Ûrûguay (/rˈɡuaj/;[6] bilêvkirina spanî: [uɾuˈɣwai̯]), bi fermî Komara Rojhilatnasiyê ya Ûrûguayê (bi spanî: República Oriental del Uruguay), welatekî li başûrê Amerîkaya Başûrê ye. Sînorên xwe li bakur bi Brezîl, li rojava çemê Ûrûguay û Arjentîn, li başûr û rojhelat jî Okyanûsa Atlantîk re hene. Li Arjentîn bi çemê Ûrûguay û devoka (ango li ku çem digîhî deryayê) wî çemî, Rio de la Plata vediqete. Ew li Sûrînam şunda welata herî biçûkê duyemê Amerîkaya Başûrê ye. Nêzî nîviya gelheya xwe li bajarê herî mezin û paytexta Montevideoyê dijî ye.

Komara Rojhilatnasiyê ya Ûrûguayê
Ûrûguay
República Oriental del Uruguay
Ala Mertal
Dirûşm: "Libertad o Muerte" (spanî)
"Azadî an Mirin"
Sirûd: Himno Nacional de Uruguay
Sirûda Neteweyî ya Ûrûguayê
Şûnewarê Ûrûguay
Şûnewarê Ûrûguay
Paytext
û bajarê mezin
Montevideo
34°53′Bş 56°10′Ra / 34.883°Bş 56.167°Ra / -34.883; -56.167
Zimanên fermî Spanî
Komên etnîkî (2011[1])
Demonîm Ûrûguayî
Rêveberî Komara serokatiyê
 •  Serok Luis Lacalle Pou
 •  Cîgirê serokê Beatriz Argimón
Pêşvebirî Meclîsa giştî
 •  Meclîsa jorîn Senato
 •  Meclîsa jêrîn Meclîsa cîgiran
Serxwebûn ji Împeratoriya Brezîlê
 •  Beyan 25 tebax 1825 
 •  Naskirin 28 tebax 1828 
 •  Makezagon 18 tîrmeh 1830 
Rûerd
 •  Giştî 176,215 km2 (89.)
 •  Av (%) 1,5
Gelhe
 •  2016 Texmînkirin 3.427.000 (134.)
 •  2011 Giştî 3.286.314[2]
 •  Tîrbûn 18,6/km2} (198.)
TBH (PHK) 2016 texmînkirin
 •  Giştî $73.930 trilyon[3] (91.)
TBH (nomînal) 2016 texmînkirin
 •  Giştî $54.374 trilyon (78.)
Gini (2014) 41,6
 · [4]
PPM (2014)Zêdebûn 0,793[5]
 · 52.
Dirav Pesoya Ûrûguayê (UYU)
Demjimêr UYT (UTC-3)
Hatûçûna ajotinê rast
Koda telefonê +598
Înternet TLD .uy

Nav biguhêre

Navê "Ûrûguay" ji zimanî guaraní de tê ye. Lê di çi de derketi ye bi tunî nê vebirî ye. Du gumanên wê wiha dibejin, yek "çemê uruyan" (uru cûrekî çûkan e), yeka din jî "çûkên boya bûyî" ne.[çavkanî hewce ye]

 
Ozotoceros bezoarticus (en; es)

Erdnîgarî biguhêre

Bi 176.220 km² (li 2.600 km² rû bi avê hatiye girtin) rûerda xwe Ûrûguay li Sûrînam şunda duyemîn welatê herî biçûk ê Amerîkaya Başûr e (çi qas Guayana Fransî jî lê biçûktir e jî, ji bo nê serxwebû ye nêya hesandin). Rûya Ûrûguayê bi piranî rast e. Li rûerda bitenê %10an xwe ji 200 m bilindtir e. Xala di welat de herî bilind bi 514 m Cerro Catedral e.

Li bakur bi Brezîlê re 985 km, li rojava bi Arjentînê re 579 km sînorên xwe hêne. Dirêjahiya beravên xwe ya bi Okyanûsa Atlantîk re 660 km ye.

 
Ûrûguay ji ezman de

Çem biguhêre

Çemê Ûrûguay herî mezin Çemê Ûrûguay e û bi tunî 1790 km ye. Ew bi Río de la Plata va sînorên rojava pêk tî ne. Río Negro çemekî Ûrûguayê din î giring ne. Ew bi 750 km Ûrûguayê bi bakur rojavayî û başûr rojhilatî da derbaz dike.

Río de la Plata teva Okyanûsa Atlantîk dibe. Cîh lê tal dibe devokê herî mezina dine pêk tî ne.

Sirişt biguhêre

Sirişta Ûrûguayê sirişteke germ e. Ew qas ku germahiyên bin sifir hinde nizanîn. Nîvekiya salîniya niqira germê 17,5 °C ye. Mehaya herî germ bi nîvekî 32 °C germahî kanûna paşîn, Mehaya herî sar jî bi nîvekî 6 °C hezîran e. Li sala nêzî 1000 mm/sal barî dibare. Meha herî barî jî adar e.

Gel biguhêre

Ûrûguay bi piranî, bi 88%, ji kesên ewropî yê koçkirî, 8% mestîzan û xulamên afrîkî yên ku hatin anîn de pêk hatî ye. Gelê xwe yê ji Ewropayê hatî: spanî, îtalî, îngilîz, portûgalî, rûs, îrlendî, fransî ne. Dimatiyên, anku, mirovên resas ên Ûrûguayê (charrúas, guanaes, yaros û chanaes in.[çavkanî hewce ye]

 
Montevideo, paytexta Ûrûguayê

Ol biguhêre

Ûrûguayî bi piranî 74% xiristiyanên katolîk ên romî ne. Li wan bêtir 2% protestan, 2% cihû û xristiyanên ermenî jî hene. 21% ji gelî xwe li oleke din an jî li ti olê na binî ne.

Werziş û spor biguhêre

Li Ûrûguayê spora herî navdar futbol e. Ew du caran di 1930an de li welatî xwe û di 1950an li Brezîlê di Kasa Cîhanê de bû şampiyon, ango yekem. Kasa Cîhanê ya FIFA herî pêş de di 1930an de li Ûrûguayê hat organîzekirin û paş di finalê de Ûrûguayê Arjentîn daxist şunda bû şampiyon. Ûrûguay bi tunî 14 caran bi Arjentînê va welata di Copa América de herî pir şampiyon bûye.

Basketbol û rugbî jî hin werzişên din ên li Ûrûguayê navdar in. Di 2005an de Esteban Batistabasketbolvanê herî pêş de ko yê ketî NBA.

 
Río de la Plata.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Atlas Sociodemografico y de la Desigualdad en Uruguay, 2011: Ancestry" (PDF) (bi spanî). National Institute of Statistics. r. 15. Ji orîjînalê (PDF) di 9 sibat 2014 de hat arşîvkirin.
  2. ^ Resultados del Censo de Población 2011: población, crecimiento y estructura por sexo y edad ine.gub.uy
  3. ^ "Report for Selected Countries and Subjects". World Economic Outlook. International Monetary Fund.
  4. ^ "GINI index (World Bank estimate)". World Bank. Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2016.
  5. ^ "2015 Human Development Report Statistical Annex" (PDF). United Nations Development Programme. 2015. r. 8. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2015.
  6. ^ Wells, John C. (1990). Longman pronunciation dictionary. Harlow, England: Longman. r. 755. ISBN 0-582-05383-8. entry "Uruguay"

Girêdanên derve biguhêre