Ûzbêkistan

O‘zbekiston Respublikas
Komara Ûzbêkistan
Ala Ûzbêkistanê Arma Ûzbêkistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Serquyosh, hur o‘lkam, elga baxt, najot.
Uzbekistan on the globe (Eurasia centered).svg
Zimanên fermî Ûzbêkî


Paytext Taşkent (Ûzbêkî Toshkent)
41°16′Bk 69°13′Rh / 41.267°Bk 69.217°Rh / 41.267; 69.217
Bajarê mezin Taşkent
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Shavkat Mirziyoyev
Abdulla Oripov
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

448.978 km2
4,9
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

32.121.000 kes
71,5 kes/km2
Serxwebûn 1'ê rezberê 1991, ji YKSS de.
Dirav So‘m
Dem UTC+5
Nîşana înternetê .uz
Koda telefonê +998
Uz-map.png

Ûzbêkistan (ûzbêkî O‘zbekiston; fermî Komara Ûzbêkistan, ûzbêkî O‘zbekiston Respublikasi) welateka li Asya navîn de ye. Ew ji aliyê pênc welatên bejahiyê ve tê dorpêçkirin: Qezexistan li bakur; Qirgizistan li bakurê rojhilat; Tacîkistan li başûrê rojhilat; Efxanistan li başûr; û li başûrê rojavayê Tirkmenistan. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Taşkent e. Ûzbekistan beşek ji cîhana Tirkan e û herwiha endamê Rêxistina Dewletên Tirk e. Zimanê uzbekî li Ûzbekîstanê zimanê ku piranî tê axaftin e, zimanên din rûsî û tacîk jî hene, ku bi giranî li Samerqend û Buxarayê têne axaftin. Îslam li Ûzbekistanê ola serdest e û piraniya Ûzbekan misilmanên sunî ne.[1]

Ûzbekistan dewletek laîk e, ku hukûmetek destûrî ya serokatiyê heye. Ûzbekistan ji 12 herêman (vilayat), bajarê Taşkentê û yek komara xweser, Karakalpakstanê pêk tê. Rêxistinên mafên mirovan ên ne-hikûmî Ûzbekistanê wekî "dewleteke otorîter û xwedî mafên sivîl ên bisînor" pênase kirine[2], lê reformên girîng di bin serokatiya duyem a Ûzbekistanê Şevkat Mîrziyoyev de piştî mirina serokê yekem Îslam Karîmov, hatin kirin. Ji ber van reforman, têkiliyên bi welatên cîran ên Qirgizîstan, Tacîkistan û Afxanîstanê re pir baş bûne.[e[3][4][5] Rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2020an bi destxistina Armancên Pêşkeftina Berdewam a NY gelek pêşkeftin dît.[6]

DîrokBiguhêre

 
Perekî zêr ê Eukratîdês I (en), ku li Buxarayê hat dîtin
 
Alim Khan (en), emîrê Buxarayê, 1911

Yekemîn niştecîhên tomarkirî yên ku li devera Ûzbekistana îroyîn dijiyan koçerên Îranî yên Rojhilatî bûn, ku bi navê Îskîtan dihatin naskirin: Wan padîşahiyan li Khwarazm (sedsala 8 heta ya 6an BZ), Bactria (sedsalên 8an heta ya 6an B.Z.), Sogdia (sedsala 8an heta ya 6an B.Z.), Fergana (sedsala 3an B.Z. - sedsala 6an) û Margiana (sedsala 3an B.Z heta sedsala 6an B.Z.)[19] Navçe di nav Împaratoriya Axamenî ya Îranî de bû û piştî heyamek desthilatdariya Makedonî, ji hêla Împeratoriya Partî ya Îranî û piştre jî ji hêla Împeratoriya Sasaniyan ve hate rêvebirin, heya ku di sedsala 7mîn de misilmanan farisan dagir kir.

