Rûs
Rûs an ûris[1] (bi rûsî: русские, russkie) gelek e ji aliyî zimanî ve ji gelên slav dihên hesibandin û zimanê wan ji zimanên slavî yên rojhilatî ye.
Neteweyekî Slav bi piranî li Rûsyayê dijîn | |
Beşek ji |
|
---|---|
Cih |
|
Gelhe |
|
Dîn |
|
Cuda ji | |
![]() |
Peyva rûsî bi ramaneka dî jî bikar dihêt: her welatiyekê Komara Rûsyayê bê nihêrîna li nejad û etnîsîtiya wan. Di zimanê rûsî da, bi dariştina peyva nû ya Rossiyani (Россиянин) anko rûsyanî van herdu ramanan ji hev vadivêrin. Ji tevaya rûsyaniyan, nêzî 80% rûs in.
Hêşet (nifûs) Biguhêre
Nêzî 137 milyon kesan rûs li cîhanê hene. Ji wan, 115 milyon li Rûsyayê, 17 milyon li komarên Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst yên berê dijîn. Rûs gelê herî pirhijmar yê Ewropayê ye û li goreyê hêşetê (nifûsê), ew çend qatî komên dî yên slavan in (wekî ûkraynî 46 milyon û polonî 60 milyon).
Rûs li dewletên pêmevanên Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst Biguhêre
- Ermenistan - nêzî 27.000 (0,9 %)
- Azerbaycan - nêzî 150.000 (1,8 %)
- Estonya - nêzî 380.000 (28,1 %)
- Gurcistan - nêzî 77.000 (1,5 %)
- Qezexistan - nêzî 4,5 milyon (30,0 %)
- Qirgizistan - nêzî 635.000 (12,5 %)
- Letonya - nêzî 687.000 (29,6 %)
- Lîtvanya - nêzî 218.000 (6,31 %)
- Moldova - nêzî 551.000 (13,0 %)
- Rûsya - nêzî 116 milyon (79,8 %)
- Tacikistan - nêzî 69.000 (1,1 %)
- Tirkmenistan - nêzî 48.000 (9,8 %)
- Ûkrayna - nêzî 8,4 milyon (17,3 %)
- Ûzbêkistan - nêzî 1,4 milyon (5,5 %)
- Rûsyaya Spî - nêzî 1,1 milyon(11 %)
Nêzî 1 milyon rûs li derveyî dewletên YKSS yên berê ne, wekî welatên DYA, Çîn, Almanyayê.
Dîn Biguhêre
Rûs bi awayekê gelemperî, li ser mezhebê ortodoks ji dînê felatî anko xiristiyantî ne.
Çavkanî Biguhêre
- ↑ Î.O. Farîzov (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.