Xelîfetî

şêweyê desthilatdariya îslamî ya teokratîk
(Ji Xelîfe hat beralîkirin)

Xelîfet an Xelîfetî (bi erebî: خليفة رسول الله‎, lat. Xelîfet er-resûlallah an xelîfeyê pexamberê Xwedê) bi peyvik tê manê paşwerê pexemberekî. Lê ji pê Ûmeyyeyan re ew êdî wek kargerekî olî, siyasî û dadî hat bikaranîn û ew kargerî li cîha Xelîfetî de wek Xelîfe dihat navandin.

Wêneyê Dewleta Îslamê Dewleta Îslamî, 622–750.      Wextê cihe Muhemmed girtiye, 622–632      Her çar xelîfe Xelîfeyên Raşidûn, 632–661      Wexte Emewiyan , 661–750

Bêjenasiya peyvê

biguhêre

Xîlefet di Erebî ji peyva halfê tê manê "ew kesî ji pê keî din re tê" an "paşder" de afirandî ye.

 
Nexşeya bandora çar xelifeyên mezin a dîrokî
  Gotara bingehîn: Xelîfeyên Raşidûn

Kênge Mihemed pêxember di 632an de wefat kir, ji bo paşweriyê xwe kes diyar nakirî bû. Ji pê Muhemmed pêxember re xewasên misilman ji bo pêşeng, an go xelîfekî, diyar bikin kom bûn û bavê yek ji xanimên Muhemmed pêxember Eîşe Ebûbekir wek xelîfe hilbijartin. Ebû Bekîr unvana Xelîfet er-resûlallah girt û heta wefat kirî xelîfetî kir. Di dema wî de bi pêxemberên sexte re têkoşîn kir û li hundura dewleta îslamî de yekitî pêk anî bû. Ji pê di hundur de yekitî pêk anî re berê artêşên xwe çerxe ser Bîzans û Sasanîyan kir û misilmanan bi armanca cîhad ango cenga pîroz dest bi dagir kirina xakên dor Erebistanê kirin.

Di 634an de Omer wek xelîfe hat hilbijartin. Ji pê xelîfe hat hilbijartin re xelîfe Omer dewama cengên dema Ebûbekir de hat dest pê kirinî kir. Di dema wî de Sûrî (635-636), Iraq, Kurdistan, Mezopotamya (636) û Misir (639-642) hat dagir kirin. Bi gumanî Kurd bi gelemperî di wê demê de derbaza ola îslam bûn. Di 642an de Sasanîyan li nêzi Hamadan hat bin xistin û împaratoriya Sasaniyan dawî bû.

Di 644an de Osman hat xelîfe hilbijartin. Di dema xelîfe Osman de cara pêşin Quran wek nivisarî hat kom birin. Di dema Xelîfe Osman de dagir kirin û belavbûna Îslamê dewam kir. Di 647an Iran, Lîbya hat dagir kirin û dagir kirina Anatoliya jî dest pê kir. Lê hundura dewletê de ji bo hin kesan bawer dikir ku Osman ji qabîleya xwe, Ûmeyyeyan re, cîyawazî dike, li hundura dewletê de toximên cûdahî hat avêtin. Di encamê vê de Osman di 656an de li Medîne hat kuştin.

Ji pê vê bûyerê re Şîyan Elî wek xelîfe diyar kirin. Lê hin misilmanan got ku heta ku kujtarê Osman neditîn em Xelifetiyê Elî nepejiraninî. Mûawiye jî, parêzgerê Sûrî û ji malbata Ûmeyyeyan yek ji merivên Ûsman, xwe wek pêmevanê xelîfetîye dît û navbera wan de lihevnehatin der ket û misilman wek aliya Elî yek jî aliya Mûawiya bûn du paran. Di wê demê di hundura dewletê de gelek tevlîhevî der ketin. Ji wan yekê de Elî bi xanima Mihemed pexember Eîşe ve 656an de li Basra Bûyera Cemel de hatine hembera hev. Lihevnehatina Elî û Mûawiya bi dawî çerxa cengê bû û di 661an de navbera wan de Cenga Siffîn der ket û di dawiya wê cengê de Bûyera Kizîr hat bîryar kirin. Wê cengê 1,5 dewam kir û Elî wê cengê de artêşa mûawîye bin xist. Elî li Nehrevan bi Xaricîyan re ceng kir û ewna bin xistin. Lê Ebdûrrehman bîn Mulcem, yek ji xariciyan de bû, di 19'ê Remezan de Elî li Kûfe hat şehîd kirin.