Fetihên destpêkê yên misilmanan û paşê Împaratoriya Samaniyan piraniya mirovan, tevî çînên serdest ên herêmî, kirin alîgirên Îslamê. Di vê serdemê de, bajarên wek Semerqend, Xiva û Buxara ji Riya Hevrîşimê dest bi dewlemendbûna xwe kirin û bi kesayetên wek Mihemed el-Buxarî, El-Tirmizî, Xuwarezmî, el- Bîrûnî, Avicenna û Omer Xeyam.

Xanedaniya herêmî ya Xuarezmiyan di sedsala 13an de ji hêla dagirkeriya Mongolan ve hate hilweşandin û bû sedema serdestiya gelên tirk. Tîmûr (Têmûr) yê ku di sedsala 14an de Împeratoriya Tîmûriyan ava kir, ji Şehrîsabzê bû û Semerqendê kir paytexta xwe. Bajar di bin desthilatdariya Ulugh Beg de bû navendeke zanistê û Ronesansa Tîmûriyan anî dinyayê.

Herêmên xanedana Tîmûriyan di sedsala 16an de ji aliyê Şeybaniyên Ûzbek ve hatin zeftkirin û navenda desthilatdariyê derbasî Buxarayê kirin. Herêm bû sê dewlet: Xaneya Xiva, Xanatê Kokand, û Mîrnişîna Buxara. Serketinên Emperor Babur ber bi rojhilat ve bû sedema damezrandina Împaratoriya Mughal li Hindistanê.

Tevahiya Asyaya Navîn di sedsala 19an de hêdî hêdî bi Împaratoriya Rûsyayê re hate girêdan û Taşkent bû navenda siyasî ya Turkistana Rûsyayê. Di sala 1924 de, sînorkirina neteweyî Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûzbek wekî komarek serbixwe di nav Yekîtiya Sovyetê de ava kir. Demek kin beriya hilweşandina Yekîtiya Sovyetê, di 31 Tebaxê 1991an de serxwebûna xwe wekî Komara Ûzbekistanê ragihand.

1ê Îlonê wek roja serxwebûna neteweyî hat îlankirin. Yekîtiya Sovyetê di 26ê Kanûna Paşiyê ya wê salê de hat hilweşandin. Islam Karimov, ku ji sala 1989an ve sekreterê yekem ê Partiya Komunîst a Ûzbekistanê bû, di sala 1990 de wek serokê Komara Sovyeta Sosyalîst a Ûzbekistanê hat hilbijartin.

ErdnîgarîBiguhêre

447.400 km² rûerda Ûzbêkistanê he ye, bi mezinahî xwe ew welata cîhaneyê 56an e. Direjhatiya welat ji rojhelat Gola Aralê de rojava heta Ferghanatal nezikî 1.200 km, firehî jî di başûr û bakur de 930 km e. Li başûr rojhelat Tirkmenistan, li bakur Qezexistan û Gola Aralê, li başûr Tacikistan û li rojhelat jî Qirgizistan heye. Çi qas ji bo Gola Aral hereşekê hişk bûn heye û hin navçe xwe di sînorên Qezexistan de dima jî bi 43.000 km aqarê xwe ew gola herî mezin Ûzbêkistanê ye. Çiyayê herî mezin bi 4.300 m Çiyayê Beşton e.

ÇemBiguhêre

Di Ûzbêkistanê re du çemên mezin, bi 2.539 km çemê Amudaryo û bi 2.212 km an çemê Sirdaryo derbaz dibe. Amudaryo Efxanistan li çiyayên Pamir û Hindîkûş dize û li Tacikistan û Efxanistanê bi navê Pamîr tê navkirin. Amudaryo paş di sînorên Efxanistan û Ûzbêkistanê re derbaz bû şunda di paralela sînorên Ûzbêkistan û Qezexistan re derbaz dibe. Sirdaryo li Qirgizistan şunda dikeve Ûzbêkistanê paş Ferghanatal derbaz kir şunda dikeve Tacikistanê û şunda Ûzbêkistanê re derbaza Qezexistan dibe.

Hin çemên dinên Ûzbêkistan ewna ne;Surxondaryo, Qashqadaryo, Qarshi, û Zarafshon e.

SuruştBiguhêre

Li Ûzbêkistanê suruşta Suruşta Çol tê dîtîn. Havînan germ û bê barij e, zivistanan jî sar e.

