Dema gerdûnî ya bisazûmankirî

(Ji Dema Gerdûnî ya Bisazûmankirî hat beralîkirin)

Dema gerdûnî ya bisazûmankirî (bi inglîzî: UTC - Universal Time Coordinated) kurtenavê koordînasyona navneteweyî ya demê ye.

Bûyerên demjimêrên li Cihanê

Mirovahiyê ji zû ve ye li standardkirina demê digeriya. Wekî tê zanîn di kozmozê de bi serê xwe dem nîne. Herwekî di valahiyê de cih, jor jêr hwd jî nîne. Hemî ji şîrovekirinên, ji ceribandinên û ji nirxandinên mirovan tê. Zanistan ji bo ku di jiyana nûjen a bilez de alozî dernekevin Greenwich wekî xêzeke bingehîn pejirandine û pergaleke demê ava kirine.

Yekem Dema Gerdûnî ya Bisazûmankirî ya nefermî li ser 1ê kanûna paşîn 1960an hate pejirandin.[1]

Kurdistan nakeve yek komeke demê. Bakurê Kurdistanê û Başûrê piçûk ê Kurdistanê dikeve koma dema rojhilatê Ewropayê, ango EET, GMT+2. Herêmên din ên Kurdistanê dikeve dema Bexdayê (BT), GMT+3. Hin welat bi fermî yekkirina demê di nava tixûbê xwe de pejirandine. Hinan jî wekî Rûsya gorî herêmê dem pejirandiye. Li Kurdistanê hêj pergala demê nehatiye nîqaşkirin.

Pergal çend caran hate guhertin, di nav demeke kurt de, ku dem bi zelalî koordînasyona weşana radyoyî bi herdu UTC û "Dema Gavavêtina Atomê (SAT)" bû, heta ku UTCya nû di sala 1970an de hate qebûlkirin û di sala 1972an de pêkanîn. Ev guhertin jî pêngaveke duyemîn pejirandin û lihevanîna pêşerojê asan kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "COORDINATED UNIVERSAL TIME (UTC) (CCTF/09-32)" (PDF). Bureau International des Poids et Mesures. r. 3. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2016.