Bexda

Paytexta Iraqê
(Ji Bexdad hat beralîkirin)

Bexda (bi erebî: بغداد‎‎, lat. Baghdād) paytext û bajarê herî mezin ê Iraqê ye ku bi nifûsa 8,1 milyon (2018) kesan piştî bajarê Qahîreyê duyemîn bajarê herî mezin ê cîhana erebî ye. Bajêr li ser peravên Çemê Dîcleyê li nêzîkî bermahiyên bajarê kevnar a Babîlê hatiye avakirin. Di sala 762an de, Bexda wek paytexta Xîlafeta Ebasiyan hatiye diyarkirin û dibe projeya ya herî girîng a geşepêdana Xanedana Ebasiyan. Di nav demek kurt de, bajar dibe navendek girîng a çandî, bazirganî û rewşenbîrî yê. Ji xeynî avakirin avahiyên çend saziyên akademîk ên sereke ku di nav de Mala Hikmet heye, bajar dibe jîngehek pir-etnîkî, pir-dînî û cihekî bi navûdenga cîhanî wekî "Navenda Fêrbûnê".

Bexda
بغداد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
بغداد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bexda li ser nexşeyê
Map
Bexda li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Bexda
Bexda
Koordînat: 33°18'55"Bk, 44°21'58"Rh
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dûgel Iraq
Beşa îdarî
Paytexta
Dema avabûnê762 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerAl-Mansur Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarManhal Al habbobi (2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 204,2 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
34 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
6.960.000 (2016) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+3
Malperamanatbaghdad.gov.iq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bexda ji bo piraniya serdema Ebasiyan di Serdema Zêrîn a Îslamî de bajarê herî mezin ê cîhanê bû ku nifûsa bajêr ji mîlyonek zêdetir bû. Bajar di sala 1258an de bi giranî di destê Împeratoriya Mongolan de hate hilweşandin. Di encamê de paşveçûyinek ku di nav gelek sedsalan de bimîne ji ber ku pêvçûnên pir caran û gelek împeratorî li pey hev bajarê dagir dikin didome. Di sala 1932an de bi naskirina Iraq wekî dewletek serbixwe (berê desthilatdariya Brîtanî ya Mezopotamya) re, Bexda hêdî hêdî hinek girîngiya xwe ya berê wekî navendek girîng a çanda ereban bi dest xist ku nifûsa bajêr bi cûrbecûr 8 milyon kesê zêdetir tê texmîn kirin.

Di dema şerê rejîma Sadam Huseyn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zirareke mezin gihişt binesaziya bajarê. Şerê Iraqê ku di navbera rejîma Sadam Huseyn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Iraqê di sala 2003an de dest pê kir û heta sala 2011an dewam kir. Piştî serhildanek nû şerê nû ku heta sala 2017an berdewam kir û di encamê de ziyaneke mezin di warê çandî de gihîştiye mîrate û berhemên dîrokî.

Etîmolojî Biguhêre

Navê Bexdayê navek berî îslamê ye û di roja îro de koka navê hêj jî bi nîqaş e.[1] Cihê ku bajarê Bexdayê lê pêşketiye bi hezar salan e ku nişteciha mirovan e. Di sedsala heştan de çend gund li wir pêş ketine ku di nav wan de gundekî Sasaniyan bi navê Bexdad heye ku ev nav ji bo metropola ebbasiyan hatiye bikaranîn.[2]

Nivîskarên ereb ku nav bi koka xwe navekî beriya îslamê ye, bi giştî di farisiya navîn li koka navê Bexdayê geriyane. Nivîskaran wateyên cihêreng pêşniyar kirine ku wateya ya herî gelemperî wateya "warê ku ji hêla Xwedê ve hatiye dayîn" e. Zanyarên nûjen bi gelemperî piştgiriya vê etîmolojiyê dikin ku peyva Baghdad wekî pêkhateya farisî ya bagh "xweda" û dād "dayî" tê dîtin.[3]

Erdnîgarî Biguhêre

Bajêr li ser deşteke berfireh ê ku ji aliyê Çemê Dîcleyê ve ji hev hatiye veqetandin ava bûye. Dîcle Bexdayê di nîvî de xistiye du beş. Ji beşa rojhilatê jê re "Risafa" û beşa rojavayî re jî wekê "Kerx" hatiye binavkirin. Erda ku bajar li ser hatiye avakirin hema bêje bi tevahî rast û nizm e. Ji ber lehiyên mezin ên demkî yên ku li Çemê Dîcleyê qewimiye erdê bajêr bi eslê xwe aluvial e.

