Selcûqî an jî selçûqî (bi tirkî: Selçuklular, bi farisî: سلجوقيان, selcûqiyan) xanedanekî dîrokî ye, ku ji eşîrên oxizî derketiye.

Selcûqî
  • Dynasty
  • welatê dîrokî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre



Mertal
Dema avabûnê
  • Sedsala 10an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîrok Biguhêre

Selcûqiyan navê xwe ji Selcûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxuzan mila Kinikan bû, di sedsala 9an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qezexistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû. Selcûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza ola Îslam bû.[1] Selcûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.[2]

Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri (1038–1060) de, Selcûqî di 1030an de ji Xorasan derketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selcûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji Îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhilata Keyîtî karger kir.[3] Tûxrûl beg keyîtiya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşiyan re wî bandora xwe li ser Ebasîyan ra kir. Tûxrûl beg li Bexda ji Xelîfe unvana Siltan girt.[4]

Di bin kargera Alp Arslan (1060–1072) de keyîtî yek bû û ji pê serfiraziya di Cenga Malazgirt de di 1071 hembera Bîzansê re dagir kirina Anatolya û Sûrî dest pê kir.[5] Di dema Alp Arslan de wan Fatimî yên li Meke û Medîne bin xistin û xelîfetiya Ebasî li Bexdayê şun da saz kir. Di bin kargera Alp Arslan û paşwerê xwe Melik Şah I (1072–1092) û wezîrê xweyê faris Nizam Elmulk (1065–1092) de keyitîye dema xweya herî baş dîtî bû. Di wê demê de medreseyên Nizam Elmulk hatin sazandin. Di wê demê de selcûqiyên Kerman li Oman hat sazandin.

Ji pê wezîr Nizam Elmulk ji aliya xaşxaşiyan hat kuştin û mirina Siltan Melik-Şah (1092) re di keyîtîye de li ser textê ceng der ketin. Vê cengê heta 1118an dewam kir û keyîtî Xorasan û îraq de bû du paran.[6]

Ji pê sedsala 11an li Anatoliya selcûqiya Anatolya bi paytexta Qonye (demekî, Iconum) hat sazkirin re, li Sûrî jî selcûqî bûn çend paran mirnişiyan. Ew mirnişiyên li Sûrî ji pê re ji aliya zengiyan di sedsala 12'an de hat yekkirin û li şûnê eyûbiyan hat sazandin.[7]

Wextê tirkên Anatolyayê Biguhêre

Li Xorasanê dema siltan Sancar (1118–1157) de, lawê Melik Şah bû, selcûqiyan demeke xwe ya dina baş dît.[8] Lê ji pê di 1141an de li Semerqand hembera Kara Kitaiyan de bin ket re çend salan şunda keyîtî hilwaşî ye. Selcûqiyên li Anatolyayê ji pê binketîniyê di 1243an hembera Îlhanan re lawaz bûn û di 1307an de hilwaşî. Paşê bi awayê began dabeş bû û li ser bermayiyên vê dewletê Împeratoriya Osmaniyan ava bû.

Mijarên têkildar Biguhêre

Çavkanî Biguhêre

  1. Harris, Jonathan (2014). Byzantium and the Crusades. Bloomsbury Publishing. pp. 39–45. ISBN 9781780937366.
  2. Rāvandī, Muḥammad (1385). Rāḥat al-ṣudūr va āyat al-surūr dar tārīkh-i āl-i saljūq. Tihrān: Intishārāt-i Asāṭīr. ISBN 9643313662.
  3. Fleet, Kate (2009). The Cambridge History of Turkey: Byzantium to Turkey, 1071–1453: Volume 1 (PDF). Cambridge University Press. p. 1."The defeat in August 1071 of the Byzantine emperor Romanos Diogenes by the Turkomans at the battle of Malazgirt (Manzikert) is taken as a turning point in the history of Anatolia and the Byzantine Empire.
  4. Tetley, G.E (2009). Hillenbrand, Carole (ed.). The Ghaznavid and Seljuk Turks: Poetry as a Source for Iranian History. London and New York: Routledge. pp. 1–16. ISBN 978-0-415-43119-4
  5. Sümer, Faruk (2009). "SELÇUKLULAR" (PDF). TDV Encyclopedia of Islam, Vol. 36 (Sakal – Sevm) (bi tirkî). Istanbul: Turkiye Diyanet Foundation, Centre for Islamic Studies. pp. 365–371. ISBN 978-975-389-566-8.
  6. Özaydın, Abdülkerim (2009). "AHMED SENCER" (PDF). TDV Encyclopedia of Islam, Vol. 36 (Sakal – Sevm) (bi tirkî û inglîzî). Istanbul: Turkiye Diyanet Foundation, Centre for Islamic Studies. pp. 507–511. ISBN 978-975-389-566-8.
  7. Wink, Andre, Al Hind: the Making of the Indo-Islamic World Brill Academic Publishers, 1996, ISBN 90-04-09249-8 p. 9
  8. Dietrich, Richard (2018). "The Names of Seljuk's Sons as Evidence for the Pre-Islamic Religion of the Seljuks". Turkish Historical Review. 9 (1): 54–70. doi:10.1163/18775462-00901002.