Xwarezmî

Matematîknasê fars

Xwarezmî an jî Ebû Ebdullah Muhemmed bin Mûsa Xwarezmî (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن موسى الخوارزمي‎, lat. Abū ʿAbdallāh Muḥammad bin Mūsā al-Khwārizmī; z. dora 780 - m. dora 835 (?) ta 850) stêrnas, matematîknas û erdnîgarînasekî faris e ku navê beşa matematîkê "Algorîtma" ji navê wî hatiye afirandin.

Xwarezmî - الخوارزمي‎
Pûlekî ji bo Xwarezmî ku ji aliyê YKSS ve hate çêkirin.
Navê rastî
Ebû Ebdullah Muhemmed bin Mûsa Xwarezmî
Jidayikbûn780
Mirin835-850
Bexda, Iraq
EsilFars
BernavXwarezmî
PerwerdeMedrese
PîşeStêrnasî, matematîk û erdnîgarî
Salên çalakSedsala 9an
SerdemSerdema zêrîn a îslamê
XebatAlgorîtmayê dît,
•0 (x)'ê herî pêşîn wî xebitand
BandorbarBetlemyûs
BandorkerEbû Kamil Şuca
DînÎslam
ZarokEhmed, Muhemmed, Hesen
biguhêreBelge
Rûpeleke pirtûka Xwarezmî ya el-Kitab el-muxteser fî hîsab el-cebr we'l-muqabele.

Jiyan biguhêre

Dema jidayikbûna wî ne vebirî ye. Lê texmînî ew di salên dora 780an de li Xwarezmê (îroj bajarê Xiva li Ûzbêkistanê) hatiye dinê û di salên dora 850an de jî çûye rihmetê. Ew nêzî temamiyê jiyana xwe li paytexta Ebasî ya Bexdayê derbaz dike. Ew bi taybetî, di navbera salên 813 û 833an de, wexta ko di medreseya xelîfe Me'mûn ya Mala Hîkmetê an jî Beyt el-Hikme de çalak bû û berhemên xwe bi piranî di wê wextê de nivisîbûn. Dîroknasê erebî et-Teberî wî wek zerdeştî dida zanîn; lê li gorî berhema xwe ya bingehîn, el-Cebr jî wek misilman xuye dibe.

Ew yek ji matematîknasên herî mezin ê ko bi xebatên xwe yên ser arîtmetîk û cebîrê têye zanîn.

Berhem biguhêre

Di berhema xwe ya bi navê Pirtûka puxteyê li ser hesaba cebîr û beramberiyê (bi erebî: el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele) sala 825an de ew hesabê bi hejmarên dehanî pêşve dixe û sifrê ji Hindistanê têdixe hesaba erebî û hejmarên modern dike. Ev berhema Xwarezmî di 1145an de bi navê Liber algebrae et almucabala ji aliyê wergerê îngilîzî Robert Chester (navê wî bi latînî Robertus Castrensis bû) ve tê wergerandin zimanê latînî. Orîjînalê wê pirtûkê winda bûye û îroj encax wergerên xwe yên kewn ên latînî mane.

Dîsa ew di pirtûka xwe ya el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele de li ser mentiqê û arîtmetîkê dişuxule û hevkêşeyên lîner (wek ax+c=0) û hevkêşeyên kuadratîk an çarkunc (wek ax²+bx+c=0) dixebite.

Bi daxwaza xelîfe re ew li ser astronomî dişuxule û astronomiya Betlemyûs (Ptolemaios) şirove dike. Wî berhemeke bi navê Pirtûka rûyê erdê (Kitab sûret el-erz) a ko wek nexşeya dinê bû, berhev kiribû. Ew bi hin berhemên xwe li ser Salnameya Julien (Risala fî istixrac terîx el-yahûd), salnameyên bi gelemperî (Kitab et-terîx) û li ser hesabkirina saetên rojê (Kitab er-ruxame) jî xebitîbû. Ew li ser trîgonometriyê jî şuxuliye.

  • El- Kîtab'ul Muhtasar fîl Hesab'îl Cebrî we'l Mukabele
  • Kitab al-Muhtasar fîl Hisab el-Hînd.
  • El-Mesahat
  • Zîc-ul Harezmî
  • Kîtab al-Amal bi'l Usturlab
  • Kîtab'ul Ruhname
  • Kîtab surat al-arz
  • Kîtab'ul Tarîx

Ferhengok biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2
  • Springer Reference Biographical Encyclopedia of Astronomers. r. 631.