Basketbol
Basketbol cure werzişeke gogê ye ku pirranî li salonên dadayî û bi du tîman (yaneyan) tê lîstin. Werzîşkar hewl didin gogê di sepeta 3,05 m li jorê ye re derbas bikin.
Yaneyek ji pênc lîstikvanên holê û heya heft lîstikvanên cîhgir (rezerv) pêk tê. Pûan, li gorî dûrayiya ji sepetê du an sê tên hesabkirin. Avêtineke serbest a biserketî, yek pûan e. Pêşbazî li ser pûanan e û kîjan tîmê pûana zêde girt, biserdikeve.
Deranderê basketbolê bi navê James Naismith kesekî ye ku sala 1891'ê ev werziş saz kiriye. Naismith ji kevnexwediyên parzemîna Amerîkayê çermesoran îlham girtiye.
Rê û rêzanên wê
biguhêre- Basketbol ji aliyê du ferwerdeyan (kizîr, hakem) ve tê birêvebirin. Yaneya mêvan xwedî mafê bijartina holkê (qad, saha) ye.
- Piştî her vedorê holk tê guhertin. Lîstik ji aliyê du lîstikvanên dijber ve li ser xêza navendî ya holkê, bi pişka bilinavêtina gogê, tê destpêkirin.
- Pêşbazî ji çar vedorên her yek 10 deqe didomin, pêk tê. Heger yaneyek bisernekeve, tê dirêjkirin.
- Yaneya pêngaviyê dike, divê holka xwe di nava 8 çirkeyan de biterikîne, êrîşa xwe di nava 24 çirkeyan de bidawî bike. Heger neke, mafê avêtinê derbasî yaneya dijber dibe.
- Lîstikvan tên cezakirin, heger:
- Gorî rêzika pêşbaziyê tevnegerin,
- Heger faulê bikin.
Dîroka basketbolê
biguhêreÇavkanî
biguhêre- Peter Kränzle, Margit Brinke: Basketball Basics. Stuttgart 2000, ISBN 3-613-50359-X. (almanî)
- Robert W. Peterson: Cages to Jump Shots: Pro Basketball’s Early Years. Omaha 2002, ISBN 0-8032-8772-0. (îngilîzî)
- John Hareas: 100 Jahre Basketball. - 100 saliya basketbolê Delius Klasing Verlag, Bielefeld 2005, ISBN 3-7688-1670-2. (almanî)
- Deutscher Basketball Bund (Hrsg.): Offizielle Basketballregeln für Männer und Frauen. - Rê û rêbazên fermî bo mêr û jinan (beschlossen von der FIBA ab September 2004), Hagen 2004.
- Donald S. McCuaig: Basketball: a YMCA Invention. Girêdana arşîvê 2009-08-05 li ser Wayback Machine In: YMCA Canada Y Triangle. Kanada.
- Michael Schrittwieser, Egon Theiner: Basketball. Alles über Technik, Taktik und Training. BLV, München 2004, ISBN 3-405-16727-2.
Girêdanên derve
biguhêre- Deutscher Basketballbund e. V. (Yekîtiya basketbolê ya almanan
- Lîga basketbolê ya Almanyaya Federal (BBL) (ne bi kurdî ye)
- Lîga basketbolê ya jinan a Almanyayê (DBBL) Girêdana arşîvê 2013-08-26 li ser Wayback Machine (ne bi kurdî ye)
- FIBA Europe (îngilîzî)
- National Basketball Association (îngilîzî)
- National Basketball Association
- Basketball-Schiedsrichter (bo rê û rêzanan) (versiyona bi kurdî nîne)