kesên derdorê Mekeyê re cengek çêbû. Di wê cengê de misilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.

Di sala 632an de Muhemmed ziyareta dawî li Mekeyê kir. Li wir di xutbeya (bang) xwe ya dawî de ji umeta Îslamê re nesîhet kir. Got:

Ewsal çû ber rehma Xwedê.

biguhêre

Di nav misilmanan de Pêxember Muhemmed zêdeyî du sed navên wî hene. Çend ji wan ev in: Evîndarê Xwedê (bi erebî: Habib Allah), Pêxember (an-Nabi), Bavê Qasim (Abu’l-Qasim), Giyanê Heqê (Rûh al-Haqq) û gelekên din. Bi erebî, bi navê Mihemed ve mirov pir caran gotina “sellallahu ‘eleyhî we sellem” jî dike.

Misilman dema qala Muhemmed pêxember dikin ji bo ku giramiyê dibejin Hezretî Muhemmed (Hz. Muhemmed) û selewat li ser tînin.

Herwiha navên wî yên din Ehmed, Mehmûd bi navê Muhemmed ra hevreh in û bi manaya "yê ku pesnê wî hatiye dayîn" in. Navekî din jî Mistefa ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ebdulhadî Botî, Pêxemberê Ummetê Hz. Muhemmed, Weşanxaneya Nûbihar, ISBN 978-605-5402-07-5
  2. ^ Mele Muhemmed Berkevanî, Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdî
  3. ^ https://zimannas.files.wordpress.com/2015/07/quran.pdf
  4. ^ http://nubihar.com/book/137-pexembere-ummete-hz-muhemmed
  5. ^ Murad Celali, Hz. Muhemmed Jiyana Pexembere Me, ISBN 9944360913
  6. ^ a b Mayne, Andrew (1987). Joseph Conrad: Biographical Outline. London: Macmillan Education UK. rr. 1–5. ISBN 978-0-333-43275-4.
  7. ^ "Early Years". www.al-islam.org (bi îngilîzî). 18 çiriya pêşîn 2012. Roja gihiştinê 20 sibat 2023.
  8. ^ 1910-1974., Rolt, L. T. C., (1964). James Watt. Arco Pub. Co. OCLC 213789555. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  9. ^ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/396226/Muhammad
  10. ^ http://www.muhammedmustafa.net/tr/altsayfavecdiakyuz.php?sayfa=yazilar/vecdiakyuz/ummi[girêdan daimî miriye]
  11. ^ Îbn-î Îshaq, Siyerê Nebî
  12. ^ http://www.enfal.de/itarih06.htm
  13. ^ Îbn Hîşam, II, 60; Taberî, II, 425; Îbn Seyyidinnas (1992 n.), I,231.
  14. ^ Doç. Dr. İbrahim Sarıçam, İlk Dönem İslam Tarihi r. 94-95
  15. ^ Belazûrî, Ensabu’l-Eşraf, c.1, r.12

Bîblîografî

biguhêre
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8
  • Murad Celali, Hz. Muhemmed Jiyana Pexembere Me, Nubihar Yayınları, ISBN 9944360913