Xiristiyanî

Dînê yekxwedayî
(Ji Xiristiyantî hat beralîkirin)

Mesîhtî, kristiyanî, xiristiyanî, xaçperestî, îsewîtî, filehî an filetî dînê bawermendên mesîhî û kristiyanan e û Mesîh (Îsa, Eso) pêxamberê vê ayînê ye. Pirtûka pîroz a mesîhiyan Încîl e. Ji bawermendên dînê mesîhtiyê re mesîhî, kristiyan, xiristiyan tê gotin. Ji bilî vê binavkirinê, bi kurmancî navên îsewî, fileh an file jî tên bikaranîn. Dînê Mesîh (Îsa, Eso) li Filistînê derket û li her derê dinê belav bû. Nêzîke du milyar kes bawermendê vê olê hene. Ango di dinê de ji her şeş kesan du bawermendên vî dînî ne.[1]

Xiristiyanî
  • Dînê cîhanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • c. 33 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
Cihê damezrandinê
Pêk tê ji
  • mesîhîtiya rojava
  • Eastern Christianity
  • Christian denominational family
  • mezhebê mesîhî
  • Christian movement Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. endaman
  • 2.400.000.000 (2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dêra Marpetyun a keldaniyan a Amedê (Bakurê Kurdistanê)

Bavê me dûayeke girîng a xiristiyanan e.

Her wiha bi kurmancî jî wejeyeke nivîskî û devkî ya xiristiyaniyê heye: Lawija Mesîh.

Bêja xiristiyaniyetê

biguhêre

Bêja Xiristiyaniyê, ji bêja Mesîhê e yewnenî ku berbemberê wê hrîstos tê. Beremberê bêja Xiristiyaniyê di Di Îbranî de `Maşîah`e. Di kurdî de ji beremberê wê `fileh´ an ji ´file´ ya. Di xiristiyanî de Nebî Nûh jî ji xwediyê hebûn û wateyeka mazina. Nebî Nûh li Cizîra Botan e. Li Kurdistanê navende wê ji Mêrdîne. Dêre ZAHFRAN dêreke ku mesîhiyên pêşî tê gotin ku çêkirine. Ji ber ku xiristiyanî berî îslamê derdikeve, êdî li Kurdistanê ji pêşî yanî berî misilmantiyê gelek xiristiyan hebûn. Manî bixwe, kurdekî ji dore Mêrdînê bû. Li ser koma pêşî ya xiristiyaniyê deme ku avadibe, bavê wî yek ji endamê wê komê ya. Piştre ew ji wê hizrê nasdikê û dixweze bi hizre xwe Zerdeştî re û xiristiyanî re sentezekê çêke. Çêdike ji. Lê piştre ji ber wê hizre xwe te girtin ji aliyê keyê Sasanî ve û weke Nebî Îsa ew ji pêşî tî bixaçkirin û piştre ser, ling û laşê wî yê dî jev tê vaqatandin û ew tê kuştin.

Pîrozkirin

biguhêre

Di xiristiyaniyê de mirov ji pitiktiyê tê waftizkirin. Bi rohniyê li ser navê "bav, xwedê û rihê pîroz" tê waftizkirin. Navê vê yekê ji `pergala teslîsê´. Piştî ku mirov hata wastizkirin, êdî mirov dibe endamek ji endamê xiristiyaniyê. Xiristiyanî bi Qatolokî dest pê dike.Lê di sadsala 15 de, li hemberê key Şarqan deme ku xwepêşandin dest pê dikin, êdî yên ku tevlî wan xwepêşandinan dibin, dibine bingihê bûna Protastantiyê ji. Êdî ji vê deme pêde protastanî ji bi dest pêşketinê dike.

 
Încil

Încîl an ji bîbîl, pirtûka pîroz ya xiristiyaniyê ya. Weke Ahît nû ji tî bi nav kirin. Bi rêze navê wan ji her weha tê bi nav kirin. Matta, Markos, Luka û Yuhanna ya. Di sadsala 15. de ji aliyê Keşîşekî ku bi navê Luther ku li Almaniya bû hata qulubandin. Ev yek, weke destpêka deme xwenûkirinê ji tê dîtin. Ev yek, deme ku pêşî ew dike, rastî pir bertekan têt. Lê piştre bi ser dikeve. Xiristiyanî ji bi vê yekê re demeke nû di xwe de dide dest pê kirin. Ew dem, bi xiristiyaniya rojeme re hebûna xwe berdewam dike.