Dîrok Biguhêre

Serdemên xanedaniyan Biguhêre

Vekolînên arkeolojîk nîşan didin ku Bexda di demên kevnar de jîngeheke mirovî ya girîng bûye. Berî ku bajêr dibe paytexta Xanedana Ebasiyan dîroka bajêr heya serdema asuriyan diçe. Avahiyên kevnareyên bajêr girîngiya bajêr ya erdnîgarî û stratejîk daye nîşan ku di nav de bajarên mezin ên şaristaniya mirovan hene ku ji Başûrê Kurdistanê ya îro heta başûrê Iraqê dirêj dibin.

Piştî hilweşîna Emewiyan, xanedana yekem a misilmanan, mîrên Abbasî yên serketî bajarê xwe dixwestin ku li bajêr desthilatdariyê bikin. Wan cihek li bakurê paytexta Sasanî Kîsîfonê hilbijart û di 30yê tîrmeha sala 762an de xelîfe El-Mensûr dest bi avakirina bajêr kir.[4] Bajêr di bin rêberiya Barmakiyan de hate avakirin. Mensûr bawer dikir ku Bexda bajarekî bêkêmasî ye ku bibe paytexta Împeratoriya Îslamî ya di bin destê Ebbasiyan de. Dîroknasê Misilman el-Tabarî pêşbîniyek kevnare ya rahîbên Xiristiyan ragihand ku axayekî bi navê Miklas dê rojekê bajarekî balkêş li derdora Bexdayê ava bike. Dema Mansûr ev çîrok bihîst, gelekî kêfxweş dibe, ji ber ku efsane dibêjin, di zarokatiya wî de jê wî kesê re dibêjin Mîklas.[5] Mensûr ji vê malperê pir hez dikir û got: "Bi rastî ev bajarê ku ez ê bibînim, ez ê li ku bijîm jî dûndana min dê li vê bajarê serdest bin."[6]

Ji bo mezinbûna bajêr ji cihê wî yê hêja, bi kêmanî li ser du faktoran bû ku kontrola bajêr li ser rêyên stratejîk û bazirganiyê yên li ser Dîcleyê ye û li erdnîgariyeke xwedî avhewaya hişk de, li bajêr pir av heye. Av hem li bakur û hem jî li başûrê bajêr heye, ku rê dide hemî malbatan ku xwedan peydakên pir bin (çandinî) ku di wî demê de ev yek ne asayî bû. Bajarê Bexdayê bilez mezin dibe ku diviyabû li ser sê navçeyên dadwerî were dabeş kirin. Piştre bajêr bi van sê navçeyên Medinat el-Mensûr (Bajarê Dor), el-Şerqiye (Kerx) û Askar el-Mehdî (li deverê rojava) hatiye dabeşkirin.[7]

Mezin bûna Bexdayê bajarê Ktesiphon ku paytexta sasaniyan bû bi qasî 30 km li başûrêrojhilat Bexdayê bû bê qîmet kir.[8] Îro her tiştê ku ji Ktesiphon maye wekê bajarokê pîroz ê Salman Pak ê li başûrê Bexdaya Mezin ku tê bawer kirin ku Selmanê Farisî li vir hatiye veşartin. Ktesiphon bi xwe cihê Selûkya, paytexta yekem a Împeratoriya Selûkya bû ku berê cihê bajarê Babîlê girtibû.

