FND Fona Navneteweyî ya Diravan (bi îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî) ye ji bo pêşxistina aboriya dinyayê.

FND di 22ê Tîrmeha 1944an de hatiye damezrandin. FND li têkiliyên navneteweyî yên derbarê debarê digere. Ji aliyê dirav û teknîkê ve alîkariya welatan dike. Deyn dide, pêşengiya avakirinên aboriyê dike, rêyên bûrokrasiyê yên tevlihev hêsan dike û hwd.

Hin kes di wê baweriyê de ne ku FND tenê piştgiriya polîtîkayên welatên dewlemend ên ku di komîteya ewlekariyê ya NY de cih digirin dike. Dîsan ew kes bawer dikin ku FND li welatên dinyaya sêyem û paşdemayî li sazûmaniyên di bin siya G-8 de ne digere.

Heya niha 184 welatên endam ên fonê hene. Ew gorî sermayeya xwe di wir de xwedî deng in. Sermayeya herî mezin jî ya DYA ye (17,08 %).

Organên FNDyê biguhêre

  • Komîta gerînendeyan
  • Komîteya têkildariya dirav û krediyan a navneteweyî
  • Dîrektoryûma Exekûtîv
  • Têkildariya pêşxistinên hundirîn

Malpera fermî ya FNDê: http://www.imf.org