Türkmenistan Respublikasy
Komara Tirkmenistanê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Zimanên fermî Tirkmenî


Zimanên nefermî Rûsî, ûzbekî û darî
Paytext Aşgabat
37°58′Bk 58°20′Rh / 37.967°Bk 58.333°Rh / 37.967; 58.333
Bajarê mezin Aşgabat
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet Serdar Berdimuhamedow
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

488.100 km2
4.9
Gelhe
 - Giştî (2014)
 - Berbelavî

5.171.943 kes
10 kes/km2
Serxwebûn 27 Cotmeh 1991
Dirav Manat (TMM)
Dem TMT (UTC+5)
Nîşana înternetê .tm
Koda telefonê +993

Tirkmenistan, an jî Turkmenistan (bi tirkmenî: Türkmenistan) welatekî li Asyaya Navendî ye ku parçekî Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bû û di salan 1991an de serxwebûna xwe stand.

Li welat bi piranî tirkmen dijîn, lê hindekarîya rûs, efxan, fars û 50.000 Kurd henê.[1]

Etîmolojî biguhêre

Navê Tirkmenistanê (bi tirkmenî: Türkmenistan) dikare bibe du beş: etnonîm „Türkmen“ û paşgira farisî - „stan“ bi wateya "cihê" an "welat" e.[2]

Dîrok biguhêre

Dîroka Tirkmenistanê ku ji hêla dîrokî ve ji gelên hind û îranî lê dijîn, dîroka nivîskî ya Tirkmenistanê bi tevlêbûna wê ji hêla Împeratoriya Hexamenişî ya Îran a Kevnar ve dest pê dike. Paşê, di sedsala 8an a PZ de, eşîrên Oxûzî ên tirkîaxêv ji Mongolya derbasî Asyaya navendî a îroyîn bûn. Beşek ji tevlîbûna bi hêz a eşîran, van Oxûzî bingeha etnîkî ya nifûsa Tirkmen a nûjen pêk anîn. Di sedsala 10an de navê "Tirkmen" cara pêşî li komên Oxûz ên ku Îslamê qebûl kirin û dest bi dagirkirina Tirkmenîstana îroyîn kirin.[3]

Wextê selcûqî biguhêre

  Gotara bingehîn: Selcûqî

Selcûqiyan navê xwe ji Selcûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxuzanmila Kinikan bû, di sedsala 9an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qezexistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû.[4] Selcûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza ola Îslam bû. Selcûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.[5]

Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri(1038–1060) de, Selcûqî di 1030an de ji Xorasan derketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selcûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji Îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhelata Keyîtî karger kir. Tûxrûl beg keyîtiya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşiyan re wî bandora xwe li ser Ebasîyan ra kir.[6]

Wextê Sovyetê biguhêre

Komara Tirkmenistanê ya Sovyet û Sosyalîst (Түркменистан Совет Социалистик Республикасы, Türkmenistan Sowet Sotsialistik Respublikasy; bi rûsî: Туркменская Советская Социалистическая Республика, Turkmenskaya Sovetskaya Sotsialisticheskaya Respublika), yek ji komarên damezrîner ên Yekîtiya Sovyetê ku li Asyaya Navîn e, ji sala 1925 heya 1991an wek komarê hebû. Destpêkê, di 7ê Tebax 1921ê de, ew wek Herêma Tirkmenî ya ASSR ya Tirkmenistanê hate damezrandin berî ku were çêkirin, di 13 Gulan 1925 de.[7]

Serxwebûn biguhêre

Di referanduma serxwebûnê ya yekê Adar 1991ê de, %99,8 dengdêran xwe dan ku di Yekîtiya Sovyetê de bimînin. Di sala 1991’an de bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re, Tirkmenistan di 27ê Cotmehê de bû welatekî serbixwe. Di referandûma duyemîn de ji sedî 94 erêkirina serxwebûnê derketibû.[8]

Demografîk biguhêre

Serjimara dawî ya ku hat weşandin di sala 1995 de hat kirin. Encamên her serjimartinê ji wê demê ve veşartî ne. Hêjmarên berdest nîşan didin ku piraniya welatiyên Tirkmenistanê Tirkmenên etnîkî ne û hindikahiyên mezin ji Ûzbêk û Rûs in. Kêmneteweyên biçûk ji Qazax, Teter, Ukraynî, Kurd (ji çiyayên Kopêt Dagê ne), Ermenî, Azerî, Belûç û Peştûn hene. Rêjeya rûsên etnîkî li Turkmenistanê ji %18,6 di 1939 de daket %9,5 di 1989 de. CIA World Factbook pêkhateya etnîkî ya Tirkmenistanê di sala 2003 de wekî %85 Tirkmen, 5% Ûzbêk, 4% Rûs û 6% din texmîn kir.[9]

Bajarên ya têr mezin li Tirkmenistanê

listeya bajarên Tirkmenistanê:

Hejmar Nav Parêzgeh Nîfûs
Ashgabat

Türkmenabat

1 Aşgabat Paytext 947,221 Daşoguz
2 Türkmenabat Lebap 279,765
3 Daşoguz Daşoguz 245,872
4 Mary Mary 126,141
5 Serdar Balkan 93,692
6 Baýramaly Mary 91,713
7 Balkanabat Balkan 90,149
8 Tejen Ahal 79,324
9 Türkmenbaşy Balkan 73,803
10 Magdanly Lebap 68,133

Zimanan biguhêre

 
Belavbûna zimanê tirkmenî li Asyaya Navendî de.

Li Tirkmenistanê piranîya kesên xwe bi zimanê tirkmenî diaxivin wekî parçekî ji zimanên tirknijad e.[10] Tirkmenî li gorî peşbîniyan ji 1.2 mîlyon kes li Îranê[11] û 1 mîlyon kes li Efxanistanê[12] teyê axivtin.

Di başûre paytexte Aşgabatê çando Gund henê ku xelk bi Zimanê kurdî ya zaravayê kurmancî deng dikin.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ismet Chériff Vanly, "The Kurds in the Soviet Union", in: Philip G. Kreyenbroek & S. Sperl (eds.), The Kurds: A Contemporary Overview (London: Routledge, 1992). pg 164: Table based on 1990 estimates: Turkmenistan (50,000)
  2. ^ Zuev, Yury (2002). Early Türks: Essays on history and ideology. Almatý: Daik-Press. p. 157.
  3. ^ "About this Collection | Country Studies | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "Seljuk Turks - New World Encyclopedia". www.newworldencyclopedia.org. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "Seljuq | History & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ LEVENT, Sibel ÜST ERDEM & Ramazan BÖLÜK-Mehmet Burak ÇAKIN-Sema. "Journal of Turkish Studies". turkishstudies.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  7. ^ "Kazakstan, Kyrgyzstan, Tajikistan, Turkmenistan, and Uzbekistan : country studies". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  8. ^ "https://data.ipu.org/node/178/elections/historical-data-on-women". Parline: the IPU’s Open Data Platform (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)[Girêdan daimî miriye]
  9. ^ "Turkmenistan". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 24 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ "Turkmen language | Alphabet, Turkic Family, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  11. ^ "Iran". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 11 kanûna paşîn 2023.
  12. ^ "The Ethnic Groups Of Afghanistan". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). 10 îlon 2019. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve biguhêre