República Bolivariana de Venezuela
Komara Bolîvarî ya Venezuelayê
Ala
(Ala)
Sirûda netewî: Gloria al bravo pueblo
Zimanên fermî Spanî


Paytext Karakas
Sîstema siyasî Serokkomarî
 - Cîgirê serok Nicolás Maduro
Rûerd
 - Giştî

912.050 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

31.775.371 (2016) kes
kes/km2
Serxwebûn 5'ê puşperê 1811 rave kir
di 1821 de hat nasîn (ji Spanyayê)
Dirav Bolîvar
Dem UTC-4
Nîşana înternetê .ve
Koda telefonê +58

Venezuela an jî Komara Bolîvarî ya Venezuelayê (bi spanî: República Bolivariana de Venezuela) dewletek li beravê Karîbîk ê Amerîkaya Başûrê ye. Bi Brezîl, Kolombiya û Guyana re sînorên wê hene.

Nav biguhêre

Li ser navê Venezuelayê du teorîn hene. Yek tê diyarîkirina Amerigo Vespucci. Kengê Amerigo Vespucci gehîşta Venezuela dibe, ji bo malên li beravên wê derê li ser avê çê bûnî Wênîsê dixistina bîrê û ew dernan tê Venezuela, ango "Venedîka Biçûk" nav kirin.

Yek din jî dibêje ko, erdnîgarîvan Martín Fernández de Enciso, yek ji hevalan Amerigo Vespucci, di pirtûka xwe "Summa de Geografía" de dinivîse ko xelkê wan deran xwe bi "Veneciuela" nav dikir. Ji bo wî navî ew dernan hat wiha navandin.

Erdnîgarî biguhêre

Venezuelayê li beravên Amerîkaya Başûrê ye û 2.800 km direjahiya beravên xwe heye. Li 916.445 km² rûerda de %39an xwe daristan, %20an xwe çêregeh û %4an xwe jî zevî ne. Çemê Orinoco bi 2574 km direjahîye çemê herî mezin û herî gering e. Çemên li wî bêtir Caroní û Apure ne.

Pico Bolívar xala herî bilinda û 4,979 mitir bilindahiya xwe heye.

Gel biguhêre

Gorî lêpirsîneke dawî[çavkanî hewce ye], gelê Venezuelayê bi %60an xwe li mestîzan pêk hatî ye. Li wan bêtir %29 koçgerê ewropayî (spanî, alman, îtalyan, portugalî) %8 afrîkanî, %1 îndiyan, %2 asyayî jî hene.

Ziman biguhêre

Li Venezuelayê spanî zimanê fermî ye. Li wê derve 31 zimanên dimatiyên kevin jî tê axaftin.

Ol biguhêre

Gelê Venezuela bi piranî (dor %96) xiristiyanên katolîk ên romî, %2an xwe protestan. Olên din li kemaviyê dimen.

Girêdanên derve biguhêre