Open main menu

Wîkîpediya β

Rûs an ûris[1] (bi rûsî: Русские, Russkie) gelek e ji aliyî zimanî ve ji gelên slav dihên hesibandin û zimanê wan ji zimanên slavî yên rojhilatî ye.

Peyva rûsî bi ramaneka dî jî bikar dihêt: her welatiyekê Komara Rûsyayê bê nihêrîna li nejad û etnîsîtiya wan. Di zimanê rûsî da, bi dariştina peyva nû ya Rossiyani (Россиянин) anko rûsyanî van herdu ramanan ji hev vadivêrin. Ji tevaya rûsyaniyan, nêzî 80% rûs in.

Naverok

Hêşet (nifûs)Biguherîne

Nêzî 137 milyon kesan rûs li cîhanê hene. Ji wan, 115 milyon li Rûsyayê, 17 milyon li komarên Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst yên berê dijîn. Rûs gelê herî pirhijmar yê Ewropayê ye û li goreyê hêşetê (nifûsê), ew çend qatî komên dî yên slavan in (wekî ûkraynî 46 milyon û polonî 60 milyon).

Rûs li dewletên pêmevanên Yekîtiya Komarên Sovyetên SosyalîstBiguherîne

Nêzî 1 milyon rûs li derveyî dewletên YKSS yên berê ne, wekî welatên DYA, Çîn, Almanyayê.

DînBiguherîne

Rûs bi awayekê gelemperî, li ser mezhebê ortodoks ji dînê felatî anko xiristiyantî ne.

ÇavkanîBiguherîne

  1. Î.O. Farîzov (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.