Navenda fêrbûnê (sedsalên 8 û 9an) Biguhêre

 
Hewşa Medreseya Mustensiriya ku di sala 1227an de hatiye avakirin, yek ji kevintirîn şûnwarên cîhanê bû. Avahiya medreseyê ji êrîşa Mongol a sala 1258an xilas bûye. Zanîngeha Al-Mustansiriya nûjen di sala 1963an de li vê avahiyê hatiye damezrandin.

Di nav nifşek ji damezrandina xwe de, Bexda dibe navendek fêrbûn û bazirganiyê. Bajar dibe navendeke rewşenbîrî ya bêhempa ya zanist, bijîşkî, felsefe û perwerdehiyê, nemaze bi tevgera wergerandina Ebbasiyan re ku di bin xelîfeyê duyemîn El-Mensûr de dest pê kir û di bin xelîfeyê heftemîn El-Memûn de pêş ket. Beytul-Hikmah yan jî "Mala Hikmetê" di nav akademiyên herî naskirî de bû û di nîveka sedsala 9an de xwediyê mezintirîn bijareya pirtûkê li cîhanê bû.[9] Zanyarên navdar ên ku di vê demê de li Bexdayê ne, wergêr Huneyn ibn Îshaq, matematîkzan El-Xwarizmi û fîlozof El-Kindî ne.[10] Tevî ku erebî wekî zimanê navneteweyî yê zanistê dihat bikaranîn, lêbelê ne tenê Ereb; Faris, Suryanî, Nestorî, Cihû, Xirîstiyanên Ereb û mirovên ji komên etnîkî û dînî yên din ên xwemalî beşdarê herêmê dibûn.[11][12][13] Ev di nav hêmanên bingehîn de têne hesibandin ku beşdarî geşbûna zanistiyê li cîhana îslama serdema navîn bûne.[14] Bexda di heman demê de navendek girîng a fêrbûna dînê ya îslamî bû, digel ku El-Cahiz beşdarî damezrandina teolojiya Mu'tezîlî bû û her weha El-Teberî bi zanyariya li ser ravekirina Quranê bi dawî bû. Bexda, îhtîmal e ku ji demeke kin piştî damezrandina xwe heya salên 930an, dema ku ew bi Kordoba ve girêdaîbû, bajarê herî mezin ê cîhanê bû. Gelek texmîn destnîşan dikin ku bajar di lûtkeya xwe de zêdetirî mîlyon şênî wergirtiye.[15]

Di vê serdemê de ji taybetmendiyên balkêş ên Bexdayê pirtûkxaneyên bajarên yên awarte bûn. Gelek ji xelîfeyên ebasî ji kesên ku i fêrbûnê hez dikirin pêk dihat û xelîfe ji xebatên berhevkirina edebiyata kevnar û nûjen kêfxweş bûn. Her çend hinek mîrên xanedana Emewiyan a berê dest bi berhevkirin û wergerandina edebiyata zanistî ya grekî kiribûn jî, Ebbasî yên pêşîn bûn ku fêrbûna yewnanî di asteke mezin de pêşve xistin. Gelek ji van pirtûkxaneyan koleksiyonên taybet bûn ku tenê ji bo bikaranîna xwedan û hevalên wan ên nêzîk dihatin armanc kirin. Lê pirtûkxaneyên xelîfe û karbidestên din di demek kurt de karakterek giştî an nîv-giştî wergirtin. Di vê heyamê de çar pirtûkxaneyên mezin li Bexdayê hatin avakirin. Ya herî pêşîn pirtûkxaneya xelîfeyê navdar El-Memûn bû ku ji sala 813 heta sala 833an xelîfe bû. Pirtûkxaneya duyem jî di sala 991 yan jî 993an de ji aliyê Sabur ibn Erdeşîr ve ji bo edebiyatzan û zanayên ku li akademiya wî perwerde werdigirtin hatiye avakirin. Ev pirtûkxaneya duyem tenê heftê sal piştî avabûna pirtûkxaneyê ji aliyê Selçûqiyan ve hatiye talankirin û hatiye şewitandin. Ev mînakeke baş bû ku ji cureyê pirtûkxaneyên ku li gorî hewcedarî û berjewendiyên civakeke edebî hatiye avakirin. Herduyên dawîn mînakên pirtûkxaneyên medrese yan jî kolejên îlahî bûn. Perwerdegeha Nezamiye ji aliyê Nîzam El-Mulkê Farisî ve hatiye damezrandin ku wezîrê siltanên Selçûkî yên pêşîn bû. Nezamiye piştî hatina Mongolan heta sala 1258an xebata xwe berdewam kir. Medreseya Mustensiriye ku xwediyê pirtûkxaneyeke pir dewlemend bû ku ji aliyê El-Mustensir, xelîfeyê dawî yê Ebasî yê duyemîn ve ku di sala 1242an de dimire, hatiye avakirin. Ev pirtûkxane dibe pirtûkxaneya herî mezin a dawîn ku ji hêla xelîfên Bexdayê ve hatiye avakirin.

Serdema nûjen Biguhêre

 
Dîmenek ji navenda bajarê Bexdayê di adara sala 2017an de.

Bexda û başûrê Iraqê heta Şerê Cîhanê yê Yekem de ku ji aliyê Îngilîzan ve hatin girtin, heta sala 1917an di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma. Di sala 1920an de, Bexda bi çend projeyên mîmarî û plansaziyê ji bo bihêzkirina vê rêveberiyê dibe paytexta Mezopotamyaya Brîtanyayê.[16] Piştî ku Bexda di sala 1932an de serxwebûna xwe werdigire bajar dibe paytexta Padîşahiya Iraqê.

Di vê serdemê de, civaka cihû ya girîng (dibe ku ji 100.000 kesan zêdetir be) di navbera çaryek û sêyeka nifûsa bajêr de pêk tîne.[17] Di 1ê nîsana sala 1941an de endamên "Meydana Zêrîn" û Reşîd Elî li Bexdayê darbeyek pêk anîn. Reşîd Elî hikûmeteke alîgirê Almanya û Îtalyayê damezrand ku li cihê hikûmeta Regent Abdul Ilah ya alîgirê Brîtanyayê bigire. Di 31ê Gulanê de, piştî Şerê Îngilîstan û Iraqê yê encamdayî û piştî ku Reşîd Elî û hikûmeta wî reviyan, Şaredarê Bexdayê teslîmê hêzên îngilizî û hêzên Civaka Miletê Îngilîzî (Commonwealth) bû. Di 1 û 2ê hezîranê de, di dema valahiya desthilatdariyê de, niştecîhên cihû li pey gotegotên ku wan alîkariya îngilîzan kirine rastî êrişê hatin. Di bûyera ku bi navê Ferhud tê zanîn, zêdetirî 180 cihû hatin kuştin, 1000 cihû î birîndar bûn û bi sedan avahî û milkên cihûyan hatin talankirin.[18] Di navbera 300 û 400 serhildêr di hewildana têkbirina serhildêran de hatin kuştin.[19]

Nifûsa bajêr ji texmîna 145.000 ji sala 1900an heta sala 1950an gihîşt 580.000 kesan. Di 14ê tîrmeha sala 1958an de, endamên Artêşa Iraqê, di bin serokatiya Ebdulkerîm Qasim de, derbeyek ji bo hilweşandina Keyaniya Iraqê pêk anîn. Qral Feysel II, serokwezîrê berê Nûrî es-Saîd, Mîrê berê Abd al-Ilah, endamên malbata qral û yên din di dema derbeyê de bi awayekî hovane hatin kuştin.

