Nestorî gelekê mesihî û aramî ye ku heta salên 1900an jî li navenda Kurdistanê bi taybetî li herêma Hekarî û Ûrmîyeyê dijiyan. Bi zimanê siryanî diaxivin.

DîrokBiguherîne

Gelê Nestorî gelekê qedîmî yê Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Li sedsala 5ê de ji Mereşê belavî Kurdistanê bûn. Girêdayî dêrên rojhilatê ne.

Têkiliyên kurd û nestoriyan heta sedsala 19em jî baş bûn. Lê piştî hatina mîsyonerên rojavayî û zextên Osmaniyan têkiliyên van herdu gelan ziyaneke mezin dît.

Yekemîn êrîş(1843)Biguherîne

Yekemîn êrîşa li ser nestoriyan li sala 1843ê ji aliyê begê Botanê Bedirxan Beg û begê Hekarî Nurulah Beg ve hate kirin[1]. Ev êrîşa Bedîrxan di nav şert û mercên têkildarî zordariya Osmaniyan pêkhat. Dewleta Osmaniyan hêdî hêdî sîstema xwe diguherand û mîrektiyên kurd ji holê radikirin. Her wiha mîsyonerên dewletên Ewropayî jî gelek tesîr li ser têkiliyên kurd û nestoriyan kir heta ku şer destpêkirî. Jixwe sedemeke vî şerî ew bû ku serokê Nestoriyan Mar Şemûn ala İngilîzan li herêma xwe bilind kiribû ku kurd jî ji vê nerazî bûn [2]

Duyemîn êrîş(1846)Biguherîne

Duyemîn êrîşa li ser nestoriyan li sala 1846ê ji aliyê begê Botanê Bedirxan Beg û begê Hekarî Nurulah Beg ve hate kirin. Di vê êrîşê de keleha nestoriyan ya li gundê Aşûtê ku ji aliyê mîsyonerên Amerîkî ve hatibû çêkirin hate rûxandin[3]

Şerê dawîn-1915Biguherîne

Di şerê cîhanî yê yekem de bi îlankirina cîhadê ji aliyê dewleta Osmaniyan, têkiliyên kurd û nestoriyan ji binî ve xerabûn. Ev herdu gel ketin nav şer de û herdu aliyan jî zerer û ziyanên mezin dîtin. Di encama cîhadê de kurdan alîgirya Osmaniyan kir. 10ê gulana 1915ê jî nestoriyan dijî Osmaniyan biryara şer wergirt [4]. Li 28ê xizîrana 1915ê jî serokê nestoriyan Mar Şamûn û gelê wî ji ber nehatina alikariya rûsan ber bi Urmiyeyê revîn.

Bi vê revînê nestorî çûn Îranê û li wir bi alikariya rûsan dest bi komkujiyan kirin. Li Mahabadê gelek kes kuştin. Li Şinoyêjî Fetah Qazî, Simkoyê Şikak, Seyîd Tahayê Şemzînî binçav kirin. Her wisa bi dûçûna hindek çavkaniyan di payîza 1916ê de li Rewandûzê 5 hezar kurd ji avêtina çiya kuştin [5].

16ê adara 1918ê Simkoyê Şikak, serokê Nestoriyan Mar Şîmun dikuje. Nestorî bêser dimînin

Li sala 1920ê nestorî bi rêberiya Axa Petros dixwast li Hekariyê bidest bixe. Ji bo vê dest bi xebatan kir.

Serhildana Nestoriyan(1924)Biguherîne

7ê gelawêja 1924ê Nestorî bi serkêşiya Axa Petros li Hekariyê waliyê bajar digirin û gelek leşkeran jî dikujin. Lê 14ê gelawêjê tirk êrîşê dibin ser Nestoriyan û gelek nestorî tên kuştin. Yên mayî, direvin Urmîyeyê. Bi dûçûna çavkaniyên tirk, ingîlîzan alîkariya hewayî di van çalakiyan de da nestoriyan [6].

PirtûkBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:148
  2. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:131
  3. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:148
  4. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:397
  5. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:401
  6. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:319