AborîBiguhêre

Aboriya ûzbek gav bi gav ber bi aboriya bazarê ve diçe û siyaseta bazirganiya derve li ser cîgirkirina îthalatê ye. Ji Îlona 2017an û pêde, pereyê welêt bi rêjeyên bazarê bi tevahî kare bê vegerandin. Ûzbekistan hilberîner û hinardekarekî sereke yê pembû ye. Bi tesîsên mezin ên hilberîna elektrîkê yên ji serdema Sovyetê û peydakirina zêde ya gaza xwezayî, Ûzbekistan bûye hilberînerê herî mezin ê elektrîkê li Asyaya Navîn.[7]

Ji 2018 heta 2021, komarê ji hêla Standard and Poor (S&P) û Fitch ve nirxa BB- wergirt.[8] Hêzên ku ji hêla Enstîtuya Brookings ve hatine destnîşan kirin, Ûzbekistan xwedî sermayeyên mezin, mezinbûna aborî ya bilind, û deynê giştî yê kêm e. Di nav wan astengan de ku komarê paşde dihêlin, GDP ya nizm a serê mirovî ye.[9] Ûzbekistan endamê Hevbendiya Dewletên Serbixwe (CIS), Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) ye.

Parêzgehên ÛzbêkistanBiguhêre

Parêzgehên Ûzbêkistan:

 

Çand û hunerBiguhêre

GelBiguhêre

Gorî danen fermiyên 1993an de gelê Ûzbêkistanê wiha par ve dibe; %73,7 ûzbêkî, %5,5 rus, %5,1 tacîkî, %4,2 qezexî, %2 tatarên kirimî, %2 qereqalpakan, %1,1 koreyî ne. Li wan bêtir ew hindikenên kurd, ûygûrî, elman, azerî jî hene.

OlBiguhêre

Li gelî Ûzbêkistanê 88 % xwe misilmanên sunnî ne. 9% en xwe xristiyanên ortodoksên rus in. Li wan bêtir misilmanên Şî, xristiyanên zavên din û jî hene.

BajarBiguhêre

Bajarên Ûzbêkistanê herî mezin ewna ne: Taşkent (Toshkent) (nêzîkî 1.978.000 kes), Namangan (nêzîkî 432.500 kes), Semerqend (nêzîkî 319.400), Andijon (nêzîkî 318.500), Bûxara (Buxoro) (nêzîkî 247.700) û Nukus (nêzîkî 230.000) (di 2005 de)

 
Xiva

Girêdanên derveBiguhêre

ÇavkanîBiguhêre

  1. "Chapter 1: Religious Affiliation". The World's Muslims: Unity and Diversity. Pew Research Center's Religion & Public Life Project. 9 August 2012. Retrieved 4 September 2013.
  2. "Constitution of the Republic of Uzbekistan". ksu.uz. Ji orîjînalê di 27 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 24 kanûna pêşîn 2014.
  3. "Uzbekistan". UN Department of Economic and Social Affairs. Roja wergirtinê: 8 tîrmeh 2021.
  4. "Uzbekistan | Energy 2018". GLI – Global Legal Insights. Roja wergirtinê: 2 kanûna pêşîn 2017.
  5. "Uzbekistan Sovereign credit ratings - data, chart" (bi îngilîzî). TheGlobalEconomy.com. Roja wergirtinê: 8 tîrmeh 2021.
  6. "Uzbekistan". UN Department of Economic and Social Affairs. Roja wergirtinê: 8 tîrmeh 2021.
  7. "Uzbekistan | Energy 2018". GLI – Global Legal Insights. Roja wergirtinê: 2 kanûna pêşîn 2017.
  8. "Uzbekistan Sovereign credit ratings - data, chart" (bi îngilîzî). TheGlobalEconomy.com. Roja wergirtinê: 8 tîrmeh 2021.
  9. Daniel Pajank (23 kanûna paşîn 2019). "Uzbekistan's star appears in the credit rating universe". Brookings Institution. Roja wergirtinê: 30 kanûna pêşîn 2019.