Neteweyên Yekbûyî
(Ji UN hat beralîkirin)
Neteweyên Yekbûyî | |
![]() Ala Neteweyên Yekbûyî | |
![]() | |
Zimanê fermî | Erebî, Çînî, Îngilîzî, Fransî, Rûsî, Spanî |
Sekreterê giştî | Antonio Guteres (ji 2016'a) |
Damezrandin | 26'ê pûşperê 1945 |
Fermîbûna Çarta NY | 24'ê kewçêrê 1945 |
Welatên endamê Neteweyên Yekbûyî | 193 |
Navenda Neteweyên Yekbûyî | New York (DYA) |
Malper | www.un.org |
Neteweyên Yekbûyî (Neteweyên Hevgirtî, Neteweyên Yekgirtî; bi îngilîzî The United Nations) anjî bi kurtî NY mezintirîn rêkxistina navneteweyî ye. NY di sala 1945 hate damezrandin.
Armanc û EndamBiguherîne
Neteweyên Yekbûyî (NY; bi îngilîzî UN) piştî Şerê cîhanî yê duyemîn hat damezrandin bi armanca rêgirtina li ber cengên navneteweyî û rêxweşkirina li ber aştiya herherî.
Niha hema bêje hemû Lîsteya dewletên serbixwe yên cîhanê endamên NY ne.
XebatBiguherîne
Baregeha NY li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Dewletên endam nûnerên xwe dişînin wê baregehê daku li ser mijarên cîhanî gotûbêjan bikin û birryaran bidin.
Dezgehên NYBiguherîne
Neteweyên Yekbûyî şeş dezgehên bingehîn û jimareyek mezin jî dezgehên taybet hene.
Dezgehên bingehîn yên NYBiguherîne
- Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
- Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî
- Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî
- Dadgeha Navneteweyî
- Encûmena Spartinê (êdî naxebite)
- Encûmena Aborî û Civakî
Dezgehên taybet yên NYBiguherîne
Dezgehên taybet yên Neteweyên Yekbûyî: