Zimanê rûsî an jî zimanê ûrisî li gel belarûskî û ûkraynî yek ji zimanên malbata zimanên slavî yên rojhilatî ye. Herî zêde li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê tê axaftin. Her wiha li dewletên wek Kazaxistan, Kirgizistan, Estonya ku ji dewletên ku ji Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst veqetîyayî ne, hîn jî berbelav e.

Rûsî
русский язык (russkij jazyk)
Welatên lê tê axaftin  Rûsya
Axiverên zimanê zikmakî 150 milyon (2012)[çavkanî hewce ye]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Alfabeya kîrîlî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Rûsya, Rûsyaya Sipî, Qazakistan, Qirgizistan, Yekîtiya Navnetewan
Sazkerên zimên Akademiya Zanistan ya Rûsya
Kodên zimanî
ISO 639-1 ru
ISO 639-2 rus
ISO 639-3 rus

Nêzîkatîya bi kurdî re biguhêre

Ji ber ku her du jî ji malbata zimanên hind û ewropî ne, di navbera kurdî û rûskî de gellek peyvên ku dişibin hev hene. Ev şibîn zêdetir li zaravaya dimilkî têne dîtin.

Rûskî Kurmancî Zazakî
врать (Vrat') Virrkirin (derew) Zurr Kerden
умира́ть (Umirat') Mirin Merden
ви́деть (Vîdît') Dîtin Vînayen / Dînayen
зима (Zîma) Zivistan Zimistan
весна (Vêsna) Bihar Wisar

Girêdanên derve biguhêre