Siltan an Sultan (bi erebî: سلطان‎, lat. sultân ango "şah") nasnavê hikumdarên îslamî ye, bi taybetî ji bo hikûmdarên împeratoriya Osmanî yên berî sazkirina komara Tirkiyeyê tê bikaranîn.

Ew kesê ku herî pêşîn ve nasnavan bikaranî bû kargerê tirk Mehmûdê Gaznawiyan (998'an heta 1030'î) li Hindistanê hikumdar bû. Ew ji pê re ji aliya kargerên selçûq û osman, eyûbî û memlûkan jî hat bikaranîn. Li Endulusê nasridiyan jî Siltaniya Granadayê sazandî bû.

Îroj li Oman û Brûneyê tenê kargerên xwe nasnavê siltan digirin. Li Marokoyê di 1956'an de nasnavê siltan wek melik (bi erebî: ملك‎ ) hat guherandin.

Siltan hin caran wek siltanan ji bo navçeyan jî tê bikaranîn. Îroj li hin dewletên Afrîka, Malezya û Îndonezya navçe hene ku bi navê siltanat tên navkirin.

Siltan di Împeratoriya Osmanî de ji bo şahbanûyan jî wekok Xurrem Siltan dihat bikaranîn .

Siltan ji bo xelîfeyan jî dihat bikaranîn. Cara pêşin di 1055'an de Tuxrul Beg nasnavê siltan ji xelîfekî girt. Di 1517'an de heta 1924'an osmanan wek xelîfetî dewama ebasiyan bûn.

Çavkanî biguhêre