Dema Ûmeyye û Ebbasiyan

biguhêre
  Gotara bingehîn: Xanedana Ebasiyan

Elî hat kuştin şunda lawî xwe Hasan ji doza xelîfetîye de gerî ye û xelîfetî ji Ûmeyyeyan, Mûawîye, re ma. Lê di hundur de serîhildan hembera Mûwîye de dewam dikirin. Di 680an de Cenga Kerbela de birayê Hesen bin Elîê biçûk Huseyn bin Elî di Cenga Kerbela de hat kuştin.

Di dema Mûawîye de dest bi diyar kirina xelîfetî bi verasetîye kirin. Û xelîfetî êdî çerxa Siltanatîye bû. Dîsa di wê demê de xelîfetî êdî wek cîha siyasî jî hat dîtîn. Di dema Ûmeyyeyan de dîsa jî dagir kirina xakên der dewam kir. Di destpêka Sedsala 8'an de Maxrêb, Endulus, Mawer û Nehr û Indus hat dagir kirin. Bi dawiya tevliheviya hundurî de di 744an de Ebû Muslîm Ûmeyyeyan bin xistin û di 749an de Xelîfetî derbaza Ebbasîyan bû.

Dema Ebbasîyan Bexdad navenda xelîfetîye bû. Di demên wek Harûn Reşîd de xelîfetî demên xweya herî rind dîtî bûn. Sedsala 9'an de Xelîfetî demên xweya baş didîn û ji siltanan pirtir wek pêşengê Olî dihat dîtin.

Di wê demê de dinêya Îslamî ji gelek mirnişiyan de pêk dihat. Di wê demê de Xelîfe li Bexdad dima û pêşenga misilmanan bû û doza xweya siyasî pir tune bû. Di sedsala 9'an û sedsala 11'an hin deman bin bandorên wek Bûyînan an Selçûqîan de dima. Ji pê îstîlaya Moxolan serdariya Xûlagû di 1251an re Xelîfetî li Bexdad hilweşî bû. Di 1261an de li Qehîre siltanê Memlûkan Baybars wek Xelîfe da zanîn. Xelîfetî di destên Memlûkan de heta di 1517an de derbaza Osmanan bû ma.

  Gotara bingehîn: Fatimî

Di 909an de Fatimî li Tûnis xelifetîyeke cîyawazî da bû zanîn û Misir, Sûrî û heta Sîcîlya belav bû bû. Ew ji pê dagir kirina Selahedînê Eyûbîya di 1171an re hilweşî bû.

Ûmeyyeyên Endulus

biguhêre

Dema di 750an de Ebbasiyan xelîfetî dest xwe xistî bû, xelîfeye Ûmeyyeyan rêvî bû Endulus û li wir di 929an de Xelîfetiya Cordoba da bû zanîn. Lê ew di 1031an de hilweşî bû.

Di sedsala 12'an û 13'an de li Maxrêb Mûwahhîdan û Hafsîdiyan jî li ser xelîfetî doz da bûn.

Dema Osmaniyan

biguhêre
  Gotara bingehîn: Împeratoriya Osmanî

Di 1517an xelîfetî ji Memlûkan de derbaza Osmaniyan bû û heta di 1924an ji aliya Mustafa Kemal Atatürk de hat feşkilandin dest wan de ma.

Ji pê Li Tirkîye xelîfet hat feşkiland li Erebîsitan Hûseyîn bîn Elî xwe wek xelîfe da zanîn jî ji pê Ebdûlazîz Erebistan dagir kir re va betal bû. Îroj tu xelîfe tu ne.