Di salên 1970an de, Bexda ji ber zêdebûna nirxê petrolê ku hinardekirina wê ya sereke ye Bexda û Iraq derbasê serdemek geşbûnêbûn. Planên sereke ya dîzayn kirina bajêr (1967, 1973) ji hêla ofîsa plansaziyê ya Polonî Miastoprojekt-Kraków ve, bi navbeynkariya Polservice, hate radest kirin. Lêbelê di Şerê Îran-Iraqê ya salên 1980an de ji ber ku Sadam Huseyn rê ji artêşê re vekir û bi hezaran rûniştvan hatin kuştin, ji bo bajêr demek dijwar bû.[20] Îranê ji bo tolhildana berdewam a bombebarana Sedam Huseyn a li ser Tehranê, êrîşên mûşekî li dijî Bexdayê pêk anîn. Di sala 1991ê û 2003an de, Şerê Kendavê û êrişa Amerîkayê bo ser Iraqê ziyaneke mezin gihandin veguhestin, hêz û binesaziya saxlemiyê ya Bexdayê ji ber ku hêzên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîka di her du şeran de êrişên asmanî yên mezin li bajêr pêk aniye. Her weha di sala 2003ab de, serhildanek piçûk li bajêr (ku di 21 tîrmehê de pêk hat) dibe sedema hinek tevliheviya di nav gel de. "Taxa Suryaniyan" a dîrokî ya bajêr, Taxa Dorayl ku di sala 2003an de 150.000 Suryanî bi nifûsa xwe pesnê wê digirt, di wê demê ji %3ê nifûsa suryaniyên paytextê pêk dianî. Civaka suryaniyên bajêr ji aliyê El-Qaîde û komên din ên serhildêr ve rastî revandin, gefên kuştinê, xerabkarî û şewitandina xaniyan hatin. Di dawiya sala 2014an de tenê nêzîkî 1500 suryanî li Taxa Dorayê mane. Şerê Iraqê ji sala 2003an heta 2011an pêk hat lê serhildaneke îslamî ya bajêr heta sala 2013an berdewam kir.[21] Piştî wê şerekî din ji sala 2013am heta sala 2017an û serhildanek nizm jî ji sala 2017an ku teqînên xwekujî di çile ya sala 2018an û çileya sala 2021an de pêk hatiye berdewam kiriye.

Avhewa Biguhêre

Li Bexdayê hewaya çolê ya germ (Köppen BWh) heye ku havînên pir germ, dirêj û zuha heye û zivistanek kurtê nerm û sar, bi qismî xwedî hewayek şil derbas dibe. Di demsalên havînê de, ji Hezîranê heta Tebaxê, germahiya herî zêde ya navînî bi qasî 44 °C e û havênek bi tav derbas dike. Baran di vê demê salê de kêm e û tu carî ji 1 mm derbas nebûye. Bi şev jî, germahî di havînê de bi kêmasî jî be hinek caran ji 24 °C (santîgrat) ê kêmtir dibe. Rekora herî bilind a germahiyê ya Bexdayê 51,8 °C (santîgrat) di 28ê tîrmeha sala 2020an de hatiye tomar kirin.[22][23] Ji ber dûrbûna Bexdayê ji başûrê Iraqê û peravên Kendava Farsê, rêjeya şilatiyê bi gelemperî di havînê de ji %50 kêmtir e û di nîvê havînan de rûdanên bahozên tozê ya ber bi rojava rûdanek normal e.

Germahiya zivistanê xwedî taybetmendiya avhewa germ a çolê ye. Ji meha Kanûna Pêşîn heya meha Sibatê, germahiya herî zêde ya Bexdayê di navbera 16 û 19 °C de ye û hinek caran germahiya jorîn ji 21 °C (santîgrat) ê. Salê du caran germahiya dadikeve bin sifrê. Ev yek Li bajêr bi gelemperî salê du caran pêk tê.[24]

Barana salane, bi tevahî ji heyama ji meha Mijdarê heya meha Adarê ve girêdayî ye ku bi qasî 150 mm ye lê hinek caran baran heta bi qasî 338 mm bilind dibe û bi û heta 37 mm yê dadikeve. Di 11ê çileya sala 2008an, piştî 100 salan yekem car berfa sivik li seranserê Bexdayê bariye.[25] Di 11ê sibata sala 2020an de careke din dîsa berf barî û li seranserê bajêr erd spî kir.[26]

