Elî
Elî bin Ebû Talib, Îmam Elî an jî bi tenê Elî (bi erebî: علي بن أﺑﻲ طالب, lat. ʿAlī ibn Abī Ṭālib), (598, li Mekeyê hatiye dinê - 661, him pismamê Muhemmed Pêxember (lawê Ebû Talib ê ap) û him jî zavayê wî (mêrê Fatimeya keç) bû. Li cem wî mezin bûyî û yekemîn kesên ku berê bi pêxamberiya Muhemmed re bîad kiriye ew e, di nav 12 îmaman de îmamê pêşîn bû.
Elî ibn Ebû Talib | |
---|---|
Navê rastî |
علي بن أﺑﻲ طالب |
Jidayikbûn |
23 Kewçêr 598 |
Mirin |
28'ê Çile 661
(62 Salî) ![]() |
Netewe | Ereb |
Bernav | Şêrê Xwedê, Îmam Elî, Heyder, Şahê Merdan, Qur'anî Natik |
Hevwelatî | Dewleta Îslam |
Pîşe | Xelîfeyê Îslamê yê 4'an |
Dîn | Îslam |
Hevjîn | Fatime bint Muhemmed |
Zarok |
Law:
Keç:
|
Dê û bav |
|
Şanenav |
![]() |
biguherîne![]() |
Wek serleşkerîkî belavbûyîna dînê Îslamê da ristek girîng lîstiye û tev li hemû (bê şerê Tebûk ê) şeran bûye, ji xwe ji ber van sedeman wek "Şêrên Xwedê" an jî "Şûrên Îslamê" tê nasîn.
Piştî kuştina xelîfeyê sêyem Osman, Elî bû xelîfe (656-661). Bi tevahî 4 sal 9 mehan li ser hev xelîfetî kir.[1] Dema xelîfetiya wî mirov dikare bibêje bi şerê navxwûyî derbaz dibe. Şerên wê dewrê ev bûn:
- Şerê Cemel (di navbera wî û Muawiye û Zubeyr da bû)
- Şerê Siffin (di navbera wî û Muawiye da bû)
- Şerê Nehrevan (di navbera wî û Xariciyan da bû)
Di 63 saliya xwe da li bajarê Kufê dema nimija sibe pêk dianî di mizgeftê de ji hêla xarîciyan ve hat kuştin.