Paraguay
República del Paraguay | |||||
Tetã Paraguái | |||||
Komara Paraguayê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Paraguayos, República o Muerte | |||||
![]() | |||||
Zimanên fermî | Spanî, guaranî
| ||||
Paytext | Asuncion | ||||
Sîstema siyasî | Demokratîk | ||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Fernando Lugo Federico Franco | ||||
Rûerd - Giştî |
406 752 km2 | ||||
Gelhe - Giştî - Berbelavî |
6 783 272 (2015) kes kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 14'ê gulanê 1811 (ji Spanyayê) | ||||
Dirav | Guaranî | ||||
Dem | UTC-4 | ||||
Nîşana înternetê | .py | ||||
Koda telefonê | +595 |
Paraguay yan Komara Paraguayê (bi spanî: República del Paraguay, bi guaranî Tetã Paraguái), welatekî li Amerîkaya Başûr e. Sînorên xwe li rojhelat bi Brazîlê, li başûr û rojava Arjentînê li başûr û rojava jî bi Bolîvyayê re hene. Paraguay di zimanê guaranî de tê mane "ava dera av e".
ErdnîgarîBiguherîne
Río Paraguay, ango çemê Paraguay, welat ji bakur de ber va aliyê başûr de derbaz dike û du perçeyan pêk hatî ye. Sînorên başûr rojhelata bi Brazîlê re ji çemê Paran pêk hatî ye. Li ser wî çemî bendava dinêya herî mezina bi Brazîlê va par ve dibe Itaipu heye. Bendavaka dina mezina li ser wî çemî, Paraguay bi Arjentînê ve parve dike, Yacyretá heye. Ji bo wan bendavan Paraguay welatê li dinê derxistiniya kehre (ceyran) herî pir dike.
Li Paraguayê siruşta bintropîkî (subtropîkal) tê dîtîn
GelBiguherîne
Gelê Paraguayê bi piranî, bi %95an xwe, ji mestîzan sipanî û guaraniyan de pêk tê. Li wan bêtir bi kêmavî îtalî, alman, japonî, koreyî, çînî, ereb, brazîlî û arjentînî jî hene.
ZimanBiguherîne
Li Paraguayê spanî û di 1992an vir de jî guaranî zimanên fermî ne. Li gel nêzî %84an xwe guaraní, %75an xwe jî spanî dikane biaxive.
OlBiguherîne
Gelê Paraguayê bi piranî (li dor %90) xiristiyanên katolîk ên romî ne. Li wan bêtir bi kemavî protestant û menonît jî hene.
Werzîş (spor)Biguherîne
Li Paraguayê spora herî navdar futbol e. Hin futbolvanên navdar ew in: José Luis Chilavert, Roque Santa Cruz û Nelson Valdez.