Wêne Biguhêre

Çavkanî Biguhêre

  1. Duri, A. A. (24 nîsan 2012). "Bag̲h̲dād". Encyclopaedia of Islam, Second Edition (bi îngilîzî). Brill. doi:10.1163/1573-3912_islam_com_0084.
  2. "Baghdad | History, Population, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 5 gulan 2023. Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  3. Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi American English). Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  4. "Times Books". Wikipedia (bi îngilîzî). 27 sibat 2023.
  5. Bobrick, Alexey (20 îlon 2012). "Mass transfer in compact binaries". Proceedings of Gamma-Ray Bursts 2012 Conference — PoS(GRB 2012). Trieste, Italy: Sissa Medialab. doi:10.22323/1.152.0111.
  6. Wiet, Gaston (1971). Baghdad; metropolis of the Abbasid caliphate. Internet Archive. Norman, University of Oklahoma Press. ISBN 978-0-8061-0922-0.
  7. Tillier, Mathieu (5 kanûna pêşîn 2009). Les cadis d'Iraq et l'État Abbasside (132/750-334/945). Études arabes, médiévales et modernes (bi frensî). Beyrouth: Presses de l’Ifpo. doi:10.4000/books.ifpo.673. ISBN 978-2-35159-278-6.
  8. "Gaston Wiet". Journal of the Economic and Social History of the Orient. 14 (1): 223–226. 1971. doi:10.1163/156852071x00122. ISSN 0022-4995.
  9. Al-Khalili, Jim (25 îlon 2010). "When Baghdad was centre of the scientific world". The Observer (bi British English). Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  10. Al-Khalili, Jim (25 îlon 2010). "When Baghdad was centre of the scientific world". The Observer (bi British English). Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  11. "Sir Henry Lyons, F.R.S". Nature (bi îngilîzî). 132 (3323): 55–55. 1 tîrmeh 1933. doi:10.1038/132055c0. ISSN 1476-4687.
  12. "syriacs during the islamic golden age - گه‌ڕانی Google". www.google.com. Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  13. West, Humanities (26 nîsan 2014). "Baghdad in Its Golden Age (762-1300)". Humanities West (bi American English). Roja wergirtinê: 2 hezîran 2023.
  14. Saliba, George (2 adar 2007). Islamic Science and the Making of the European Renaissance (bi îngilîzî). doi:10.7551/mitpress/3981.001.0001.
  15. Bobrick, Benson, ed. (2012). The caliph's splendor: Islam and the West in the golden age of Baghdad. New York [ u.a ]: Simon & Schuster. ISBN 978-1-4165-6762-2.
  16. Jackson, Iain (2 nîsan 2016). "The architecture of the British Mandate in Iraq: nation-building and state creation". The Journal of Architecture (bi îngilîzî). 21 (3): 375–417. doi:10.1080/13602365.2016.1179662. ISSN 1360-2365.
  17. The Jewish Quarterly (bi îngilîzî). Jewish Literary Trust. 1995.
  18. Gilbert, Martin; Gilbert, Martin (1993). The atlas of Jewish history. Internet Archive. New York : William Morrow and Company. ISBN 978-0-688-12264-5.
  19. "The Atlantic". Wikipedia (bi îngilîzî). 31 gulan 2023.
  20. Stanek, Łukasz (2020). Architecture in global socialism: Eastern Europe, West Africa, and the Middle East in the Cold War. Princeton Oxford: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-19455-4.
  21. Qiblawi, Aqeel Najm,Jomana Karadsheh,Kareem Khadder,Tamara (21 kanûna paşîn 2021). "At least 32 killed as first suicide bombing in nearly 2 years rocks Baghdad". CNN (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.
  22. "Climatologie mensuelle en juillet 2020 à Baghdad | climatologie depuis 1900 - Infoclimat". www.infoclimat.fr. Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.
  23. Cappucci, Matthew; Salim, Mustafa (23 tîrmeh 2021). "Baghdad soars to 125 blistering degrees, its highest temperature on record". Washington Post (bi American English). Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.
  24. WMO. "World Weather Information Service". World Weather Information Service (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.
  25. "AFP: First snow for 100 years falls on Baghdad". web.archive.org. 29 îlon 2010. Ji orîjînalê di 29 îlon 2010 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.
  26. Limited, Bangkok Post Public Company. "Ultra-rare snowfall carpets Baghdad". Bangkok Post (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 hezîran 2023.

Girêdanên derve Biguhêre