Dîroka Xiristiyaniyê, bi zayîn re dest pê dike. Destpêka zanyîna bûna Nebî Îsa ye. Ji ber vê yekê bi zayînê re divêt ku mirov bêje ku dest pê dike. Xiristiyanî, piştî bûn û çûna Nebî Îsa re 315 salan tekoşîna hebûna xwe ya fermîkirinê dide. Di vê demê de ji ji aliyê gelek xalk û mirovan te tê erêkirin. Lê Xiristiyaniyên pêşî, ji ber vê yekê, ji ber hebûna xwe Mesîhî, rasti pir astang û Eşkencan tên. Lê piştî zayîne Nebî Îsa bi 315 re li Konstantipolos ku iro jê re Steembol tê gotin Ji aliyê key Constantins ve weke ole xwe te denazandin. Costantins, deme ku rojeke di razihê û sibehe dirabê, ji Şêwirbendên xwe re dibêje, ku ´min singe xwe û lêskerên xwe xwe de li ser cilên wan xac dît´. Ev yek dibe destpêka erêkirina xististiyaniyetê e fermî.Piştî ku ew erê dike, êdî hin bi hin ola xiristiyanî bi pêşdikeve. Ji aliyê xalkan ve tê erêkirin. Hingî, Costanstins keyê roma ya rojhilat bû. De ne, roma bûbû dû qat. Weke ´romaya rojhilat´ û ´romaya rojava´ dihata naskirin.

Xiristiyanî, ta deme demênnavîn mazin bi pêşdikeve. Piştre hemû key û mirovên dewlemend û mazin lê xwedi derdikevin. Ev yek ji dbe temenê pêşketin û mazinbûna wê.

Piştre ku Misilmanatî ji derdikeve, êdî hin bi hin di nav wan de ji şerekî serweriyê destpêdike. Muhemmed pêxember, di saxiya xwe de xwest ku nêzîkatiyaka baş di naqabîne hizre xwe ya olî û xiristiyaniyê de çêke. Deme ku mirov li dîrokê wê deme mirov dimeyîzenê, mirov wê yekê pir baş dibîne.Deme ku misilnaê pêşî derdikevin û putperestên Mekî diçina ser wan, êdî Muhemmed ji aligirên xwe re "herine habasîştanê. li wir keyekî mesîhî heye wê ew alî we bike.ew ji diçin û ew ji alî wan dike û wan diparaze. Ew parastin dibe hîmekî mazin ji pêşketina ola Misilmanetiyê re. Ew mirovên ku li wir xilas dibin, ew piştre ola misilmantiyê bi pêşdixin.

Lê piştî çûna ser dilovaniya xwe ya Muhemmed, piştre yên ku têne dewsa wî weke xalîfe, vê kevneşopiye ku wî dayî dest pê kirin ne meşênin. Piştre şer ji dikeve nava herdû olan de. Êdî jev dûr bûn tê kirin. Seferên xaçan bi xwe re ketina sipaniya ya misilmanan têne. Her weha gelek rewş dibin û çêdibin.

Kurd û dînê xiristiyaniyê

biguhêre
 
Xaç yek ji sembolên mesîhtiyê ye

Bixwînî: Kurdên Xiristiyan. Divêt ku mirov bêje ku kevneşopiyeke xiristiyaniyê li Kurdistanê heye. Li Kurdistanê, navende wê Mêrdîne. Gelek mirovên fileh hene. Berî deme misilmantiyê ji û piştre ji gelek fileh hebûn. Gelek dêrên wan hebûn. Li her herêmen kurdistanê dêrên wan hene. Yên ku ji kavilkirin û xirakirinê xirabûna û gahana roje me ne gelekin. Lê li yên ku xilasbûna û gahana roje me ji ku mirov dimeyîzen, mirov dibîne ku xwediyê hebûneke ku mazina. mesîhiyên li Kurdistanê axlabe wan ji qatolokîn.

Xiristiyanî û Cihutî

biguhêre

Nebî Îsa deme ku dest bi derketina xwe dike, pêşî, ji nav Cihuyan dest pê dike. Yên ku pêşî lê bi bawer dikirin ji Hinek Cihu ne. Ji wan re ji tê gotin Mesîhiyên cihu Navê dayika wî Meryeme. Li wan di serî de Yusif xwedî derdikeve. Ew piştre ku hinekî mazin dibe, êdî tê gotin ku ew Mesihe. Ji xwe, herkesek li bendî hatina Mesihê. Lê Cihu, bawer nekin. Jiber ku ew bêbav e li dinyê. Ji ber vê yekê ji deme ku tê gotin ku ew Mesihê, êdî Serî li waliyê romê ê bi navê Pontius Pilatus dixin. Bi sedeme ku wê xalkê teşwikî raperîne kiriye. Bi vê yekê re ew tê girtin û li xaçê tê xistin li kaşê Golgutha.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve

biguhêre